5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyaseta Iraqê felc bûye

Krîza siyasî li Iraqê bûye wekî çîroka şûjinê ku tucaran bidawî nabe. Derdora salekê di ser hilbijartinan re derbas bû lê ji ber nakokiyên aliyên siyasî heta niha Iraqê nikaribû hikûmetekê ava bike. Di hilbijartinên dawî de Şepêla Sedir ya bi serokatiya Muqteda El Sedir bûbû partiya yekemîn lê nikaribû bi serê xwe hikûmetekê ava bike lewre koalisyonek PDK û serkê parlamentoyê Muhemed Helbûsî re kir lê dîsa nikaribûn hikûmetekê ava bikin.

Di encama nakokiya aliyê Sedir û aliyê çarçoveya kordînasyonî ya bi serkêşiya Nûrî Malikî, hemû hewldanên avakirina hikûmetê biser neketin û dawî jî Sedir da xuyakirin ku ew xwe ji siyasetê vedikişîne.  Her wiha aliyê Sedir parlamenterên xwe jî ji parlamentoyê vekişandin û banga fesixkirina parlamentoyê kirin. Her dawî jî Sedir pêşiyar kir ku hikûmeta demî ya bi serokatiya serokwezîr Mustefa Kazimî peywîra xwe berdewam bike û hilbijartinên pêşwext werin lidarxistin.

Lê aliyê Çarçoveya Kordînasyonî pêşiyar fesixkirina parlamentoyê nepejirand û da xuyakirin ku divê parlamento civînekê bike û li wir ev mijar were nîqaşkirin.

Herî dawî Sedir bang li PDK’ê û Helbûsî kiribû ku partiyên wan jî xwe ji parlamentoyê vekişînin da ku parlamento were fesixkirin lê hevambendên Sedir PDK Û Helbûsî ew pêşiyara Sedir nepijirandin.

Piştî vê yekê ango piştî ku hevalbendên Sedir pişta xwe danê, niha çavên her kesî li koalisyon û hevpeymaniyên nû ye, her wiha gelo dê Sedir piştî vê helwesta hevalbendên xwe çi bike.

Lewre jî wiha xuya dike ku êdî siyaseta Iraqê felc bûye û nikare gavekê bi pêş de biçe.