27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di hefteyekê de herî kêm 286 kesan jiyana xwe ji dest dan

Nexweşiya vîrûsa koronayê di dawiya sala 2019’an de li Çînê derket û belavî hemû cîhanê bû. Piştî belavbûna vîrûsê hemû welatan tedbîrên dijwar girtin û têkiliyên xwe yên bi hev re kêm kirin. Ev kêmkirin, ji aboriyê bigire heta jiyana rojane bandoreke neyînî li civakê kir. Hemû welat ketin pêşbirka dîtina dermanê koronayê ku bû sedema mirina sedhezaran mirovan lê heya niha dermanê koronayê nehatiye dîtin.

Vîrûsa koronayê bandoreke mezin li bakurê Kurdistanê û Tirkiye jî kir. Heya niha li bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji ber vîrûsa koronayê bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane.

Tenê di hefteya borî de li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 286 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan. Ev hejmar li gorî daxuyaniyên wezareta tenduristiyê hatiye diyarkirin. Rêxistinên tenduristiyê destnîşan dikin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin, ji yên wezaretê zêdetir in.

Bi sermayê re, hejmara pêketiyan û yên jiyana xwe ji dest didin her diçe zêde dibe. AMED