Sêşem, Nîsan 20, 2021

Dîrok û çîroka navê Amedê -2-

Amed Çeko Jiyan

“AMIDA”ya bi latînî

Wekî tê zanîn, delîla ji bo navê “Amîd/Amîda”yê tê pêşkêşkirin çavkaniyên Romayê ne. Tê gotin ku dewleta Romayê pereyekî li ser “Amîd” nivîsandî çap kiriye û her wisa dîroknivîsê romayî yê ji Antaqyayê Ammianus Marcellinus (330-391 P.Z.) di pirtûka xwe de navê bajêr wekî “AMIDA” nivîsandiye.

Lê gelo “i”ya “Amida”yê bi zimanê latînî wekî “i”ya tirkî û “î”ya kurdî tê xwendin? Di encama kurtelêkolînekê de, ez hîn bûm ku nivîsandin û bilêvkirina latînî di nav salan de guheriye. Çavkaniyên li ser înternetê behsa du awayên bilêvkirin/telefuzê dikin: Classic û Ecclesiastical. Ango ya klasîk û ya dêrê.

Bilêvkirina latînî berê bi “awayê klasîk” bûye lê paşê di serdema navîn de bi bandora dêrê “awayê Ecclesiastical” jî peyda bûye. Îcar di dema Ammianus Marcellinus de awayê klasîk hebûye. Wekî di vê vidyoya Youtubeyê de ku xwendina alfabeya latînî li gorî bilêvkirina klasîk fêr dike, “i” ne wekî “î” lê zêdetir nêzîkî “ê”yê bûye.

(Hûn dikarin berê kameraya telefona xwe bidin vê koda QR’ê û ji devê mamosteyekî zimanê latînî xwendina tîpa “i”yê di zimanê latînî de bibihîzin.)

Li gorî vê agahiyê, di dema Ammianus Marcellinus de “Amida” bi bilêvkirineke nêzîkî “Amêda”yê hatiye xwendin lê piştî serdema navîn, wekî gelek peyvên latînî xwendina “Amêda”yê jî guheriye û êdî wekî “Amîda” hatiye xwendin. Ev jî nîşan dide ku dîroka navê “Amîda”yê ji serdema navîn dest pê dike.

Guherîna Amed û Amîdayê dişibe guherîna Diyabekir û Diyarbakırê. (Wekî niha di nav gel de dibêjin “Diyarbekir” lê dewleta rom ya îro navê “Diyabakır” bi kar tîne.)

Şûrê Adad Nirariyê 1’ê

Piştî pûçkirina îdiaya kevnariya “Amîda”yê dixwazim behsa îdiaya din bikim ku dibêjin, “li ser şûrê Adad Nirariyê 1’ê (1307 – 1275 B.Z.) Amid” nivîsandiye. Di weşaneke “Metropolitan Museum of Art New York”ê de (Prudence O. Harper, Evelyn Klengel-Brandt, Joan Aruz, Kim Benzel, (1995), Discoveries of at Ashur on the Tigris Assyrian Origins, r. 119) û di hin çavkaniyên din de, behsa nivîs û bermahiyên serdema Adad Nirariyê 1’ê tê kirin. Li gorî çavkaniyan, ji dema Adad Nirariyê 1’ê gelek nivîs û her wiha şûrek û serê bivirekî gihîştine roja me. Şûr li New Yorkê li “The Metropolitan Museum of Art”ê ye. Li gorî agahiya li ser malpera muzeyê, nivîsa li ser şûrî wiha ye: Palace of Adad-nirari, king of the universe, son of Arik-den-ili, king of Assyria, son of Enlil-nirari, king of Assyria. Bi kurdî: (Milkê) qesra Adad-nārārī, şahê gerdûnê, kurê Arik-dîn-ili, şahê Asûr, kurê Enlil-nārārî (ku ew jî) şahê Asûr bû. Wekî em dibînin, li ser şûrê wî navê “Amîd” nenivîsandiye.

Bivir jî li Parîsê li muzeya Louvreyê li Beşa Kevnareyên Rojhilatî ye û li gorî agahiya li ser malpera muzeyê, li ser vî bivirî navê Adad Nirariyê 1’ê dinivîse.

Wekî din, di pirtûkên bi navên “Assyrian Rulers of the Third ans Second Millennia BC (to 1115 BC)” û “Ancient Records of Assyria and Babylonia” de nivîsên ji dema Adad Nirariyê 1’ê mayî hene lê di van nivîsan de “Amid” nanivîse lê hin navên têkildarî civak, bajar û deverên herêmê hene: Subarî, Taîdî, Şurî, Kahat, Amasakî, Hurra, Şuduhî, Nabula, Waşşukanî, and Irridî, Kaşiyerî û Eluhat.

Îhtîmal heye ku Beysanoglu îdiaya xwe dispêre Lîpînskî ku Lîpînskî dibêje, dibe ku bajarê “Eluhat”ê ku di nivîseke ji serdema Adad Nirariyê 1’ê mayî de behsa wê tê kirin, navê kevn yê Amedê be. (Lipinski, (2000), Aramaeans: Ancient History, Culture, r. 153, 159–61.)

Lê “Eluhat” ji Amedê zêdetir navê “Êlih”ê tîne bîra mirov.

Nivîsên din yên ji serdema asûran

Her çend di belgeyên ji serdema Adad Nirariyê 1’ê mayî de navekî ku em dikaribin bêşik bêjin “va ye navê bajêr ev bûye” tune ye, di belgeyên din yên ji serdemên hikumdarên din ên asûrî mayî de gelek caran behsa herêmê û bajêr heye. Di wan nivîsan de tê gotin ka wan kîjan dever û bajarên herêmê wêran kirine û wan li kîjan dever û bajaran wekî “artêşa DAIŞ’ê” serê mirovan jê kirine û bêguman li ba agahiyên li ser hovîtiya wan agahiyên li ser navên cografîk ên herêmê jî hene.

Di wan nivîsan de navên wekî “welatê Madanî/Madanu”, “welatê Amadanî/Amadanu”, “bajarê Amedî/Amedu” hatine nivîsandin. (Tîpa dawiyê ya van navan (i) di wergera îngilîzî ya hin pirtûkan de wekî “u” di hinan de jî wekî “i” hatiye
nivîandin.)

Wekî mînak, di nivîsên ji serdema Tukultî-Nînurtayê 1’ê (1244 – 1208) (neviyê Adad Nirariyê 1’ê yê xwediyê şûrê navdar) û di nivîsên ji dema Tîglat Pîleserê 1’ê (1244 – 1208) mayî de navê “welatê Amadanî/Amadanu” dinivîse. Di pirtûka bi navê “The Routledge Handbook of the Peoples and Places of Ancient Western Asia” de ji bo vî navî ev agahî hene: Amadanu (Madanu): Welatekî çiyayî yê Serdema Tûncê û Serdema Hesinî, li bakurê Mezopotamyayê, li bakurê rojavayê zincîreçiyayên Kashiyariyê yê bi navê modern Tur Abidîn.

Wekî di vê ferhengê de dinivîse, ev herêm li bakurê rojavayê Tur Abdîn e. Hin îdia hene ku “Amadanî” Çiyayê Qerejdaxê bûye û hin îdia jî hene ku ne Qerejdax lê li bakurê Qerejdaxê bûye. Lê li gorî hemû texmîn û îdiayan ev devera di nivîsên asûran de behsa wê tê kirin derdora Ameda îro bûye.

Navê ku di wan nivîsan de navê herêmê bû, di nivîsên ji serdema Aşûrnasirpalê 2’yê (884 – 859 B.Z.) mayî de wekî navê bajarekî derdikeve pêşiya me. Nivîsa ku di wêneyan de bi asûrî û îngilîzî xuya dibe, bi kurdî wisa ye:

Min bajarên di navbera çiyayên Amadanî û Arqaniyayê de şewitandin. Min welatê Mallanuyê yê li nav çiyayê Arqaniyayê xist bin kontrola xwe. Ez ji welatê Mallanuyê derketim û min bajarên welatê Zambayê şewitandin, ku li ser riya min bûn. Piştî ez ji çemê Suayê derbas bûm, min li ber çemê Dîcleyê kon vegirt. Min bajarên her du aliyên çemê Dîcleyê yên li ser çiyayê Arkaniyayê kirin girên kavil. Temamê welatê Habhuyê ji min tirsiyan û teslîm bûn. Min xerc ji wan stand û min zilamekî xwe li ser serê wan wekî walî tayîn kir. Ez ji bora çiyayê Amadaniyê hatim bajarê Barzanîştunê. Min berê xwe da bajarê Damdammusayê, bajarê Îlanuyê zilamê Bît-Zamanî. Min bajêr dorpêç kir. Şervanên min li hemberî wan wekî çûkan firiyan. Min bi şûr 600 yekîneyên wan yên şer têk birin û min serê wan jê kir. Min 400 leşker zindî girtin. Min ji nav wan 3 hezar kes dîl girtin. Min ev bajar bi dest xist. Min leşkerên dîl û serên jêkirî birin bajarê Amediyê, bajarê wî yê qraliyê (paytext) û min li ber dergehê bajêr ji wan seriyan lod çêkir. Min leşkerên zindî li dora bajarê wî li qazoxan dan. Min li ber dergehê bajarê wî şerê wî kir û min baxçeyên wî talan kirin. Ez ji bajarê Amediyê derketim û li bajarê Allabsiyayê ketim bora çiyayê Kaşiyariyê ku ji nav bav û kalên min yên qral kes heta vê derê nehatibû. (A. Kirk Grayson, (2002) Assyrian Rulers of the Early First Millenium, Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 220)

Wekî ji vê belgeya hovîtî û komkujiyê xuya dibe, artêşa hov pêşî hatiye çiyayên Amadanî û Arqaniyayê, paşê li “Amedî/Amedu”yê û derdorê komkujî kiriye û çûye aliyê çiyayê Kassiyariyê.

Di hemû çavkaniyan de tê diyarkirin ku çiyayê Kassiyariyê rêzeçiyayên Tur Abdînê ye û Arqaniya jî devera Erxeniya îro ye. Ango ev bajar di navbera Erxeniyê û Mêrdînê de ye û wekî di nivîsê de hatiye diyarkirin, ev bajar paytexta Bêt-Zamaniyan e ku jixwe em dizanin paytexta wan Amed bûye.

Her wisa di pirtûka bi navê “The Routledge Handbook of the Peoples and Places of Ancient Western Asia” de di rûpela 38’an de wisa dinivîse: Assyrian Amedu, Diyarbakır: Iron Age city in northern Mesopotamia on the right bank of the Tigris r., capital of the Aramaean state Bit-Zamani. Bi kurdî: Amedu, Diyarbakır: Bajarê serdema hesinî li bakurê Mezopotamyayê li rexê rastê yê çemê Dîcleyê, paytexta dewleta aramî Bêt-Zamaniyan.

Ev belge û delîl nîşan didin, navê vê herêma ku wekî welatê “Mîtaniyan/Medan” tê zanîn berê Med/Mad/Amad bûye û paşê ev nav bûye navê bajêr. (Wekî ku Diyarbekir pêşî navê herêmê bû û paşê bûye navê bajêr) Di encamê de xuya dibe ku ji berê ve navê bajêr Amed bûye, heta serdema navîn bi latînî jî wisa bûye lê piştî guherînên di zimanê latînî de navê bajêr êdî di belgeyên latînî de bûye “Amîda”. Divê em ji bîr nekin ku ev nav wekî navê “Diyarbakır”ê navekî fermî bûye ku tenê di qeydiyan de û li ser zimanê biyaniyan wisa bû. Loma di navbera “Amîda” û “Diyarbakır”ê de ti cudahî tune ye. Heçî “Diyarbekir” e, ew jî navlêkirina biyaniyan e û nikariye navê Amedê ku ji mîtaniyan maye bide jibîrkirin.

Jêrnivîsên ji bo wêne û nexşeyan:

QRCode: (Hûn dikarin ji Youtubeê xwendina tîpa “I”yê di latîniya klasîk de bibihîzin: https://youtu.be/dTrHzdNW3BM?t=325

Adad_Nirari_Shur_01: Şûrê Adad Nirari, http://bit.ly/3rgJL2u

Amadani_Tikulta: A. Kirk Grayson, (1987) Assyrian Rulers of the Third ans Second Millennia BC (to 1115 BC), Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 252

Amedi_Asuri_Inglizi: A. Kirk Grayson, (2002) Assyrian Rulers of the Early First Millenium, Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 220

Amedi _Inglizi: James Henry Breasted, Ancient Records of Assyria and Babylonia, The University of Chicago Press, New York, r. 168

Jean Baptiste Bourguignon d’Anville (1794) Nexşeya Asyaya Biçûk di serdema antîk de, www.bit.ly/39EBCyT

Çavkanî:

Learn Latin with Kostas- Lesson 4 Short and Long Vowels, https://youtu.be/dTrHzdNW3BM?t=320
Prudence O. Harper, Evelyn Klengel-Brandt, Joan Aruz, Kim Benzel, (1995), Discoveries of at Ashur on the Tigris Assyrian Origins, r. 119

Sickle sword, https://www.metmuseum.org/art/collection/search/322443?

fbclid=IwAR2D_28_-0gdajjHdATpt2T0iIqrzxYIhXoLVooY35dxUTl19ns2Eokb2Dk

A. Kirk Grayson, (1987) Assyrian Rulers of the Third ans Second Millennia BC (to 1115 BC), Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 173

Hache inscrite au nom d’Adad Nirari I (1307 – 1275 avant J.-C. ), http://cartelen.louvre.fr/cartelen/visite?srv=car_not_frame&idNotice=24897

Lipinski, (2000), Aramaeans: Ancient History, Culture, r. 153, 159–61.

A. Kirk Grayson, (1987) Assyrian Rulers of the Third ans Second Millennia BC (to 1115 BC), Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 236, 252, 292,

A. Kirk Grayson, (2002) Assyrian Rulers of the Early First Millenium, Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 21
Trevor Bryce, (2009), The Routledge Handbook of the Peoples and Places of Ancient Western Asia, New York, Routledge, r. 34

A. Kirk Grayson, (2002) Assyrian Rulers of the Early First Millenium, Toronto, Weşanên Zanîngeha Torontoyê r. 220
Between the Musuku and the Arameans the Earlt History of Guzana/Tell Halaf, https://core.ac.uk/download/pdf/227000222.pdf, r. 298

‘Ömür Harmanşah, Source of the Tigris’. Event, place and performance in the Assyrian landscapes of the Early Iron Age, r. 189

https://en.wikipedia.org/wiki/Amida_(Mesopotamia)