26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dersên hewramî, soranî û kelhurî dest pê dikin

Komeleya Lêkolînên Kurdî, dest bi dersên zaravayên kurdî soranî, hewramî û kelhurî dike. Komele di 7’ê kanûnê de, wê li ser pergala ZOOM’ê dersên onlîne bide xwendekarên xwe û ev kurs dê 3 mehan bidome.

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyûp Sûbaşi, diyar kir ku cara yekemîn e ew kursên hewramî û kelhurî vedikin û wiha got: “Heya niha hem li Tirkiyeyê û hem jî li herêmê (Kurdistanê) kursên van zaravayan nehatine dayîn. Ev xebata me destpêkeke nû ye. Em ê ji bo zaravayên soranî û kelhurî polên cuda û ji bo hewramî jî du polan vekin. Çawa ku me dest bi qeydên kursan kirin, eleqeyek mezin hat nîşandan. Heya niha 300 kesan serî lê daye. Hîn jî qeydên me didomin. Ger serlêdan zêdetir bibin, em ê polên nû vebikin. Em bi 4 mamosteyan dest bi kursên xwe dikin.”

Li dijî bişavtinê

Sûbaşi da zanîn ku xetereya bişavtina zimanê kurdî heye û ew bi van kursên xwe dixwazin li pêşiya bişavtinê bibin bend. Di berdewama axaftina xwe de Sûbaşi diyar ku hewldanên taybet hene ji bo kurd ji hev dûr bikevin. Hevserok Sûbaşi herî dawî anî ziman ku ji bo kurd bêtir û baş hevdu nas bikin wan dest bi van kursan kiriye.

Roj û saetên kursên dê 7’ê kanûnê dest pê bikin, wiha ne:

Soranî: Duşem, 20.00 – 22.00

Kelhurî: Pêncşem, 20.00 – 22.00

Hewramî: Sêşem, În, 20.00 – 22.00

Kesên bixwazin dikarin bi lînka jêr serî li kursan bidin: https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSf7zdgHADtCuajPpMlNPCxhHIffSRbkyouShGiydFcXGczyPQ/viewform. STENBOL

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê