Rojnameya Heftane

Di şerê serweriyê de merhaleyeke nû

Mehmet Şahîn

Çîroka kurdan a bi Qasim Silêmanî re di sala 1979’an de bi serhildana Mahabadê re dest pê dike. Ji wê salê vir ve, di hemû komkujiyên li hemberî kurdan de ew heye

Piştî ku serweriya DAIŞ’ê ya li ser xakê bi dawî bû, hêzên li pey serweriyê ne dest bi şerê hev kirin. Kuştina bi sûîqestê ya yek ji rêveberên herî girîng ê leşkerî û siyasî yê Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Haşdî El Şabî Mehdî El Muhendîsî li Bexdayê nîşan dide ku dê Şerê Cîhanê yê Sêyem ê li Rojhilata Navîn girantir û berfirehtir bibe.

Ayetulah Alî Hamaney ji hêla hişmendî û bîrdoziyê ve ji bo şoreşa îslamî ya Îranê çiqasî girîng be, Silêmanî jî ji hêla leşkerî, ewlehî û parastina rejîma îslamî ve ewqasî girîng e. Lewre, Silêmanî ne fermanderekî ji rêzê ye, rasterast bi Alî Hamaney ve girêdayî ye. Ew û Elî Hamaney hevûdu temam dikin. Ji ber ku her tim bê fikar û bi awayekî canfeda paêazvaniya rejîma îslamî kiriye û ji ber lêhengî û fedekariya wî li Îranê jê re digotin şehîdê zindî.

Fermandarê xeyalet

Di çarcoveya plansaziya parastina rejîmê de şerên Îranê yên asîmetrîk û yên bi destê wekîlan li derveyê Îranê dihatin meşandin hemû di bin fermandarî û bi plansaziyên Silêmanî de pêk dihatin. Lewre, pênaseyên ‘fermandarê xeyalet, şûrê Îranê yê Rojhilata Navîn û hwd.’ belesebeb lê nehatine kirin û hedefgirtina wî jî ne teseduf e. Fermandarê gelek hêzên nepenî û paramîletêr ên pîvanenas û xwînrij bû. Berpirs û koordînatorê hemû kiryarên derhiqûqî yên dewleta Îranê yê Rojhilata Navîn û rêveberê stratejiya şerê asîmetrîk ê li Iraq, Yemen, Lubnan, Afganistan û Filistînê bû.

Dijminê sondxwarî ye

Çîroka kurdan a bi Silêmanî re di sala 1979’an de bi serhildana Mahabatê dest pê dike. Di 22 saliya xwe de bi dijberî û zordariya xwe ya li dijî serhildêrên kurd dikeve çav û pêlik bi pêlik payebilindbûna wî dest pê dike. Ji wî salî vir ve ye di hemû komkujî û hovîtiyên li dijî kurdan de li ber perdê nebe jî di pişt perdê de ew hebûye.

Yek ji kiryarên wî yên li dijî kurdan ên herî girîng jî di referandûma Başûr a 2017’an de pêk hat. Kerkûk jî di nav de di windakirina ji sedî 40 erdnîgariya başûrê Kurdistanê de rola sereke ya Silêmanî bû. Ji milekî ve berê çeteyên xwe yên hêzên Heşdî Şebî da wargehên Kurdistanê, ji milê din ve bi gefxwarin û şantajan tifaqa PDK û YNK’ê tune kir û nakokiyên di navbera wan de heyî kûr kir û mixabin wekî her carê bêtifaqiya civaka kurd careke din ji serkeftina xwe re kir bingeh. Lewre ji bo kurdan Silêmanî dijminê sondxwarî yê kurd û Kurdistanê ye.

Dewleta Îranê û dewleta tirk bi sûîqastên derhiqûqî gelek serok û rêberên kurd û muxalîfên xwe qetil kirin. Îsraîl, Rûsya û Amerîka demeke dirêj e di qada navneteweyî de serkêşiya vê rêbaza kirêt dikirin. Lê ya girîng van dewletan heta niha ev kiryarên xwe yên kirêt tu carî qebûl nedikirin û nedigirtin ser xwe.

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn

Belê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn roj bi roj kûrtir dibe û erdnîgariya Kurdistanê jî di navenda vî şerî de cih digire. Xeterî û metirsî herî zêde ji bo civaka kurd hene. Lewre herî zêde pêdiviya civaka kurd bi baldariyê heye. Pêdivî bi girtina bergiriyên civakî yên pêwîst heye. Rewşên kaotîk bi qasî ku di xwe de gelek metirsiyan dihewînin ewqasî jî fersendan jî di xwe de dihewînin. Kî bi hêz be û bi disîplîneke rêxistinî tevbigere ji pêvajoyên kaotîk serkeftî derdikeve. Ev heqîqeteke diyalektîkê ye.

Ev heqîqet bi awayekî zelal ji me re wiha dibêje; erdnîgariya Kurdistanê careke din bê hemdê kurdan dibe qada şerê hêzên hegemonan. Heke civaka kurd dawî li parçebûna xwe neyne û tifaqa xwe ya neteweyî pêk neyne dê careke din bi berdêlên herî giran re rûbirû bimîne.Heke civaka kurd yekitiya xwe ya neteweyî pêk bîne û di nav tifaqa neteweyî de tevbigere dê karibe xwe û welatê xwe biparêze û destkeftiyên xwe zêde bike.

Bi mudaxeleya pergala kapitalîst 200 sal in li Rojhilata Navîn bûye gola xwînê. Diyar e ku heta dawî li mudaxeleya pergala kapîtalîst neyê dê herîkîna xwînê bi dawî nebe. Kurd bi tifaqa xwe ya neteweyî dikarin ji neteweya demokratîk re pêşengî bikin û dawî li hewldanên pergala kapîtalîst ên kirêt û xwînrij bînin.