1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê jin wekî findê ronî bike

Guhar Hesen

Di bingeha avakirina civakê de rola herî sereke û girîng a jinan e. Rûpêlên dîrokê jî bi keda jinan ve hatiye nivîsandin. Lê mixabin di qirna 21’emîn de li gel ew qas pêşketinan de jin tê tunekirin û mafê wê tê bisînorkirin.

Bi sedan salan di şexsê jinan de îrada civakê hatiye şikenandin. Ji bo avakirina pêşerojekî bi şaristaniya azadî ve dibê nexweşiyên ku tên jiyîn rast were nirxandin û derbaskirin.

Rola jinan gelekî berfireh e di nava jiyana civakê de. Ji xwe wek ku bi zimanê kurdî zimanê zikmakî wek zimanê dê tê bi navkirin careke din girîngiya rola jinan derdixe ber çavan. Hê jî jin tên firotan û tunekirin. Heta ku xweşikbûna xwezayî jî bûye malê qêrîn û firotanê. Rast e taybetmendî û terzê jiyana jinan li gelek herêman dibe ku hinek ne wek hev bin û cuda bin. Lê  pirsgirêkên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin wek hev in. Kesên ku xwe pêşketî jî dibînin; di lêgerîneke gelek şaş û cihekî şaş de rastiya xwe winda dikin. Azadî ne di hereketa serbest de ye. Azadî di mêjî û ramamên însanan de ye. Ew kesên ku xwe azad dibînin lê di hêlekê de jî li bin bandora nêrînên pêşverû yên civakê ne, ne azad in. Jin li benda kesekî ku ji wan re bi awayekî xeter pêşengtiyê bike ne.

Ku nezan mamoste be!

Dibe ku li gelek deveran hinek tarzê jiyanê hatine guhertin lê hê jî gelek pirsgirêk bêçare mane. Xeteriyên herî zêde jî pêşketina têknîkê bi xwe re anî. Her nezanek bû mamoste û dest bi propagandaya xwe kir. Kesên nexwende jî di wê çema genî ku naherike de bûn darên ku edî şîn nabin.

Jin gerek wek xwezayê her şîn bibe û derdora xwe ava bike. Bibe çirûska mûmê û di nava tariyê de biçûrûse. Ji bo ku îradeya jinan xurt bibe divê jin bi xwe xwe ava bike. Ji bo derketina li ser rêya rast zanebûnên rast pêwîstin. Her tiştekî ku dibiriqe ne birîlîant e. Dema ku civak bigîje vê zanebûnê wê demê wê bikaribe xwe rast perwerde bike û pêş bikeve. Niha di şexsê jinan de civak koletiya herî bêsinor giran jiyan dike.

Teknîkê ruh û zanîn winda kir

Çiqas teknîk pêş ket ew qas ji ber nezantiyê ew qas jin rengê xwe , rastiya xwe û ruhê xwe winda kir. Her roj bi vê rastiyê re em rû bi rû dimînin. Ji bo rakirina koletiyê divê ne tenê pirtûk werin xwendin lê belê ruhê ku di pêlên pirtûkê de weşartî ne were hîs kirin. Û carekî din em vê dirûşma diafirînin û dibêjin-Jin Jiyan Azadî.