27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dimsa Torê derman e

Nasir Torî

Li Kurdistanê di demên borî de liv û tevgera bi maşineyan tune bû. Mirovan ji bo amadekariyên qûtê zivistanê ji demsala payizê dest pê dikirin. Welatiyên Kurdistanê bi hezaran sal in her sal beriya demsala zivistanê amadekariyên qûtên zivistanê dikin. Li welatê me Kurdistanê demsal hişk û zuha derbas dibe. Ji ber demsalên hişk û zuha, welatî dixwazin zû amadekariyan bikin. Yek ji amadekariyên qûtê zivistanê jî çêkirina dims û beniyan e. Hemwelatî ji bo çêkirina dimsê, di cotmehê de ji rezan tirî kom dikin û di mahsereyan de diesirînin û piştre dikelînin. Li Kurdistanê bi taybetî li herêma Torê gundê Tilhesenê wekî navenda dimsê tê nasîn. Gundiyên Tilhesenê, di cotmehê de dest bi çêkirina dimsê dikin. Gundî ji berhemên tiriyê mezrone (şiré) dims, bastêq, benî (meşlûl, xarûz) helîla qalind, qerketik çêdikin.

Welatî bi awayekî zibarê bi hev re diçin ji nava rezan tirî kom dikin. Pêşî serê şefaqê (sibehê) rencber diçin nav rezê tiriyê xwe zû kom dikin (jê dikin). Hin ji wan bi traktoran, hin jê bi seblê ker û dewaran tirî kom dikin û dikişînin cihê milbexê (mahserê). Tirî di hewd an jî di hawuzan de dieçiqînin. Yên derfetên wan tune bi piyan (lingan) û yên teknolojiyê bi kar binin jî aşê ku tirî dieçiqînin sûdê digirin. Piştî şîra tirî derxistin, şîreyê tirî ji hewt bi qodan berdidin sîtil/teştên sifir. Sîtil/teştên sifir ên dimsê di kûrikan de bi cih dikin û li bin wan agir dadidin. Ji bo ku dims di sîtilan de reş û tehl nebe teşt/sîtilên sifir bi kar tînin.
Dema dimsê di sîtilên sifir de li ser kûrikan dikelînin bênavber li hev dixin. Dema kef bi ser ket wê kefê bi kefgirê diçine (digire). Yek ji taybetmendiya herî girîn ku em jê re dibêjin (nîkar) yanî axa dimsê diavêjin nava sîtila dimsê. Ji bo dims zelal û safî derkeve axa nîkar davêjin sîtilê.

Piştî sîtil tijî şîre kirin û axa nîkarê avêtin nava şîrê, hêdî hêdî yek agir di bin van sîtilan/teştan de dike. Piştî şîreyê tirî keliya, ji sîtilan vala dikin, da ku bi zelê û dims bi xirtik çênebe. Ku şîreyê tirî 15 deqîqeyan zeliya disa vala dikin teştan. Nêzî 5-6 saetan dikelînin. Pisporê dimsê bi kefgirê 5 saet û niv an jî 6 saetan li hev dixin. Kefgirê di nava dimsê dadike û 3 – 4 caran li kefgirê berdide sîtilê. Heta dims xwe weke pelê cilo bi hevdû ve berda, wê demê dimsa me çebûye. Piştî dims keliya, divê yek zû ji teştan bi qodê derxin.

Ji bo ku dimsê berdin cêran/matereyan, divê dims bizele û bicemide. Piştre ku yekî/ê ew dims derxist divê 3 ,4 saetan li derve di teştên malê de bimine. Piştre dims amade bû, di zivistanên sar de mirov dixwe. Mirovên tasek dims vexwe, ne serma û ne jî berf nikare bandorê li wan bike. Tê zanîn ku dims dermanê gelek êş û nexweşiyan e. Hêza mirov xurt dike. Mirovên ku xwîna wan kêm be, dims ji bo wan derman e.
Welatiyên Tilhesen li gel dimsê beniyan jî çêdikin. Ji bo çêkirina beniyan jî ked û hunerek taybet divê. Di vê demsalê de beniyên li ser baniyan hatine daliqandin, reng û rûyekî din dide gund.