26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşa li dijî nexweşxaneyê de mirî û birîndar hene

Balafirên şer nava rojê nexweşxaneya Şikaniyê bombe kir. Têkildarî mijarê Navenda Ragihandina YBŞ’ê destnîşan kir ku Nexweşxaneya Sikêniyê ya bûye hedefa bombebaranên Tirkiyeyê ji bo pêdeviyên tendirustiyê ya hêzên parastinê û gelên Êzidî û Ereb hatibû vekirin. Navendê diyar kir ku di êrîşê de kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene û dê Fermandariya YBŞ’ê têkildarî mijarê daxuyaniyê bide.

Navenda Ragihandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) derbarê êrîşên balafirên şer ên Tirkiyeyê de ev agahî parve kir: “Îro piştî nîvro saet di 14.00’an de bi kordîneye balafirên bê mirov ên keşfê re balafirên şer Nexweşxaneya Sikêniyê ya girêdayî Şingalê bombebaran kirin. Ev nexweşxane di bin parastina YBŞ’ê  de ji bo pêdeviyên tendirustiyê ya hêzên me yên parastinê, gelên me yên Êzidî û Ereb hatibû vekirin. Lê îro bû hedefa dewleta Tirkiyeyê. Ev nexweşxane bi temamî di bin xizmeta Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û gelê herêma Şingalê de bû. Dewletê piştî êrîşa 16’ê Tebaxê, îro jî êrîşî Şingalê kir. Di vê êrîşê de şehîd û birîndar hene. Heta neha şehîd û birîndarên ku di bin xirbeyan de mane, nehatine derxistin. Derbarê mijarê de wê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şingalê ( YBŞ) bi berfirehî daxuyaniyekê bide.”