26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê têkoşîna esasî li dijî dagirkeriyê be

Fehîm Işik

Nivîskarê Rojnameya Welat Fehîm Işik li ser dagirkeriyê û politikayên li dijî kurdan nivîsî. 

Nivîsa Rojnameger û Nivîskarê Rojnameya Welat Fehîm Işik wiha ye:

Pirsgirêka esasî ya kurdan, dagirkirina axa Kurdistanê ye. Ev yek ne tenê pirsgirêka kurdan e. Her wiha pirsgirêka pêkhateyên Kurdistanê, ango pirsgirêka gelên wekî asurî, suryanî, ermenî û baweriyên wekî êzidî, xirîstiyan û yên din in jî. Pirsgirêkên din, bi taybet jî nakokiyên navbera hêzên kurdan û beşên Kurdistanê, encamên dagirkeriyê ne. Heke kurd hewl bidin dawî li dagirkerî bînin, herî kêm li hember dagirkeriyê yek helwest bin, nakokiyan jî dikarin çareser bibin. Heke nakokî çareser nebin jî, qet nebe ew ê xeterên ku nakokî bi xwe re tîne ji holê rabin.

Pirsgirêka dagirkerî ne nû ye. Ne tenê ev çend salên dûmahî derketiye holê. Dema Komara Tirkiyeyê hat damezrandin, ango ji sala 1923’an heta niha armanca hemû rejîmên li pey damezrandina komarê hatin yek bû: Tunekirina gel û baweriyên din…

Kurd li hemberî vê hovîtiyê serî hildan. Dijî asîmîlasyon û qirkirinê derketin. Berdêlên mezin dan lê dest ji armancê xwe yê azadiyê venekişiyan. Rejîmên faşîst û hov a tirk, ereb û eceman jî nesekînin. Bersiva vê têkoşîna sed salan bi xwînrêjî, bi êrîşên qirkirinê dan. Sedhezaran kurd, piştî parçekirina Kurdistanê bi destê rejîmên xwînxwar hatin qetilkirin.

Rejîmên hov bi serneketin. Di sala 1991’an de li başûrê welatê me kurd statuya federal bi dest xistin û ev statu heya niha jî li ser xwe dimîne. Her wiha di sala 2012’an de li rojavayê welatê me jî statuyek xweser ket meriyetê û ew jî li ser xwe ye.

Hêza dagirkerên Iraq û Sûriyeyê têr nekir ku ev statuyên li başûr û rojavayê welatê me ji holê rakin. Ev çend salên dûmahî, bi taybet 24’ê Tîrmeha 2015’an heta niha, ev car dewleta tirk dest bi şerekî nû kir. Beriya vî şerî bide destpêkirin jî planek bi navê ‘Çokdanînê’ amade kir. Ew plana qirêj hê jî di meriyetê de ye.

Plana qirêj, bi êrîşên dagirkeriyê didome. Li rojavayê welatê me Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Bi piştgiriya dewleta tirk li başûrê welatê me jî Kerkuk, Xanekîn û Mendelî hatin dagirkirin. Niha jî êrîşên dagirkeriyê li Metîna, Zap û Avaşînê didomin. Her wiha li gelek navçe û gundên li başûrê Kurdistanê, bi hezaran leşkerên tirk bi cih bûne û li ser axa Kurdistanê dehan baregehên leşkerî çêkirine. Şengal û Mexmûr jî di bin xeterê de ne.

Belê, dewleta dagirker hinde hewl da lê bi serneket. Şervanên kurd li hember dagirkeriyê berxwedanek bêhempa meşandin û hê jî dimeşînin. Piştî vê berxwedanê, dagirker ev car xwestin hêzên kurda bînin hemberî hev û şerê kurd bi kurd bidin destpê kirin. Niha xetera herî mezin ev e. Eger dagirker bi serkevin, dibe ku hemû destkeftiyên kurdan têk biçin û dewleta tirk jî xeyala xwe ya sed salê, ango xeyala ‘Osmaniya Nû’ realîze bikin.

Li dijî vê êrîşên dagirkeriyê, ango ji bo xeyalên dewleta tirk pêk neyên gelek hewldan hene. Yek ji wan jî xebata Platforma Li Dijî Dagirkeriyê ye.

Di 27’ê Hezîranê de hejmarek ji welatparêzên kurd konferansek li Belçîkayê li dar xistin. Piştî vê konferansê komîteyek hat amadekirin û biryara damezrandina platformek hat stendin. Ji bo belavkirina bangewaziyê jî hezar îmzeyên kesayetiyên naskirî ya kurdan hedef hat girtin. Ev platform, roja 5’ê Tebaxê bi îmzeyên nêzî hezar û 200 kesayetiyên kurd, bi zoomkonferansek hat îlankirin.

Di vexwendnameya platformê de bang tê kirin ku deriyê platformê ji her welatparêzeke/î kurd re vekiriye. Yên bixwazin bi Platforma Li Dijî Dagirkeriyê re mil bi mil bikevin nav kar û xebatê, dikarin bi platformê re bikevin têkîliyê. Lê ya herî esasî ew e ku her kurdek di serî de li dijî dagirkeriyê, dû re jî ji bo teşhîrkirina dagirkeriyê têbikoşin.

Eger kurd di vê pêngavê de bi serbikevin, qet şik nîne dikarin hemû nakokiyan ji holê rakin û destkeftiyên xwe biparêzin. Heke kurd carekî din têk biçin, ango dagirker xeyalên xwe yên xwînavî pêk bînin, ev car kurd ne sed sal, ew ê sedan sal winde bikin.

Êdî tercîh di destê kurdan de ye.