26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dest datînin ser dexlên Rojava, tînin li Rihayê difiroşin

Destwerdanên Tirkiyeyê yên li rojavayê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê dewleta tirk li bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên rojavayê Kurdistanê dest danî 176 ton dexl û danên şêniyan û hemû dexl û danên desteser kirine anîn Rihayê. Her wiha bi rêbazine cuda karmend û gerînendeyê Şaxa TMO’yê ya Rihayê ji bo bacê ji vî dexl û danî derbixin wek genimê nan û meqarnayê nîşan dan û bi vî awayî 15 milyon lîre bertîl xwarine. Gelek AKP’yî jî di nav de 4 jê girtî der barê 16 tawanbaran de doz hatiye vekirin.

Dest datînin ser dexlên Rojava

Piştî ku Tirkiyeyê di 9’ê cotmeha 2019’an de bi hêzên paramîlîter êrîşê bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojava kir ji gelek aliyan ve şêniyên her du bajaran bi zext û çewisandinên dewleta tirk re rû bi rû ma. Herî dawî dexl û danên şêniyan yên li herêmê hatin dizîn û li Rihayê hatin firotin. Herî dawî ji embarên dexl û danên gundê Şergirak a bi ser Eyn Îsayê gundê Dehlîz ê bi ser Silûkê ve 176 ton dexl û dan anîne Ofîsa Mehsûlên Çandiniyê (TMO) a Rihayê. Pê re jî di vî dexl û danî de gendeliyek derketiye holê. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê der barê van gendeliyan de lêpirsîna ‘bertîlxwarinê’ û ‘gelaciya îhaleyan’ daye destpêkirin.

Girêdayî lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de Serokê Daîreya Kirrîn û Parastinê ya Miduriyeta Giştî ya Berhemên Çandiniyê ya Tirkiyeyê Gokhan Gurbuz, birayê parlementerê AKP’ê û endamê Desteya Rêveberiya Navenda AKP’ê Mazhar Bagli, cîgirê Midurê Şaxa TMO ya Rihayê Abdurrahman Bagli jî di nav de der barê 16 kesan de îdianame hat amadekirin. Ji vê dozê 4 kes girtî ne lê dosyeya Gokhan Gurbuz ji ber ku li Enqereyê rûdinê ji dosyeyên din hat cihêkirin.

Doz li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.  Dadgehê îdianame  qebûl kir û ji ber sûcên ‘bertîlxwarinê’ û ‘gelaciya di îhaleyan de’ ji bo 16 kesan ceza hat xwestin. Danişîna ewil ya dozê dê di 12’ê tîrmehê de were li darxistin.

Gendelî  û 15 milyon lîre kar

Kesê bi navê S.O yê ku di îdianameyê de şahidiyê dike, daxwaznameya îhbarê dide walîtiyê. S.O diyar kir ku midurê saziyê Denîz Ozoglu bi van bêqanûniyên li TMO’yê qewimîne dizane û çavê xwe li rewşê girtiye, ser meseleyê nixamtiye. Şahidê bi navêd S.O destnîşan kir ku van kesan 15 milyon lîre kar di dexl û dan de kirie, dewletê xistine zirarê û her wiha Abdurrahman Bagli û Halîl oncel di saziyê de çete ava kirine û biawayekî gendelî û nelirêtiyan kirine.

Girêdayî lêpirsînê di 6 û 7’ê meha nîsanê de Abdurrahman Bagli, karmendê gumrukê, Îbrahîm Oncel, wezîfedarê Şîrketa Bazirganiyê ya Derve û Sewqiyata Rojhilata Navîn Ahmet Yilmaz, Îsmaîl Akdemîr, Şafak Acar, Îbrahîm Bahşî, Abdullah Çelebî, Abuzer Yavuz, Alî Mengî, Omer Faruk Altundal, Feyyaz Gundogdû, Îbrahîm Cebe, Îbrahîm Dîrek, Mehmet Emîn Ozkan, Sadûn Ozkan û Hadî Altun hatin binçavkirin. Ji van 16 kesan Abdurahman Bagli, Ahmet Yilmaz, Îsmaîl Akdemîr û Şafak Acar di 10’ê nîsanê de ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Rihayê ve hatin girtin û wan şandin Girtîgeha Rihayê