5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê têkildarî operasyonan de daxuyanî da

DFG'ê têkildarî operasyonên navenda wê Amed û li 21 bajarî hat kirin û operasyona vê serê sibehê navenda wê Enqere pêk hat daxuyanî da û got:"Hûn ê nikaribin pênûsa heqîqetê bitewînin û çapemeniya azad bêdeng bikin!"

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), têkildarî operasyonên navenda wê Amed û li 21 bajarî hat kirin û operasyona vê serê sibehê navenda wê Enqere pêk hat daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin di 25’ê Nîsanê de li Amedê ji 10 rojnamegerên hatine binçavkirin 4 jê hatine girtin û 6 rojnameger bi şertê kontrola edlî hatine berdan.

‘Hûn ê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin’

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 25’ê Nîsanê de navenda wê Amed li 21 bajaran operasyona binçavkirinan pêk hat û 10 rojnameger hatin binçavkirin. Ji vana 4 jê hatin girtin. Yên din jî bi şerdê kontrola edlî hatin berdan. Nûçeyên hempîşeyên me wekî sûc hatin hesibandin. Em wekî rojnameger hîn li ber edliyeyê û li korîdorên edliyeyê bûn mixabin di 29’ê Nîsanê de em bi operasyoneke din şiyar bûn. Bi ser malên Hevseroka komeleya me Dicle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz de hat girtin û hatin binçavkirin. Hevseroka me Dîcle di zexteke biçûk a li hemberî rojnamegeran de jî vê gavê diçe ber edliyeyê. Ev bi rojan e li ber edliyeya Amedê heta derengiya şevê sekiniye û bi hempîşeyên xwe yên rojnameger re ketiye nava piştevaniyê. Di 10 mehên dawî de bi operasyonên li dijî rojnamegeran 30 hempîşeyên me hatin girtin û gelek hempîşeyên me hatin binçavkirin.

Em dizanin ev operasyona berdewamiya operasyonên li dijî azadiya ramanê, mafê girtina nûçeyan, çapemeniya azad û operasyona bêdengkirina rojnamegerên kurd e. Ji hilbijartina herî krîtîk a di dîroka vî welatî de hindik maye. Loma jî bêguman ev operasyona hilbijartinê ye. Divê demildest dawî li van operasyonên li hemberî rojnamegeran bê. Çapemeniya azad bi salan e li dijî her zext û zordestiyê li ser piyan ma. Serî netewand û pênûsa xwe netewand. Wê kedkarên çapemeniya azad a ku parolaya wan ‘heqîqet e’ îro jî serî netewînin. Ev gavên ji bo çewisandina rojnameger û mafê girtina nûçeyan a gel belasebe ye. Divê Hevseroka komeleya me Dicle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz demildest bên berdan. Hûn ê nikaribin pênûsa heqîqetê bitewînin û çapemeniya azad bêdeng bikin!”