27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê berjewendiyên neteweyî li pêş bin

Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir ku li her derê êrîş tên kirin, heke kurd nebin kes nikare pêşiya van êrîşan bigire û da zanîn ku divê her tim berjewendiyên neteweyî li pêş bin

Xebatên ji bo lidarxistina kongreya yekitiya neteweyî ya kurd, ji sala 2013’an ve bi awayekî çalak li çar parçeyên Kurdistanê tên kirin. Çawa ku di hemû mijarên civakî de li pêş in, jinên kurd di mijara yekitiya neteweyî ya kurd de jî pêşengiyê dikin.

Jinên kurd ên çar parçeyên Kurdistanê, ji bo pêkanîna yekitiyê di 22’yê kanûna 2017’an de Platforma Yekitiya Jinên Kurd saz kir. Jin di bin banê vê platformê de, gelek xebat kirin, bi jinên parçeyên din re hatin gel hev û têkildarî lidarxistina kongreyê civîn li dar xistin.

Herî dawî platformê bi boneya salvegera damezirinadina xwe bi dirûşma ‘Em ji vê derê ne, em li vê derê ne, azadiya me yekitiya me ye’ li hev civiyan. Dezgehên kurd, partiyên siyasî yên kurd, înîsiyatîfa jinên kurd û tevgerên jinan li hev civiyan û li ser mijarên sereke rawestiyan. Di civînê de endamên platformê ku bal kişandin ser girîngiya yekitiyê, gotin ku jinên kurd ji yekitiya neteweyî re pêşengiyê dikin û vê bangê kirin: “Kurdno! Bibin yek. Ger ku hûn nebin yek hûn ê herin yek bi yek.”

Firsendên zêrîn

Jinên tev li civînê bûn axivîn û diyar kirin ku şert û mercên heyî li kurdan yekitiyê ferz dikin û dan zanîn ku dîrok ji bo kurdan firsendên zêrîn afirandiya û azadiya kurd û Kurdistanê bi yekitiyê pêkan e.

Têkildarî nîqaşên li ser yekitiyê, encamên platformê, êrîşên li ser Kurdistanê û jinên kurd aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan nirxandin kir. Gokkan diyar kir ku heke kurd nebin yek dê ji qirkirin û polîtîkayên mêtingeriyê rizgar nebin.

Mercên heyî û yekitî

Gokkan di axaftina xwe de bal kişand ser encamnameya platformê û ev tişt anî ziman: “Cara yekem di sala 2010’an de li Amedê û piştî wê di sala 2013’an de jî li Hewlêrê me konferansên jinên kurd li dar xistin. Ji derveyî van em dem bi dem kom bûn. Niha jî em ji bo avakirina yekitiya neteweyî dixebitin. Lê êrîş û qirkirinên li ser bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Divê gelê kurd li hember êrîşên li dijî nirxên xwe bibin yek. Şert û mercên heyî yekitiyê li me ferz dike. Di hemû civînan de li ser pêvajoyê şîroveyên bi nirx hatin kirin. Bi nîqaşkirina pirsgirêka kurd re her tim bi yek dengî hat gotin ku jin dê bikaribin pêşengiya çareserkirina pirsgirêka kurd bikin û ji bo yekitiyê gavan biavêjin. Me xebatên xwe di bin vê dirûşmê de berdewam kirin.”

Helwesteke xurt divê

Di civîna platformê de êrîşên li ser kurd û Kurdistanê, binpêkirina mafan û pirsgirêkên heyî bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Der barê van nîqaşan de Gokkan ev tişt parve kir: “Ev êrîşên ku li hemberî gelê kurd divê bi hêsanî neyên destgirtin. Êrîşeke tunekirinê berdewam e. Divê em li dijî van êrîşan bibin yek û helwesteke xurt nîşan bidin. Ger kurd yekitiya neteweyî ava nekin wê qirkirin û bişaftina kurdan ti carî bi dawî nebe. Wê ev binketin her tim berdewam bike. Divê ti kurd berjewendiya kesî nefikire û ji bo yekitiya neteweyî gav biavêje. Ev erk û bar a me tevan e. Ev êrîş ne tenê li ser parçeyên Kurdistanê tên pêkanîn, êrîşek li dijî statuya kurdan e. Platforma me weke her carê bi tifaqbûnê  bi encam bû. Bi heman hest û ramanan me yekbûnê kir armanc.”

Polîtîkayên asîmlasyonê

Gokkan di axaftina xwe de bal kişan ser polîtîkayên asîmlasyonê û êrîşên li ser jinên kurd û wiha pêde çû: “Li her deverî êrîşeke nîjadperest li ser kurdan tê meşandin ku ev yek pirsgirêka dewamî ye. Ligel wê di navxweyî de jî hişmendiyeke zayendperest rû daye. Êrîşek li ser ziman, çand û nasnameya jinên kurd tê meşandin. Sedema kombûn û piştevaniya me ya yekem ev e. Gotin û berteka me ya li dijî vê yekê tim aşkera ye ku em ê destûr nedin van êrîşan. Ji bo xirakirina van lîstokên qirêj dê jinên kurd tim şiyar bin û li hemberî wê têbikoşe. Yek ji mînaka berxwedanê jî Hevrîn Xelef e. Qetilkirin û êrîşa li ser wê pêkhatiye nêzîkatiya hikûmet, hêzên paremîlîter û DAIŞ’ê ya li ser jinên kurd aşkera dike.”

Banga yekitiyê

Di dawiya axaftina xwe de Gokkan vê bangê li jinên kurd û hemû kurdistaniyan kir: “Armanca hêzên derve tim parçekirina kurdan e. Ji ber wê sedemê di nav xwe de aloziyan ava dikin. Divê em pêşî li van kiryaran bigirin. Weke jinên kurd em dikarin bibin navbeynkarê yekitiyê. Kesên ku pêşengiyê ji vê yekê re bikin bêguman jin in. Bi yekitiya me dê yekbûna Kurdistanê pêk were.”