Sunday, December 5, 2021

Divê nivîskar azad binivîsînin

Hevserokê PENa Kurd Samî Tan, bi minasebeta 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê axivî. Tan destnîşan kir ku divê nivîskar dikaribin bi awayekî azad binivîsin û ji ber ramanên xwe tu mirov neyên girtin

Di 15’ê Mijdara 1981’an de Yekitiya Nivîskarên Navneteweyî PEN’ê ev roj wekî Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê ragihand. Ji wê rojê ve ye ji bo balê bikişînin ser nivîskarên girtî li seranserê cîhanê ji aliyê sazî û komeleyên nivîskaran çalakiyên cuda têne lidarxistin. Li gorî rapora dawî ya PEN’a Navneteweyî ya Cîhanê welatên wekî; Çîn, Erebîstana Suûdî, Tirkiye, Îran, Belarûs, Misir, Viyetnam, Hîndistan, Erître û Myanmar ku herî zêde nivîskar lê girtî ne. Di nav van welatan de jî piştî Çîn û Erebîstana Suûdî Tirkiye di rêza sêyemîn de ye ku herî zêde nivîskar lê girtî ne. Hevserokê PENa Kurd Samî Tan, bi minasebeta 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê ji bernameya Podcasta Xwebûnê re axivî. Tan destnîşan kir ku divê nivîskar dikaribin bi awayekî azad binivîsin û mirov ji ber ramanên xwe neyên girtin.

* Li gorî te bi ragihandina 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên Girtî ya Cîhanê ya ji aliyê Yekitiya Nivîskarên Navneteweyî ya Cîhanê ji bo nivîskarên girtî çi guherî?

Li cîhanê sîstemeke gelekî xirab heye. Li gelek cihan şer û pevçûn heye. Darbeyên leşkerî hene. Bi taybetî jî li welatên ku sîstemên totalîter dîktator li ser karin derfetê nadin ku nivîskar bi awayekî azad binivîsînin, berhemên xwe bi awayekî azad belav bikin. Ji ber vê yekê jî gelek nivîskar ditewin. Tabî kurd jî di vî warî de em mînakeke ber bi çav in. Ji ber welatê kurdan dagirkiriye û ew dewletên ku welatên kurdan di bin destên xwe de digirin bi taybetî bere xwe didin kesên rewşenbîr, kesên nivîskar. Gelek nivîskar ji ber nivîsên xwe cezayên giran li wan tên birîn. Hem li Bakur, hem li Rojhilat û hin caran mixabin li Başûr jî nivîskar bi pirsgirêkên wiha re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê jî pêkhatina rojên bi vî rengî girîng e. Yanî hişmendiyekê çê dike û saziyên navneteweyî yên wekî PENa Kurd, PEN’a Cîhanê zêdetir di vê rojê de pirsgirêkên nivîskaran tînin rojevê. Mesela PEN’a Navneteweyî di vî warî de civînan çê dike, kampanya dide meşandin. Herî dawî ji bo rojnameger Nedîm Turfend û Selehattîn Demîrtaş, ji bo Osman Kavala, Mehmet Şîmşek û kesên bi vî rengî kampanyayan didin meşandin. Hejmara nivîskarên girtî gelekî zêde ye. Lê bi xebatên wiha hişmendiyekê didin avakirin. Lê belê ev zêdetir tesîrê li rayedarên dewletan nakin. Wekî din jî mixabin dewlet pêl lingên hev nakin. Dewletên ku qaşo dibêjin em demokratîkin jî van tiştan naynin rojevê. Lê wekî encam em dikarin bêjin rojên bi vî rengî girîngin. Hişmendiyekê çê dike, hişyariyekê çê dike û ev mesele tên rojevê.

* Li gorî PEN’a Navneteweyî di cîhanê de piştî Çîn û Erebîstana Suûdî di nav 10 welatan de Tirkiye di rêza sêyemîn de ye ku herî zêde nivîskar lê girtî ye. Hûn ji bo vê tabloyê çi dibêjin?

Ev tablo kambaxî ye. Tikiye welatekî darbeyan e. Rêveberiyên leşkerî hatine ser kar. Ji aliyê rêveberiyên ne asayî  hatiye rêvebirin. Bi taybetî jî kêşeya Kurdistanê de rewşa Tirkiyeyê xirabtir dike. Îro piraniya nivîskarên di zindanê de kurd in. An jî ji ber doza kurdî hatine girtin. Mesela bala xwe bidin akademîsyenên ku belavoka aştiyê şane nav kiribûn ji ber doza kurdî ji karên xwe hatin avêtin. Ji ber vê yekê rewşa Kurdistanê û bindestiya wê bandorê li demokrasiya Tirkiyeyê jî dike. Li ser navê demokrasiyê tiştekî nahêlin. Îca sîstema heyî, hukumeta heyî ji xwe rewş kambaxtir kiriye. Tu pîvanan li ber çavan nagirin û ew jî rewşa Tirkiyeyê xirabtir dike.

Dîsa rewşa Îranê necudatir e. Nivîskarekî ji bo li ser Rojava pirtûkek werger kiriye 11 sal ceza lê hatiye birîn. Her wiha mamoste Zara ku dersa kurdî daye 10 sal ceza lê hatiye birîn. Hin caran tên darvekirin û kuştin jî. Mixabin di vî warî de rewşa Başûr jî gelekî xirab e. Mesela gelek nivîskarên me yên kurd ku ji ber zilma Îranê yan jî ya Tirkiyeyê reviyane başûrê Kuristanê jî ji terora van dewletan xilas nabin. Zilm û îşkene li wan tê kirin. Têne girtin û kuştin. Desthilatdar ji bo desthilatiya xwe biparêzin hertiştî dikarin bikin.

* Niha li gorî daneyan  li Tirkiyeyê herî kêm 25 nivîskar û 66 rojnamevan di zindanan de ye. Ku li welatekî ew qas nivîskar, rewşenbîr û rojnameger girtî bin rewşa civakê dê çawa be?

Ev pêşiya hişmendiya demokratîk digire. Pêşiya çanda demokratîk digire, pêşiya ramana azad digire. Armanc ew e ku tu kes bi awayekî azad ramanên xwe nîne ziman. Divê tu mirov ji ber bîr û ramanê xwe neyê girtin. Di cîhanê de jî divê her mirov dikaribe bi azad ramana xwe bîne ziman. Lê mixabin ne wisa ye. Tenê ji ber peyva “Kurdistan” mirov têne kuştin. Bi hezaran mirov bi hinceta heqaret li serokomar kirine hatine girtin. Bi hezaran miro ji ber ramanên xwe li ser medya civakî parve kirine hatine girtin. Ev rewşeke gelekî xirab e. Tirkiyeyê paşve dibe. Civaka Tirkiyeyê jî vê yekê heq nake.

* Li welatekî ku ewqas binpêkirinên mafan hebe, ewqas nivîskar, rewşenbîr û rojnamevan girtî be mirov çiqasî dikare qala azadiya fikir, raman û demokrasiyê bike? Ji bo derbaskirina vê reşê û serwerkirina demokrasiyê divê çi bê kirin?

Ji bo vê divê mirov bedelan bide ber çavên xwe û xebata xwe ya demokratîk nesekinînin. Hinekî bêtirs tev bigerin. Lewre dawiya zilmê tune ye. Lê heta heta yê zilm bi ser neketiye û serwer nebû ye. Ji bo vê yekê jî rewşanbî û nivîskar bi awayekî azad bêyî ku tu qeyd û bendan bixin mejiyên xwe binivîsînin û berhemên xwe derxin holê. Heke bedelek pêwîst be jî divê bê dayîn. Her wiha ji bo nivîskar, rewşenbîr û rojnamegeran hevgirtina navneteweyî girîng e. Lê tu welat ji me re azadiya derdbirînê nîne.

* Wekî PENa Kurd li ser rewşa nivîskarên girtî,  ji bo berdana wan çi hewildanên we çê bûne yan jî xebatek we heye yan na?

Bi nivîskarên cîhanê re dan û stendinên me hene. Kampanya têne meşandin. Wekî din jî ji bo nivskarên kurd ên girtî xebatên me hene û wê bidome. Bi PENan re bernameyên me hene em dimeşînin. Xebatên me hene û wê bidome.