26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di van rojên berkendal de…

“Li heyvê dinêrim ji paceya girtîgehê/heyv bilind û ronak/girtîgeh kûr û tarî/li heyvê dinêrim…/lê heyv ji çavên min ditirse/û dibêje ev keçik şeyda ye hewarê!/ev keçik evîndar e…” Mizgîn Ronak.

Ev helbesta ku te beriya 15-20 salan nivîsiye; dîmenên mekanên ku ji bo we bûne qefes, dîmenên zindanên ku temenê we dixwin, jiyanê dikin dojeh (ne hewce ye ku em êdî ji niha û pê ve bi dirûşmên ‘berxwedan’ û ‘dîlên azadiyê’ vê dojehê ji nedîtî ve werin) bi hemû aliyan ve tînin ber çavên me.

[ihc-hide-content ihc_mb_type=”show” ihc_mb_who=”5,2″ ihc_mb_template=”1″ ]

Bi salan piştî nivîsîna vê helbestê jî rewş heman e, tu guherîn çênebûye, heyv jî, dar û ber jî, demsal û ‘jiyan’ jî ji we dûr in! Hûn hê jî evîndar in, temenê we bi hezaran bêrî û hesretan derbas dibe. Dûrbûna ji heyvê, tarîtiya girtîgehê hê jî berdewam dike. Gelo bi qasî gotina ‘lê heyv ji çavên min ditirse’ em jî ji çavên we bitirsiyana dê niha rewş wiha bûya? Ger ku me bi tirs li çavên we binêriya û ji bo hêvî û pêwîstiyên we hewldanên ji dil û di cih de nîşan bida hûn ê hê çendik û çend salan jî di wan dojehan de bimana?

Çavên xwe digirim te tînim bîra xwe van rojan. Dîmenê çûkeke di qefesê de yî tu! Çûkeke ku bi dehan salan e baskên wê bi têlediriyan ve asê mane. Çûkeke ku ji bo azadiyê xwe li dîwaran dixe, tî û birçiyê firînê ye. Çûkeke ku ji ax û asîman dûr, bê bask maye!

Bi roj û bi şev dîmeneke li bîra min î tu… Asêmayî, dîlgirtî û heta tu bibêjî jandar. Hemû kêfxweşî, di siya te de winda dibin… Hemû hêvî û bextewarî bêwar û navnîşan dimînin… Hemû demsal şîna dûrbûna ji te digirin. Wekî janeke zirav e ev bîra ku bi dehan salan e bê te dagirtî ye… Wekî hêviyeke pêknehatî ya xwekuştî… Wekî kêfxweşiyeke ku tu carî pêk nehatiye.

Bila goriyê te bibin hemû teorî, nav û nasnav. Bila tune bibin hemû armancên ku bûne sedema wê dîlîtiya ku ji hedê xwe zêdetir, sînorê her tiştî derbas kiriye! Bila hemû ken û kêfxweşiyên ku min bêyî te derbas kirine bibin gorî ji te re.

Her ku çavên xwe digirim, te dibînim, van rojên ku heta tu bibêjî derasayî ne. Her ku çavên xwe vedikim jî te dibînim! Dibînim lê nagihîjim te, tenê xeyaleke ku bi bêrî û hesretê xwe li rê û dîwaran dixe heye. Xeyaleke ku dibêje qey digihîje lê her diçe dibîne tenê çûyîn û hatineke ji bo gihîştinê ye… Her diçe dibîne ku di her rêwîtiyê de ‘destvala’ dimîne.

Van rojên ku li zoriyan zorî zêdetir dibin, li neçariyan, neçarî… Di van rojan de ku sînorê sebrê jî yê beden û derûniyê jî nemaye di çavên min de yî tu! Her tişt niha berkendal e lê tu tişt bi qasî rewşa we berkendal nîn e û hêvî jî, rastiya heyî jî di van roj û mehan de niha di cenga jiyan û mirinê de ne.

[/ihc-hide-content]

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê