Rojnameya Heftane

Di demên dîjîtal de rêxistinkirina tevgeran II

Di nivîsa xwe ya beriya vê de ez li ser bikaranîna medyaya civakî ya ji hêla rêxistinan ve sekinîbûm. Di vê nivîsê de jî dixwazim balê bikişînim ser heman mijarê. Ji xala duyem berdewam dikim.

  1. Yek ji mijarên mirov nikare tenê bi xebatên rêxistinên jinan sînordar bike, xebatên der barê zimanê kurdî de ye. Di demên koronayê de xwe çalakkirina ji bo zimanê kurdî him hêjayî silavkirinê ye û him jî sedema rexneyê ye. Gelek platform, rêxistin, sazî û tevgerên kurdîhez van rojên li malê ji bo hînbûn, fêrkirin û pêşxistina kurdî wek derfet dîtin û materyalên curbecur amade kirin, bi awayên online pêşkêşî gel kirin. Ne tenê ji bo kurdan, di heman demê de ji bo kesên dixwazin fêrî kurdî bibin, kursên online hatin vekirin. Ji bo zarokan vîdyoyên çîrokan, ên klasikên cîhanê û Kurdistanê hatin amade kirin, û hwd.

Ev helwest wek xwedîderketina çand û zimanê kurdî bi awayekî pratîk di ajandayên tevgeran de cihê xwe girt û di çarçoveya dîrokî ya netewayetiyê de wek amûreke tekoşînê ya rêxistinan derkete pêş. Bêguman xebatên der barê zimanê kurdî de ji demeke dirêj ve ye bi riya medyaya civakî ji hêla gelek kes û saziyan ve tên pêşkêşkirin. Bi riya çalakbûna rêxistin û tevgeran ev derfet hîn zêde hat xuyakirin. Ev di heman demê de mijara rexneyê ye jî, lewre hîn di vê helwestê de ji xeynî derengmayînê, xetereya wek hobiya demên koronayê dîtin jî xwe vedişêre. Lazim e, ev wek xebateke esasî berdewam bike.

  1. Hat dîtin, di van rojên pandemiyê de pirsgirêkên civakî ji bo kes û civakên dezavantaj rewşê hîn xerabtir dike. Feqîr hîn feqîrtir dibin, bêmal hîn bêwartir dibin, jinên di tengasiyê de hîn tengezartir dibin, pergalên zordar hîn zordartir dibin. Li dijî vê yekê nîşandana helwestê, birêvebirina siyaseteke civakî ya bi riya amûrên dijital, beramberê vê hişyarkirin agahdarkirin û mobîlîzekirin gel dişibe hunera bi yek kevirî xistina deh sêvan (ne çivîk). Gelek rêxistinên jinan bi taybetî di mijara tundiya li ser jinan û rewşa penaberan de, di mijara malmayîn û pirsgirêkên girêdayî vê de, her wiha li dijî polîtîkayên dewletan, ku hîn agresiftir bûne de, kampanya û xebatan dimeşînin. Ligel bikaranîna medyayê ya bi awayekî cihêreng di vê rewşê de ya nû ew e ku, rêxistin û tevger qada medyaya civakî wek qada mîtîngê bi kar tînin. Û axaftvanên wan bi giştî –êdî ne tenê berdevk, pispor an jî kesên navdar- jinên ji her qadên civakê ne. Qada online ji herkesî re derfeta temsîliyeta wekhev pêşkêş dike.
  2. Tekoşîna jinan a li dijî newekheviyê û bindestiyê ji destpêka sedsala 21’î de gihîşte asteke nû. Tekoşîn û berxwedanên cuda yên jinan li her devera cîhanê bi awayekî transnasyonal xwe digihînin hevdû, torên hevpar ava dikin, bangewaziya tekoşîna hevpar mezin dikin. Meh tuneye, bê konferans an jî civîneke bi vî rengî derbas nebe. Bi taybetî tekoşîna jinên kurd a li Kurdistanê û tekoşîna jinên Zapatîstayê li her platformî wek mînak tên nîşandayîn. Di rojên em tê re derbas dibin de gelek rêxistinên jinan civîn û konferansên xwe, her wiha torên xwe derbasî qada online kirin. Wek mînak civîna online ya jinên zapatîstî ya bi mijara ‘jin têdikoşin’ ji hêla 17 hezar kesan ve hat şopandin, heta ji ber hejmar gelek zêde bû, gelek kes jî nikaribûn bi awayekî zindî civînê bişopînin. Qada medyaya civakî ji nişka ve sînor û dûrbûnan bêwate kir, bi dehhezaran kes dikarin tekoşînên li deverên cuda yên cîhanê bişopînin, ji wan feyz û sûdê wergirin. Qada dîjîtal him di avakirina torên transnasyonal û him jî agahdarkirina der barê van toran de derfeteke alternatîf pêşberî mirovan-bi taybetî jinan dike.
  3. Bêguman xal dikarin bên zêdekirin; lê di çarçoveya vê gotarê de wek xala dawî mirov dikare hevkarî û cudahiyên çalakiyên “offline” û “online” bigire dest. Ji ber rewşa awarte mafên bingehîn ên wek lidarxistina çalakiyan an jî serbestiya tevgerandinê ji binî hatin sînordarkirin. Lê dîsa jî rêxistin li cihên derfeta derketina derve lê heye, bi yekkesî an jî du kesî, heta di hin rewşên derasayî de –wek mînaka penaberan- hîn zêdetir dikarin li derve, her qadî ji xwe re bikin qada çalakiyê. Ev yek wate û girîngiya çalakiyên girsî/negirsî ji nû ve dide şîrovekirin. Êdî çalakiyên (dîjîtal an jî real ) ên bi çend kesan an jî bi milyonan ne pîvanên serkeftin an jî binketinê ne.  Lewre ya rêxistinan demdirêj û li gorî demê li ser lingan dihêle, ji xeynî doza wan a mafdar bikaranîna amûrên tekoşînê yên birêkûpêk û domdar in.