27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dijminatiya li HDP’ê

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Zext û êrîşên li ser HDP’ê siyasî ne. Armanca van êrîşan beriya her tiştî tunekirina îradeya kurdên azad e. Bi neheqî û derewan ve dixwazin di çavê civakê de îtîbara HDP’ê tune bikin. Ev êrîşên ji navenda koalîsyona AKP’ê tên meşandin amadekariyên çi ne?

Li Tirkiyeyê medyaya heyî ji derveyî alîgiriya AKP’ê zêdetir tiştekî nake. Ev medyaya li gor perspektîfên navenda AKP’ê tevdigere û her roj ji bo di çavê wan de cihê xwe hîn saxlemtir bike ji nirxên civakê û yê rojnamegeyê pir dûr ketiye. Ji ber di makanîzmaya rêveberiya Tirkiyeyê de gendelî û cudahî çêbûye ev bandora xwe li ser hemû saziyan dike. Di vê belavbûnê de jî rol û erka medyayê pir girîng e. Em hemû dizanin ku yekem erka medyayê ew e ku ji civakê re rastiya ragihîne. Lê di roja me ya îroyîn de medyayan tirk ji derveyî rastiyê hemû tiştî dibêje û dinivîsîne. Bi vî awayî ji xwe re rojevê ava dikin. Di van rojên dawî de ji hêla hin saziyên ragihandinê ve girtina HDP’ê rojeva yekem bû. Wisa diyar e ev sazî îhaleya nûçeyên reşkirina HDP’ê hildaye ser xwe.

Ev nûçe û êrîşên li ser parlementer, şaredarî, sazî û endamên HDP’ê pêş dikevin bi hev ve girêdayî ye. Ji ber ku ev ji heman navendê ve tên plankirin û her gav û êrîş bi awayekî cidî hatiye plankirin. Wisa diyar e ku armanca wan planên qirêj girtina HDP’ê ye. Ger negihîjin vê armanca xwe jî herî kêm heya hilbijartinê HDP’ê bi van bûyeran re mijûl bikin û nehêlin di xebatên xwe de aktîf bibe. Ji ber ev plan pir alî ye zextên li ser HDP’ê jî pir in. Êrîşên girtina HDP’ê perçeyekî planên dijminatiya li kurdan e. Em ji bîr nekin ku dewleta tirk hîn di dijminatiya kurdan de bi israr e û mekanîzmaya înkar û tunekirinê jî hîn dewam dike.

Lewma ev êrîşên li ser HDP’ê ne ji rêzê ne. Pêwîst e mirov nekeve nav xeletiyan û van êrîşan wek çend operasyonên siyasî nebîne. Ev êrîş, di heman demê de êrîşên li ser îradeya kurdên azad e. Pêwîst e gelê kurd van planên qirêj bibîne û li îradeya xwe xwedî derkeve. HDP ji partiyek siyasî zêdetir hebûna îradeya gelekî bindest temsîl dike. Ji ber vê yekê pêwîst e gel çawa di hilbijartinan de bi yek dengî li HDP’ê xwedî derket li dijî van êrîşan jî di kesayeta HDP’ê de li hebûna xwe xwedî derkeve.

Bi van êrîş û zêxtên li ser HDP’ê tên meşandin dizwazin li bajarê Tirkiyeyê jî HDP’ê bêîtîbar bikin. Dayîna nûçeyên HDP’ê mîna partiyek terorîst nîşan didin û têkiliya wê bi bûyerên şîdetê re parçeyekî operasyona reşkirinê ye.

Dewleta tirk bi hêza xwe ya leşkerî, siyasî, aborî û medyayê dixwaze li kurdan roniyê tarî bike. Ger gelê kurd li hemberî van êrîşên teslîmgirtinê dengê xwe neke yek wê bi zehmetiyên pir mezin re rûbirû bimîne.

Bi kurtasî; koalîsyona AKP-MHP’ê koalîsyona dijkurd e. Ji bo ev koalîsyon belav nebe û bi taybetî AKP di hilbijartinan de lawaz nekeve muxtacê MHP’ê ye. MHP jî bi saya derfetên AKP’ê jê re daye ava kirine li gorî dilê xwe dijminatiya kurdan dike. Her wiha ev koalîsyon bi tu awayî hebûna kurdan qebûl nake. Ji ber ku hebûna kurdan ji bo wan tê wateya tunebûnê. Dijminatiya AKP’ê û MHP’ê ya li dijî HDP’ê tê vê wateyê.