27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ebadî: Lihevkirina Hewlêr û Bexdayê pirsgirêkan çareser nake

Nerazîbûnên li hemberî lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê, her diçe zêde dibin. Herî dawî serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê Hevpeymana Nesir ê niha Heyder Ebadî jî li dijî lihevkirina li ser Şengalê nerazîbûna xwe anî ziman.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî, di daxuyaniyeke çapemeniyê de lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê rexne kir û diyar kir ku lihevkirina Bexda û Hewlêrê dê pirsgirêkên li herêmê çareser neke.

Ebadî di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dê weke Hevpeymana Nesir ne bi siyaseta Hikûmeta Iraqê ya bi Herêma Kurdistanê re bin.

Ebadî got ku ew ne li hemberî kurdan in lê ew li gel çareseriyeke di çarçoveya destûra bingehîn de ne û ev ji bo misogerkirina jiyana hevbeş û aştiya ji bo her kesî ye.

Her wiha Ebadî di dawiya daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de da zanîn ku ew ne li dijî kurdan in, berevajiyê vê ew bi xebatên xwe bi doza dîrokî û rast a gelê kurd re ne. BEXDA