26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Divê têkoşîn bi girtîgehan sînordar nemîne’

Girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê 154 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê û bidawîkirina zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Her wiha grevên biçîbûnê yên bi heman armancê hatine destpêkirin, li Kampa Penaberan a Mexmûrê di roja 133’yemîn de û li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 116 roj in didomin.

Dîdar Gul

Rêvebera rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a bajarê Îzmîrê Dîdar Gul û hevberdevkê Partiya Çep a Keskan a Îzmîrê Huseyîn Çaglar bal kişand ser tecrîd û greva birçîbûnê.

‘Seferber bibin’

Huseyîn Çaglar destnîşan kir ku bi pandemiyê re tecrîd her diçe kûr dibe û bi tecrîdkirina Ocalan re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî zêde bûne. Çaglar diyar kir ku girtî tenê ne ji bo zextên li girtîgehan di heman demê de ji bo binpêkirinên mafan û tecrîda li derve ya li ser civakê belav bûye di greva birçîbûnê de ne û ev çalakî helwestek li dijî tecrîdê ye. Çaglar anî ziman ku pêwîst e partiyên siyasî helwesta xwe nîşan bidin û ji bo parastina vî mafî seferber bibin.

Xwedîderketina li greva birçîbûnê

Rêvebera ESP’a Îzmîrê Dîdar Gul jî da zanîn ku greva birçîbûnê li dijî faşîzma zordar e û divê têkoşîn û berxwedan tenê bi girtîhan re sînordar nemîne. Gul diyar ku divê li derve jî bertek bên nîşandan û daxwaz li derve jî werin qîrkirin. Gul destnîşan kir ku xwedîderketina greva birçîbûnê dijderketina faşîzmê ye û wiha got: “Divê girse û sazî tev bigerin. Ji bo grevên birçîbûnê bêdengiyek xeternak heye. Ji bo jiholêrakirina vê xemsariyê divê gel û desthilat tev bigerin. Pêwîst e her kes li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bike û xwedî li greva birçîbûnê derkeve.”

ÎZMÎR