8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Yekitiya neteweyî ferz e

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di sedsala em tê de dijîn, nasnameya neteweyî pir girîng e. Her ferd an jî kes, ji welat zêdetir xwe bi nasnameya xwe ya neteweyî  dide naskirin û nas dike. Lewma ji bo gelan nasnemeya neteweyî pir girîng û xwedî nirxekî pir hêja ye. Bi taybetî ev ji bo gelên bi her awayî nasnameya wan tê înkarkirin û tune tê hesibandin mijara sereke ya tekoşîn û hebûnê ye.

Gelê kurd heya niha her dem li ser axa xwe bi gelên cînar re di nav aştî û aramiyê de jiyaye. Lê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de cara yekem axa Kurdistanê bi peymana Sykes-Pîcot a di 29’ê Nîsana 1916’an de hat îmzekirin ve bu çar perçe. Bi peymana Lozanê ya di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de jî bi awayekî dayîmî perçekirina Kurdistanê hat erêkirin. Ji wê demê heya niha gelê kurd ji bo ji nû ve azadiya xwe bi dest bixe di pêşengiya rêxistinên cuda ve tekoşîna azadiyê bê navber daye meşandin.

Di roja me ya îroyîn de tekoşîna gelê kurd gihîştiye asteke pir hêja. Lê di demên borî de şer û pevçûnên ji bo azadiya axa Kurdistanê hatine kirin her dem bi perçeyekî axa Kurdistanê ve sînordar mane. Ev jî bûye sedema tekoşîna hatiye meşandin negihê asta nasnemeyeke neteweyî.

Dema mirov şert û mercên heremê bi wê ve girêdayî hevsengiyên siyasî yen qada navneteweyî dide ber çavan bi awayekî aşkera tê dîtin, bi hesabekî ango bi têkoşîna li parçeyekî tê meşandin ne gengaze tevayî axa Kurdistanê bê rizgarkirin. Lewma ji bo gelê kurd xwe ji vê qedera xirab rizgar bike beriya her tiştî pêwîst e yekitiya xwe ava bike.

Bêguman li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê ji bo di nav sazî, partî û dezgehên Kurdistanî de rihê yekitiya neteweyî bê avakirin gelek hewildanên hêja çêbûn. Di vê mijarê de herî zêde Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di demên cuda de gelek xebatên hêja dan meşandin û hîn jî dide meşandin. Di encama van xebatên hêja de heya radeyekê tifaqa gelê kurd hat avakirin jî. Lê ji bo ev xebata gelê Kurdistanê ya xwedî nirxekî pir hêja ye negihêje armanca xwe, neyarên kurdan û Kurdistanê jî xebatên dijber dikin.

Di çar perçeyên Kurdistanê de ji bo Yekitiya Neteweyî bangewazî û projeyên hemû partiyên kurd, sazî û kesên rewşenbîr, hunermend û kesên di nav civakê de tên naskirin çêbûn. Di vê mijarê de heya astekê pêşketinên hêviyên gelê kurd mezintir kirin çêbûn. Lê her tim ev hêvî ji hêla PDK’ê ve hat tunekirin.

PDK bi vê pratîka xwe ya xirab ve, bi awayekî aşkera dibejê “ez ji bo çar perçeyên Kurdistanê heya ji bo tevahî başûrê Kurdistanê tenakoşim.” PDK bi erêkirina dewleta tirk ve li herêma Behdînanê li ser hin dewlemendiyên Kurdistanê xwe û hevalbendên xwe dide jiyîn. Lewma tirsa wê ew e, ger tifaqa bi dewleta tirk re çêkiriye xira bibê wê ev dewlemendî jî ji destê wê biçin. Ji ber vê yekê di serî de Neçîrvan Barzanî û hin rayedarên PDK’ê bi hebûna artêşa dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê qet ne aciz in. Ew vê hêza dagirker ji bo xwe jî wek temînatekê dibînin. Di vê mijarê de pêwîst e rayedarên PDK’ê guh bin vê gotina pêşiyên me ya dibêje; “Dijminên bavan nabin dostên lawan”.

Yekem armanca dewleta tirk, çi dibe bila bibe astengkirina yekitiya gelê kurd e. Ji bo ev yekitî pêk neyê jî PDK bi kar tîne. Hemû neyarên gelê kurd baş dizanin ger gelê kurd yekitiya xwe ya neteweyî ava bike wê di herêmê de bibe hêzeke sereke. Lewma yekitiya neteweyî ji bo gelê kurd çiqas ferz be ji bo wan jî astengkirina vê yekitiyê ewqas ferz e.

Di Kurdistanê de êdî baweriya gel bi yekitiyê çêbûye. Ev bawerî gihaştiye asta dikare hemû lîstikên qirêj ên li ser înkarkirina gelê kurd hatine avakirin vala derxe. Lewma di Kurdistanê de partî ango kesên li pêşiya vê yekitiyê dibin asteng wê nikaribin xwe ji wendabûnê rizgar bikin.

Asta zanebûnê û rêxistina gelê kurd gihaştiyê, aşkera dike gelê kurd di wê sed salê de ne mecbûrê li gor peymanên li ser hatine ferzkirin bijî. Lewma ji bo azadiyê beriya her tiştî Yekitiya Neteweyî ferz e.