27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di salekê de 252 kolber bûn qurbanî

Li Îranê bi salan e ji aliyê gelê rojhilatê Kurdistanê ve kolberî tê kirin. Kurdên Rojhilat ji bo bazirganiyê bi awayekî qaçax derbasî başûrê Kurdistanê dibin û danûstandinê dikin. Ev bazirganiya kurdan a navxweyî ji aliyê rejîma Îranê ve nayê qebûlkirin û kurdên ku bi vî şixulî re mijûl dibin tên qetilkirin. Li gel hemû bertekên kurdan jî ev yek ji aliyê Îranê ve nayê terikandin û her sal bi dehan kurd li ser sînor tên kuştin. Ji ber şert mercên ne baş ên çûnûhatinê jî bi dehan kolber jiyana xwe ji dest didin.

Di sala 2019’an de jî bi dehan kurdên ku kolberî dikirin ji aliyê rejîma Îranê ve hatin qetilkirin û ji ber şert û mercên nebaş jiyana xwe ji dest da. Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku mirin û qetilkirina kolberan her sal rapor dike, rapora mirin û qetilkirina kolberan a 2019’an aşkera kir. Li gorî rapora Hengawê li ser sînorê rojhilat û başûrê Kurdistanê herî kêm 252 kolber di sala 2019’an de jiyana xwe ji dest dane.

Kolberên zarok jî hatine kuştin

Di raporê tê destnîşankirin ku ji van kolberan 72 jê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û 172 kolber jî hatine birîndarkirin. Di raporê de hûrgiliyên têkildarî mirina penaberan jî hatine parvekirin û li gorî vê yekê 50 kolber bi gulereşandina hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatine kuştin û kolberek jî ji ber teqîna mayînê jiyana xwe ji dest daye. Dîsa 23 kolber jî ji ber bûyerên xwezayî jiyana xwe ji dest dane.

Dîsa li gorî raporê 8 kolberên zarok ku temenê wan di bin 18 saliyê de ye, li ser rêya kolberiyê hatine kuştin. 6 kolberên zarok ji ber gulereşandina hêzên leşkerî yên rejîma Îranê û 2 kolberên zarok jî ji ber sermayê li ser rêya kolberiyê jiyana xwe ji dest dane. Li aliyê din di sala 2018’an de jî 241 kolber jiyana xwe ji dest dabûn, li gor sala borî mirina kolberan ji sedî 8.4 zêde bûye.