5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk hewl daye li Biradostê tirkî serwer bike

Di vê pêvajoya ku êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) didomin û li herêmê bi cih dibe de derket holê ku Tirkiye hewl daye li herêma Bradostê waneyên bi tirkî bide zarokên kurdan. Li gorî nûçeyeke ku RojNewsê derbas kiriye, piştî ku Artêşa Tirk di sala 2017’an ve  li gundê Bermîze yê herêma Biradost a navçeya Soran a Hewlerê bi cih bûye hewl dide, çand, siyaset û zimanê tirkî li ser herêmê serwer bike.

Ji bo vê armancê leşkerên tirk serdana dibistanên li herêmê kirine û pêwîstî û tişt ji xwendevanan re birine. Heta leşkeran li dibistanê ji xwendekaran xwestine ku waneyên tirkî bixwînin. Rêveberê Perwerdeya Soran Ezîz Seîd, der barê mijarê de axivî û diyar kir ku 2 sal in Tirkiye hewl dide pêwîstiyên dibistanên herêma Biradost pêşwazî bike û wiha got: “Heta xwestin avahiya dibistanê nûjen bikin, lê zû Wezareta Perwerdeyê ji vê hewldana dewleta tirk hate agahdarkirin û me rê li vî karê dewleta tirk girt.”

Her wiha Cîgirê Şaxê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê ya Hewlêrê Newzad Omer jî li ser heman mijarê ji Rojnews’ê re ev tişt got: “Dewleta Tirk bi dehan kîlometre xaka Kurdistanê dagir kiriye. Her bi vê re jî nerawestiya ye, dixwaze çand,  fikir û nêrîna xwe fêrî zaroken me bike. Ev jî nayê qebûl kirin û divê Hikûmeta Herêmê helwest li ser hebe. Erka yekem û cewherî ya Hikûmeta Herêmê ew e ku xwe bi hikûmeta rewa ya vê herêmê dibîne, rê nede vê diyardeyê û tiştek wiha li herêma me de hebe. Nabe fikir û nêrîna welatek din têkelî ya welatê me were kirin û zarokên me li ser were perwerdekirin.”