27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê şano derkeve kolanan

Komuna Şanoyê ya li Qamişloyê di van demên dawî de berê şanoya xwe ji ser dikan derbasî kolanan kiriye. Lîstikvanên komê li bazara Qamişlo, Rimêlan, Girkê Legê, Amûdê û Dirbesiyê lîstikên xwe li dar dixin. Li van bajaran gel eleqeyeke mezin raberî van lîstikan dike.

Têkildarî mijarê ji lîstikvanên Komuna Şanoyê Kawa Fettah axivî û diyar kir ku ew hewl didin lîstikên xwe ne tenê li kolanên bajaran, li taxê gundan jî derbixin ser dikê.
Kawa Fettah got wek şanoger ew jî di kampanya û xebatên cuda de cihê xwe digirin û diyar kir ku bi 9 kesan re dest bi xebata şanoya kolanan kirine û wiha axivî: “Bi vê xebatê me armanc kir ku em peyama xwe bigihînin raya giştî. Me şanoya xwe ya kolanê bi şêwaza skeçeke 13 deqeyan li Qamişlo, Girkê Legê, Rimêlan, Dirbesiyê û Amûdê lîst. Em armanc dikin ku di rojên pêş de lîstika xwe bibin gundan jî.”

Lîstikvan Fettah der barê naveroka lîstikên şanoyê de wiha got: “Birayek ji ber meseleya zeviyê neheqiyê li birayê xwe yê din dike û zeviyê parçe dikin. Helbet di vê rewşê de yê herî zêde sûdê jê werdigire, axayê gund e. Axa dikeve navbera her duyan û fesadiyê dike. Piştre birayek birayê din gulebaran dike. Îro gelê me yê di nav civaka kapîtalîst de dijî, hertim bi çîrokên wiha re rû bi rû ye. Lewma ji bo li hember rewşên bi vî rengî bisekinin, me lîstikeke bi vî rengî çêkir. Temaşevan pir ji lîstika me hez dikin.”

Fettah da zanîn ku wek Komuna Şanoyê cara yekemîn wan lîstikên xwe derxistine kolanan û lîstikên bi vî rengî kêm caran li Rojava hatine lîstin û wiha pê de çû: “Bi vê lîstikê em dikarin rasterast bibînin ku peyama me di nava gel de ji xwe re bersivek dîtiye. Dema me li Qamişloyê ev lîstik lîst, eleqeya heyî em matmayî hiştin. Vê eleqeyê li cihên din jî dewam kir. Baldariya li kolanan ji ya li dikan û holan zêdetir e. Li holan temaşevan jixwe tên li me temaşe dikin, lê belê mirovên di kolanan re derbas dibin ji nişka ve hemû bala xwe didin me. Em ji bo civakê lîstikên xwe dilîzin.”

Kawa Fettah îşaret pê kir ku divê lîstikên li kolanan zêdetir derkevin pêşberî temaşevanan û ev tişt anî ziman: “Heta niha ji ber ewlehî û sedemên din me nedikarî lîstikên kolanan bilîzin. Lê belê di demên dawî de ji bo derbaskirina vê pêvajoyê, em daketin kolanan. Bi taybetî li gelek welatan ev lîstikên kolanan hatin pêşandan. Li Rojava şano tenê dikaribû di festîvalan de cih bigire. Sedemeke din a nekarin şanoyan li kolanê çêkin jî ew bû ku şanoya kurdî di dema serweriya hikumeta Şamê de qedexe bû. Niha dikên me hene û em dikarin lîstikên xwe di qadeke azad de pêk bînin. Lê belê vê yekê jî rê neda ku şano derkeve kolanan. Em hewl didin bi lîstikên kolanan vê kêmasiyê bi ser bixin.”
Her wiha Kawa Fettah got: “Bi taybetî di civakên kapîtalîst de hol derdikevin pêş û nahêlin şano bigihêje civakê. Di vê çarçoveyê de şanogerên mîna me lîstikên xwe derdixin kolanan û hewl didin gel hişyar bikin. Ji bo me girîng e ku em lîstikên li kolanan bidomînin û li gelek cihan bi temaşevanan re werin ba hev. Di rojên pêş de em ê lîstikên xwe derbasî gundan jî bikin.”

Hewceyî gotinê ye ku Komuna Şanoyê ya Qamişloyê di 27’ê îlona 2018’an de hat damezirandin. Li gel lîstikên Serwer, Çiyayê Kurmênc, Qîrîna Waşokanî û Giyanên Şawîtî, bi tevahî heta niha 8 lîstik lîstin. QAMIŞLO