26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di 10 salan de 228 zarok hatin kuştin

Îro 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê ye. Neteweyên Yekbûyî ji bo mafê zarokan biparêze, bi îmzeya 196 welatan ev peyman îmze kir. Tirkiye di sala 1990’î de peyman qebûl kir û di 1995’an de ev peyman xist meriyetê.

Lê li gel ku Tirkiye ev peyman qebûl kiriye û îmze kiriye jî herî zêde mafê zarokan tê binpêkirin. Li gorî daneyên Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di 10 salên dawî de 228 zarok hatin kuştin. Li gorî daneyên Komîsyona Mafên Zarokan a HDP’ê jî li Tirkiyeyê zêdeyi 2 milyon zarok kar dikin. Li gorî rapor û daneyên ÎSÎG’ê jî niha zêdeyî 2 milyon zarok kar dikin. Li gorî raporan di 8 salan de 513 zarok bûne qurbana kar.

ÎHD: Di 10 salên dawî de 228 zarok hatin kuştin

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê bi minasebata Roja Mafê Zarokan a Cîhanê raporek aşkere kir. Alîkara Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Silademîr têkilî binpêkirina mafê zarokan a di navbera salên 2011-2021’an agahî da û got: ”Di 10 salan de bi tevahî 228 zarok hatine kuştin, ji sedî 78 kur, ji sedî 22 keç in. Nêzî 30 zarokên hatin kuştin temenê wan 0-5 salî ye. Ji 228 zarokên hatin kuştin jê 64 kes bi guleyên TSK’ê hatine kuştin. 62 zarok jî bi teqînên bombeyan hatine kuştin.

HDP’ê Komîsyona Mafê Zarokan ava kir

Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Navenda Giştî ya Partiyê, bi civîna çapemeniyê avakirina xwe ragihand. Komîsyonê der barê 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de civînek li dar xist. Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, bal kişand ser binpêkirinên mafên zarokan û wiha got: “Li gorî daneyên fermî li Tirkiyeyê nêzî 2 milyonan zarok dixebitin. Rexmî ku xebitandina zarokan qedexe ye jî ji bo astengkirina xebitandina zarokan tu tiştek nayê kirin.”

Kaçmaz bal kişand ser zarokên girtî û ev agahî parve kirin: “345 zarokên temenê wan di navbera 0-6 salan de bi dayikên xwe re girtî ne. 60 ji wan keç bi giştî hezar û 896 zarok li girtîgehan tên ragirtin. Tundî, îşkence, tacîz û mehmeleya xebar li zarokan tê kirin.”

Endama Komîsyona Zarokan a HDP’ê Nûray Turkmen jî xebatên ku ji bo zarokan bikin rêz kir û ev agahî dan: “Em ê xebatên xwe yên ji bo avakirina komîsyoneke di bin sîwana meclisê de ya tenê ji bo zarokan bimeşînin.

* Em ê xebatên xwe yên ji bo avakirina Wezareta Zarokan bidomînin.

* Em ê ji bo budçeyeke li gorî zarokan bixebitin.

* Em ê bi rêxistinên sivîl, baro û saziyên din re panelek li dar bixin û ji bo polîtîkayeke zarokan a tevahî bixebitin.

* Em ê ji bo avakirina bingeheke qanûnî ya amadekirina raporên Nirxandina Bandora Zarokan (ÇOED) bixebitin.

* Em ê ji bo lidarxistina xebatên herêmî û navneteweyî yên rakirina îttîrazên Tirkiyeyê yên li ser xalên 17, 29 û 30’emîn ên Peymana Mafê Zarokan bixebitin. .

* Em ê ji bo pêkanîna xebatên girtina girtîgehên zarokan xebatên qanûnî bimeşînin.

* Em ê ji bo girtina Dibistanên Heremî yên Şevînî ku bûne saziyên qirkirina çandî û derxistina holê ya texrîbata ku ava kirine, bi navê “Komîsyona Lihevkirin û Heqîqetê ya Dibistanên Herêmî yên Şevînî” xebatên avakirina komîsyonekê bikin.”

ÎSÎG: 2 milyon zarokên karker hene

Li gorî dane û raporên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) di cotmehê de herî kêm 165 karker bûn qurbanên cînayetên kar. Li gorî rapê di 12 mehên 2021’an de jî Hezar û 853 karker bûn qurbanên kar. Li gorî rapora ÎSÎG’ê jî li Tirkiyeyê herî kêm 2 mîlyon zarokên karker hene. Li gorî agahiyên Endamê Meclîsa ÎSÎG’ê Murat Çakir, di 8 salan de 513 zarok bûn qurbana cînayetên kar.

Li gorî Wezareta Civakî û Xebatê jî di sala 2020’an de zarokên karker ên hatin tespîtkirin 12 hezar û 457 kes in. Di 2021’an de jî hêjmara zarokên karker 27 hezar in.