8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelo ew ê pûtên Nemrûd yeko yeko bên şikandin?

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Ev hilbijartin ji bo rihahiyan ezmûndayineke wijdanî û mirovî ye. Herwiha ev tekoşîneke Birahîmî û Nemrûdî ye jî. Loma, pir tê miraqkirin ka gelo çiqas ji rihayiyan ew ê li ba Birahîm cîh bistîne, çiqas wê li ba Nemrût

Wekî tê zanîn Hz Brahîm radihêle bivirekî û vêdikeve pûtên Nemrûd dişkîne. Paşê jî bivir datîne li ser milê pûtê herî mezin ê tirtire.

Bi hezaran sal derbas bû. Vaye dîsa hişmendiya Nemrûd û vîna Hz Brahîm hatiye pêşberî hev. Nîştimanperwerên Rihayê, xwe amade dikin bivir deunin  ser milê Bekir Bozdag.

Dixwazim gera xwe ya Rihayê, ji Wêranşarê dest pê bikim. Piştî me taştiyeke mîranî li mala dostekî xwar û pêve, ji bo rêwîtiyê ez xwe tev dijdînim. Vê carê ez bê erebe me. Erebeya emanet ya ez pê li Serhedê geriyabûm, min li Amedê teslîmî xwediyê wê kiribû.

Ji bo gera min ya li Riha û Dîlokê jî, ciwanmêrekî din soz dabû ku ew ê min bi erebeya xwe bigerîne. Hatibû wê êvarê ez ji Amedê hildabûm. Em bi hev re wê şevê li Dêrikê, li mala dostekî dimînin. Lê piştî taştiya me ya mîranî, aqilek tê wî û dibêje “abê welehîn îşekî min aaaacîl derket…” filan û bêvan û batirxan.

Erê lawo min fam kir, min famkir ha! Heke tu ji vî işê xwe bimîne, wê malik li te bivirite û weselam.

Hasilîkelam ez xwe berdidim devê sêriyana Dêrik, Qoser û Wêranşarê. Bi diayê dewrêşan û bi tirê gamêşan, ez li dolmîşekê siwar dibim û diçim Wêranşarê.

Çentên min, bûne bela serê min. Ji yekî dipirsim, ka gelo buroya “Yeşîl Sol Partî” li kuderê ye? Destê xwe ber bi jor ve dike, dibêje “haaaa waye, li ser riya Qerejdaxê ye!”

Ji kêfan, navbera min û xwedê buhustek cî dimîne. Dibe gufegufa şelwarê wî, ew ber bi jêr ve araste dibe. Heçî ez im, yên min jî bû kiltekilta min û ber bi buroya hilbijartinê ve dimeşim.

Ji dûr ve tê dîtin ku kimkima mêrên Qerejdaxî ne, li buroyê rûniştine û ji hev re gotebêj dikin. Tevdekên wan jî, Qerejdaxiyên orjînal in.

Nola edetê bav û kalan silaveke kurmancî li civata hazir dikim û diçim, tûrikên xwe û xulokpilokên xwe yên din datînim ser kursiyekî û ez jî ji xwe re fisek fisek li ser kursîkekî rûdinim. Herwiha bi dizîka jî li dora xwe dinerim. Lewra baş pê dizanim wê gavikek din çi were serê min. Û vaye tişta niqutîbû dilê min, bi serê min de hat jî!

Qey tu namêje mêrik berpirsiyarê buroya hilbijartinê ye. Nola şêfê KGBê min dide ber lêpirsînê: “tu çito kese? Tu î l’vir çer dike?…”

Dibe qurtequta xwêziyê di ber min de dimîne, “ez (u’rt) ji rojnama xwebûnê…”

Peyva min di devê min de nîvqurmiçî dike, “roja hebûnê, çito tişte?”

Êdî ez hew di xwe de hiltêm, ez ruhê xwe didim li ber çavê xwe dibêjim, lawo ma li her derê dinyayê rojnamevan ji xelkê pirsan dipirse. Lê li vira, vaye serê saetekê ye hûn min didin ber pirs û lêpirsînê.

Ji hêla wiyalî, kalemêrek jî pîbarî min radibe û dibêje “law ji lêwik veqerrin wîîî!”

Kurdiya min jî ne wek ya alemê ye; mîna ez bi japonî dipeyivim, tiştek ji min nayê famkirin. Ez him ji wan ditirsim, hem jî kêfa min ji wan re tê. Kefiya li serê wan, ya hinekan sorbelekin, ya hinekan reşbelekin, spî û pilipizêqîne. Hinek jî bi egal in. Ez di dilê xwe de dibêjim, himmm! Dêmek ev şêfê qebîlê ye.

Ma qey çiyî qerjdaxiyan ji çermesoran kêmtir in. Şêfê çermesoran perîkên teyr û tilûran didin serê xwe, heçî qerejdaxîne ew jî kefiyên rengo rengo û egalan didin serê xwe.

Lêpirsîna wan berdewan dike.

“Tu î ji ku tê?”

“Ji Amedê têm”

“Sifetê xe, ne ê van hêla ye”

Ez dinerim wiha nabe, dev ji kurdiya “aqedemîk” berdidim û direqînim dest bi turkmancî dikim: “Ez ji Carbekir têm. Bi eslê xwe ji Cêrikê me. Ji eşîra Metîna me. Navê bavê…”

Hîna nûh dev ji min berdidin û çayekê ji min re tînin.

Li Rihayê hilbijartin

Dikarim bibêjim bajarê herî bi kelecan, bajarê Rihayê ye. Lewra ji her nerînê li dij hev, mirov li vî bajarî henin. Çi ji hêla baweriyan ve, çi jî ji hêla gelên cûda ve, ji serdema Osmanî bigre heta dema me ya niha, timî bi demografya bajarê Rihayê hatiye lîstin. Lema jî, pergalê timî gelên li vî bajarî li hemberî hevdu cixirandine. Her wiha pergala eşîrtiyê jî, bi rengê xwe yê herî hişk gelekî bi bandor e. Tevahiya hilbijartinên li Rihayê, di bin siya van egran de pêktê. Loma jî, hilbijartina vî bajarî, hilbijartina herî bi helahela û bi heytego ye. Di her hilbijartinê de, sîleh tê teqandin û xwîn tê rijandin. Bûyera herî eyan ku ew ê ti caran neyê ji bîrkirin jî, komkujiya malbata Şenyaşar e.

Ev ger a min jî, ji Wêranşarê destpê dike û ew ê li Pîrsûsa ku malabata Şenyaşar lê dijî, bi dawî bibe.

Li buroya hilbijartinê ya Wêranşarê, yek jin bi tenê jî nayê dîtin. Lê li herêma Rihayê, navçeya cara yekemin jineke hilbijart û kirin şaredar jî, ev naçe bi xwe bû. Lema jî ev bi serê xwe mijareke balkêş e.

Bi mebesta ez bayê hilbijartina li nava Wêranşarê hilmijim, derdikevim nava bajêr digerim. Ji tizbîfiroşan bigre, heta penêrfiroşan helwesta hilbijêran ya berbelav ev e, dibêjin: vê carê Partiya Çepên Kesk ew ê li tevahiya Rihayê bibe partiya yekemîn. Ev jî wateya ku ew ê 5-7 parlementeran bi dest bixîne.

Jixwe bi awayekî gelekî eyan tê dîtin ku li tevahiya navçeyan (heran û kaniya xezalan ne tê de) Partiya Çepên Kesk gelekî li pêş e.

Hz Birahîm û Nemrûd li hember hev in

Beriya em dest bi rewşa navenda Riha yê bikin, werin em çav bavêjin hilbijartinên ji sala 2007 û vir ve. Di hilbijartina sala 2007’an de, namzetên serbşxwe ji sedî 20,14ê dengan wergirt û 2 parlementer şandibûn meclîsê.

Di hilbijartina sala 2011’an de, namzetên serbixwe ji sedî 26,97ê demgan wergirtibûn û dîsa 2 parlementer şandibûn meclîsê.

Di hilbijartina sala 2015’an de, partiya kurdan HDP wekî partî tev li hilbijartinê bûbû û rêjeya dengan ya ji sedî 38,1ê dengan wergirtibû û tam 5 parlementer bi dest xistibû.

Di hilbijartina sala 2018’an de di serî de komkujiya malbata Şenyaşar, herwiha li gelek deverên din gelek êrîşên hovane pêk hatibûn. Bi awayekî gelekî aşkere sindoqên dengan hatibûn revandin û gelek nelirêtiyên wekî din hatibûn jiyîn. Digel vê yekê jî, dîsa HDP’ê ji sedî 28,9ê dengan wergiribû û 4 parlementer şandibû meclîsê

Niha vaye dîsa hilbijartin hat li ber devê derî sekinî. Êdî dema xelkê Rihayê destê xwe deyne li ser wijdanê xwe û hesabê di serî de qîrîna malbata Şenyaşar, herwiha hesabê lodek bêedaltiyên wekî din, ji vê pergala hov bipirse. Ev ji bo Rihahiyan ezmûndayineke ûjdanî û mirovî ye. Herwiha ev tekoşîneke Birahîmî û Nemrûdî ye jî. Loma, pir tê miraqkirin ka gelo çiqas ji Rihayiyan ew ê li ba Birahîm cîh bistîne, çiqas wê li ba Nemrût.

Ez xebata Partiya Çepên Kesk ya li Rihayê meraq dikim. Bi vê mebestê ez diçim avahiya partiyê û der barê hilbijartinê de bi hevserokê bajêr, Ahmet Atiş re hevdîtinekê pêk tînim.

Hevserok Ahmet Atiş, parêzer e. Lema jî yekser di çarçoveya dadê de rewşê dinirxîne. Nimûneyekê jî dide, dibêje “di derbeya 15’ê tîrmehê de serokkomar bangî gel kir, da ku derkevin kolanan. Paşê 250 kes li ser banga wî hatin kuştin. Me jî ji bo rizgarkirina Kobanê bangî gelê xwe kir û di çalakiyan de 36 endamên me hatin qetilkirin. Qey ji wan re edet, ji me re qebhet e!? Di ser de jî tevahiya mirovên me bi sîlehên agirber hatin kuştin. Ev sîleh jî tenê di destê hêzên dewletê de heye…”

Hevserok  Ahmet Atiş gotinê tîne li ser namzetiya Bekir Bozdag ya li Rihayê, dibêje “bêdadiya herî mezin li Rihayê pêk hatiye. Ev serê sê sala ye ku Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferîd Şenyaşar li ber adliyeya Rihayê, nobeta edaletê digrin. Heta niha xwestekê wan pêk nebatiye. Qaşo Bekir Bozdag jî wezîrê dadê ye. Bê şerm hatiye li vî bajarê ku hiqûqa ji wî berpiriyar hatiye binpêkirin, bûye namzetê parlementeriyê.”

Ti kes bi qasî mirovê mafdar ne wêrek û ji ber xwe piştrast e. Wer tê famkirin ku rojekê Bekir Bozdag li platformekê bê pêşberî parêzer Ahmet Atiş ê zîrek, ew ê wer lêbike ku kûçik jî nan ji destê wî negre.

Li Rihayê, qayişkêşiyeke dijwar a hilbijartinê tê meşandin. AKP’ê hêza xwe ya berê li Rihayê jî wenda dike. Tifaqa Milet ya CHP’ê pêşengiyê jê re dike jî, li Rihayê vedije. Jixwe heçî Partiya Çepên Kesk e, pêşketineke şênber bi dest xistiye. Heke neyêniyeke ne di hesab de neqewime, îhtîmala Partiya Çepên Kesk li Rihayê bibe partiya yekemin.

Xwedawenda dadê; Emîne Şenyaşar

Ma meriv biçe Rihayê û neçe serdana dayika Emîne Şenyaşar, qet çêdibe?

Dayika Emîne ji zûde, di dilê mirovên xwedî wjdan de bûye xwedawenda dadê.

Dayika Emîne Şenyaşr bi tenê li ber panqarta xwe ya “edalet ji bo malbata şenyaşar” nivîsandî rûniştiye. Kurê wê Ferîd, van rojan wê bi tenê dihêle. Lewra ew diçe xebata xwe ya hilbijartinê dimeşîne. Wek tê zanîn, Ferîd Şenyaşar, namzetê rêza 4. ê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê ye.

Ez diçim tewafa dayika Emîne Şenyaşar. Dayika Emîne destê xwe ber bi jor vedigre û dest bi nifirên xwe yên ji gula topê jî dijwartir dike…

Pir derbas nabe, kurê wê Ferîd Şenyaşar jî tê. Piştî demekê êdî dema çûyina wan a malê tê. Panqarta xwe li hev dipêçe, baxaca texsiya xwe vedike û panqartê davêje dawiya texsiyê. Di baxacê de sicadeya wan a nimêjê, kursiyeke naylonî û termûzekî wan ê avê heye.

Ez deriyê pêşî ji dayika Emîne re vedikim. Dayika Emîne li pêşiyê siwar nabe. Ez israr dikim. Ew jî israr dike, dibêje “berê timî ez li kêleka Celalê xwe siwar dibûm. Piştî Celalê xwe, min li xwe heram kiriye ku ez ê li kêleka ti şifêran siwar nebim.”

Çizînî ji kezeba min tê. Dayika Emîne li paşê rûdinê, ez derbasî pêşiyê dibim, Ferîd jî derbasî li ser dîrekisyon dibe û em hersê berê xwe didin Pîrsûsê.

Ez ji Ferîd re dibêjim “we rojnivîs girtine gelo?”

Diya Emîne li paş bersîva min dide, dibêje “law ma me digot qey rojekê duda ew ê xwestekê me were cî. Ma me çi zanîbû ew ê wa bibe. Ev serê sê sala ye em li van rastan perîşan bûn. Tiştek nema neaînin serê me. stûna mala min (hevserê wê) û du kurê min kuştin. Fadil ê kurê min jî kirine girtîgehê. Ma ev çito edalet e?”

Ez der barê hilbijartinê de çend pirsan ji Ferîd dipirsim. Ew jî dibêje “gelek kes dibêjin em AKP’yî ne. Lê em vê zulma li we hatiye kirin jî bi çavê serê xwe dibînin. Em sozê didin te ku dengê me ji te re ye.”

Li bajarokè Elîgor a nêzî Pîrsûsê em li restorantekê disekin in. Ji helwera xelkê diyar dibin ku, malbata Şenyaşar di çavê wan de malbateke pîroz e. Lê hinekî jî bi fikar in. Lewra malbata Îbrahîm Xelîl Yildiz ê neyarê malbata Şenyalar jî li Pîrsûsê rûdinê. Diyare ku herkes xwe ji belaya wan mihafize dikin.

Paşê em dayika Emîne li malê datîne, ez û Ferîd Şenyaşar em diçin buroya hilbijartinêli nêzî mala wan. Di rê de, Ferîd dikana xwe ya bûyer lê qewimîbû raber min dike.

Em ji wir derbasî buroya hilbijartinê dibin. Maseya me qerebalixe. Sê heb ji wan, bi awayekî dorveger qala îşkenceya xwe ya salê 82’an ya zîndana Amedê dikin. Yek ji wan qala fîlmê navê “gûyê min li ser serê min” dike. Û dibêje em ciwanên Pîrsûsê  bûn. Temenê me 16-17 sal bû. Ev filmê hanê, yê jiyana me ye.

Em nizanim li kuderê destpê bikin û li kuderê bisekinim. Herçiqas Qadirê dîn tê me dide kenandin jî, lê dîsa jî hewayeke dilguvêşîner serdest e.

Ciwanek ji min re dibêje, “mamoste bila gotin di navbera me de be, ev îşkence hîn jî berdewam e. Hevalekî min hîn nû zewicandî bû, girtin û îşkenceya giran li wî kirin. Bi kelbetanê, organê wî yê zayendî kişandine. Niha tedawî dibe. Lê mixabin wer tê famkirin ku ji mêranî de ketiye”

Ez dixwazim wî xortî nas bikim. Lê xort naxwaze navê wî derkeve. Bê lome be! Ez jî nizanim ez çer bikim. Bi soza ez ê navî wî nebêjim, careke din ez werim ew ê xwe bi min bide naskirin.

Ez û Ferîd Şenyaşar em vedigerin malê. Ferîd qenala nûçeyan vedike. Qenalên televziyenê tevdek qala nexweşiya serokkomar Eerdogan dikin.

Li hêla wiyalî dengê nifirê dayika Emîne tê bihîstin…

Û heçî ez im, ez ji xwe re dibêjim “te dixwest xweşikahîyê, bedewîyê, keskesorên piştî taviyên biharan, pirpinîkên birdik birdikî, kulîlkên ku hîna navek ji rengên wan re nehatine dîtin û eşqa şeydayên nemituhkirî binivîsanda. Lê ka ma çi, meriv arê di dilê dayika Emîne de dibîne, ji nedîtî ve were. Ez xwe çiqas bêmecal dibînim. Ka ew qelem, ka ew hibir, ka ew gotin! Ka, ka, ka!

Dibe sibe zû. Em radibin. Bikevin rê. Ferîd min li ber dolmîşa ji Elîgor diçe Dîlokê datîne. Ez dîsa diçim destê dayika Emîne. Em xatir ji hevdu dixwazin. Ew ber bi edliyeya Rihayê ve diçin. Ez jî berê xwe didim Dîlokê.

Heke hinek ji min bipirs in, bibêjin kurdistan dişêbe çi. Ez ê bibêjim, kurdistan dayika Emîne bi xwe ye.