spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Divê vîna kurdan nas bikin

Hin alî dixwazin bêyî HDP’ê serî li kurdan bidin. Gelê kurd van dek û dolaban baş dizane û yên ku vîna gelê kurd nas neke bê guman gelê kurd jî dê wan qet û qet nas neke

Der barê hilbijartinên li pêşiya me, helwesta desthilatdarî û muxalefetê ya li hemberî gelê kurd û xebat û têkoşîna HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê, me vê heftê ji bo xwînerên Xwebûnê hevpeyvîn bi Endamê Lijneya Rêveberiya Partiya Çep a Kesk, parêzer û civaknas Cahit Kirkazak re kir.

HDP ji bo hilbijartinên li pêşiya me çima ji xwe re riya sêyemîn hilbijart û çima hewcedarî bi avakirina bloka Ked û Azadiyê hate dîtin?

HDP ne bi tenê ji bo hilbijartinên li pêşiya me riya sêyemîn hilbijartiye. HDP di damezrandina xwe û wê de riya sêyemîn hilbijartiye.

Ji ber ku di hişmendiya siyaseta Tirkiyeyê û hemû partiyên wê de yekparêzî heye. Hemû partiyên siyaseta Tirkiyeyê tev dibêjin; yek al, yek netew, yek ziman, yek welat. Di vê hişmendiyê de cihê pir zimanî û pir çandî tune ye.

Ew jî tê wetaya ku di siyaseta dewleta Tirkiyeyê û di hişmendiya partiyên Tirkiyeyê de jî cihê çand û zimanê gelên din nîn e.

Ji ber vê rewşê HDP siyaseta xwe li hember komara yekparêzî bi îdaya damezrandena komara demokratîk ava bike, ev rê ji xwe re hilbijartiye.

îro di siyaseta Tirkiyeyê de her çiqas 2 blok hebin jî bi hişmendiya xwe yek blok e. Bi tenê di jiyana rojane de ji hev cuda ne. Bloka Cumhurê; blokeke kenvneperest, netewperest û yekperest e. Bloka Miletê jî kevneperest, netewperest, sekûler û yekperest e.

Weke ku tê xuyakirin her du blok jî, her çendî di navên wan de cudatî hebe jî yekparest in. Têkoşîna her du blokan ne têkoşîna îdelojîk e, têkoşîna desthelatdariyê ye.

Ew tê vê wateyê ku kîjan blok jî bi ser bikeve ne ji bo gelê kurd ne jî ji bo gelên Tirkiyeyê wê êvebireyeke demokratîk, wekhev, aşîtîxwaz û azadîxwaz neyîne.

HDP ji destpêka damezrandina xwe û heta îro ji gelên Tirkiyê re dibêje hewcedariya we bi blokên yekperestiyê nîn e; werin em bi hev re siyaseteke, jiyaneke ekolojîk, wekhev, azad û demokratîk saz bikin. HDP’ê bi vê helwestê giringî da civaka Tirkiyeyê û da hemû gelên bindest û wiha bloka Ked û Azadiyê hate avakirin.

Her kes dizane ku mifteya van hilbijartinên li pêşiya me di destê HDP’ê de ye. HDP xwe bide kîjan alî dê ew alî bi ser keve. Çima Tifaqa Milet a bi serkêşiya CHP’ê vê yekê nabîne û newêre aşkera xwe nêzî HDP’ê bike?

Bi rastî di serkeşiya CHP’ê de bloka Milet vê rastiyê dibîne. Li her wekî ku me got her du blokên ku dixwazin desthilatdariya Tirkiyeyê bidest bixin nêrîna wan a ji bo gelê kurd weke hev in. Lewra xwe ji kurdan û HDP’ê dûr dixin. Lê ji ber ku siyaseteke pragmatîst û makyavelîst dimeşînin neyartiya li hember kurdan weke bloka Cumhurê aniha aşkera nakin.

Her çiqas dem dem “Îyî Partî” neyartiya xwe bîne ziman jî CHP û partiyên din nêzîkatiyên xwe yên li hember kurdan û HDP’ê vedişêrin û naxwazin di vê demê de aşkera bikin.

Her wiha em dîsa bi kurtasî bêjin bloka Milet a bi serkêşiya CHP’ê jî weke AKP/MHP yekparest e, ji ber wê jî bi kurdan re û bi HDP’ê re naxwazin bên bahev.

Lê ji ber ku pêwîstiya wan bi dengên kurdan heye dikevin nav dek û dolaban. Bloka Milet ji hişmendiya devletê re dibêje ku ‘Dibe HDP û tevgera siyasî ya kurd ne li gorî daxwaziya me be lê di nav wan de hinek mirovên baş hene’ û ji bo hilbijartinê dixwazin bi wan ‘mirovên baş’ re têkiliyên xwe bidomînin.

Beriya çend rojan Kiliçdaroglu ji bo hilbijartina serokkomariyê û têkiliya bi HDP’ê re li ser pirsa rojnamegeran wiha got: ‘Namzetê serokkomariyê yê bloka me ew ê ji hemû kesan û hemû alîgirên partiyan deng bixwaze’ yanî dibêje em HDP weke vîna gelê kurd nabînin û em ê bi HDP’ê re hevdîtinan nekin, em ê bi xwe herin serî li kurdan bixin.

Gelê Kurd di serî de HDP’ê weke vîna xwe dibîne. Gelê kurd van ‘dek û dolaban’ baş dizane û yên ku vîna gelê kurd nas neke gelê kurd jî wan nas neke. Lê yên ku kurdan û vîna kurdan nas bike û bi vê zanînê ber bi HDP’ê ve were ew ê HDP’ê ji bo sazkirina komara demokratîk rola xwe bileyîze.

Tifaqa kedê dê namzetê xwe yê serokkomariyê destnîşan bike ew jî tê wateya ku ne Tifaqa Cumhûr û ne jî ya Milet di tûra yekemîn de bi ser keve, heke wiha bibe di tûra duyemîn de dê HDP riyeke çawa hilbijêre?

HDP di 27’ê îlona 2021’î de deklerasyonek îlan kir. Di vê deklerasyonê de rê û rêbazên ji bo xilasbûna ji desthilata AKP/MHP’ê û avakirina komareke demokratîk û rêbazên avakirina vê komarê par vekir. HDP’ê bi vê deklarasyonê bangawazî li raya giştî ya Tirkiyê û muxalefetê kiribû. Ev bangawaziya HDP’ê ji alî raya giştî ve rastî eleqeyeke mezin hat lê heta roja îro jî der barê vê bangawaziyê de tu dengek ji bloka Miletê derneket.

Dîsa jî HDP’ê bi hevserokên xwe û bi berdevkên xwe gelek caran ji bo ku di hilbijartina serokkomariyê de piştgirîiyê bidin namzetê bloka Milet nîqaşên cuda kirin û da xuyakirin ku ew ji hevparbûnê re amade ne û da xuyakirin ku ew ji bo xebat û pêşinyarên der barê namzetê serokkomariyê re amade ne. Lê mixabin dîsa jî bloka Milet ev bang û daxwaz bê bersv hiştin. HDP li hember gel xwe berpirsiyar dibîne û ji bona gel bê alternatif nemîne ji bo diyarkirina namzetê serokkomariyê dest bi xebatên xwe kir. Lê dîsa ji bona xilasbûna civakên Tirkiyeyê ji desthelatdariya AKP/MHP’ê deriyên xwe ji muzakere û hevparbûnê re negirtîye. Heta roja dawiyê jî ji bona hilbijartina serokkomariyê ji diyalogê re deriyê wê vekirî ye. Lê ku bloka Milet bi helwesteke demokratîk ber bi HDP’ê ve neyê ew ê HDP’ê bi gelê kurd û alîgirên xwe re ji bo demokratikirina komarê meşa xwe bidomîne.

Heke hilbijartina serokkomar bimîne bo tûra duyemîn jî dîsa dê HDP dîsa rola xwe bilîze û bi gelê kurd û hevalbendên xwe re vê rewşê nîqaş bike û bi gelê xwe re biyara xwe diyar bike.

Weke Tifaqa Ked û Azadiyê we mîtîngeke hevbeş li Stenbolê pêk anî, ji niha şûn de jî dê xebatên we yên hilbijartinan bi vî rengê hevpar bimeşin an jî dê her partiyek mitîngên xwe serbixwe çêbike?

Tifaqa Ked û Azadiyê ne ji bo tifaqa hilbijartinê hat avakirin. Ev tifaq ji bo hevparkirina têkoşîna demokrasî û wekheviyê hat avakirin. Bê guman ev têkoşîn ji bo hilbijartinê jî bê hevbeşkirin.

Mîtînga li Stenbol’ê jî bi vê helwestê bi hevbeşî hat kirin. Ew mitîng hem ji alî beşdarbûnê û hem ji alî coş û kelecana gel ve mitîngeke gelekî serkeftî bû. Di demên peşiya me de jî ji bo têkoşînê çi pêwîst be ew ê bê kirin. Dem dem xebatên hevbeş, dem dem jî xetatên serbixwe dê bên kirin.

Çima Tirkiye dixwaze bi serokê Sûriyeyê yê ku ew wekî kujer bi nav dikir re li hev bike û heta çi radeyê hikûmeta tirk di vê daxwazê de ji dil û semîmî ye, armanca sereke ji vegerandina têkliyên bi rejîma Şamê re çi ye?

Pevçûn û nakokiya di navbera dewleta tirk û Sûriyeyê ji ber politikayên Tirkiye yên Neo Osmaniyê bû. Tirkiyê dema li Rojhelata Navîn bûyerên ku weke Bihara Ereban tên binavkirin dest pê kir û ji 2011’an ve ev bûyer li Suriyeyê jî qewimîn. Tirkiye xwest ku ji van bûyeran ji xwe re parekê bigire û sînorên xwe fireh bike. Yan jî rejîma nû ya ku li Sûriyeyê bê avakirin bike bin bandora xwe.

Bi van armanca tevger kir û piştgirî da hêz û komên çete û çekdar ên li hember rejîma Sûriyeyê.

Tirkiye wê demê ji hêzên kurdan jî xwest ku li hember rejîma Sûriyeyê şer bike. Lê kurdan ev daxwez qebûl nekir. Li ser vê yekê ew dem her çiqas li Tirkiyê pêvajoya çareseriyê jî hebû Erdogan kurd jî ji xwe re kirin hedef. Heta sala 2014’an li Dîlok’ê wekî ku mizgîniyekê bide bi kêfxweşî got: ‘Kobanê ha ket ha li ber ketinê ye’.

Erdogan kurdan li hember pêkanîna politikayên xwe yên Neo Osmaniyan û xelîfetiya xwe wekî astengî dît. Her wiha ji bo ku kurd li Rojhelata Navîn nebin xwedî statû ji destpêkê heta niha hemû rê û rêbazên xwe ceribandin û heta niha diceribîne.

Ceribandina dawî jî di vê dema dawî de dixwaze êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyeyê bike lewre hevdîtinan bi Rûsyayê re dike û dixwaze bi serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esed jî hevdîtinê bike. Lê şertê rejîmê yê destpêkirina hevdîtinê ew e ku Tirkiye leşkerên xwe ji hemû axa Sûriyeyê vekişîne.

Bi kurtasî ku bînim ziman; armanca vegerandina têkiliyên dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê ne samîmî ne, armanc tunekirina deskeftiyên kurdan e. Ji aliyekî din ve jî dixwazin vê yekê di hilbijartinên li pêşiya me de bikar bînin û dengên netewperestan li dora xwe kom bikin.

Bi têkliya bi rejîma Şamê re dibe ku hem bikaribin ji penaberên Sûriyeyê yên li ba xwe xilas bibin ku ev mijar di hilbijartinan de li dijî wan neyê bikaranîn û hem jî bi riya têkbirina destkeftiyên kurdan an jî êrîşrekê li dijî kurdên Rojava dê wekî destkeftiyekê ji xwe re di hilbijartinan de bi kar bîne.

Helwesta partiyên muxalefeta tirk û di serî de CHP di vê mijarê de ne zelal e, hem piştgiriyê dide destwerdana artêşa tirk a axa Sûriyeyê û hem dibêje ew bi xweşkirina têkliyên bi rejîma Sûriyeyê re ye. Hûn vê helwesta muxalefetê çawa dinirxînin?

Bi rastî ez helwesta CHP’ê û muxalefeta Tirkiyeyê weke helwesta desthilatdariya AKP/MHP’ê bi îstîkrar dibînim. CHP û tifaqa Milet jî dixwaze deskeftiyên kurdên Rojava têk bibe, çi bi riya artêşê çi bi riya hevdîtinên bi rejîma Sûriyeyê re.

Wek ku me di serî de jî got desthilatdariya AKP/MHP’ê û bi serkêşiya CHP’ê bloka Milet di nêzîkbûna ji kurdan û mafên kurdan de weke hev difikirin û heta di vê mijarê de piştgiriya hev jî dikin.

Ev dijminahiya li hemberî kurdan ji bo wan ferq nake kurdên Bakur bin an yên Rojava bin. Ji ber ku hişmendiya wan hemûyan li ser yekperestiyê ye û ji îdelojiya damezrandina komarê hîn jî xwe jê xilas nekirine. Yekperestî bi gelemperiya partiyên siyasî yên Tirkiyeyê di mijara kurdan de têne cem hev û di vê mijarê de bi hevre tifaq dikin.

CHP û tifaqa Milet jî dixwaze deskeftiyên kurdên Rojava ji holê rakin. Geh bi alîkariya komên çete û geh bi artêşa xwe û geh bi hevdîtinên bi rejîma Sûriyeyê re dixwaze destkefitiyên kurdan têk bibe.

Cahit Kirkazak kî ye?

Parêzer û civaknas Cahit Kirkazak di sala 1979’an de li Farqin’ê hatiye dinyayê. Dibistana pêşî li gundê Pîrema,  dibistana navîn li Amed’ê û ya amadeyî jî li Enqerê xwendiye.  Li zanîngeha Enqerê beşa dibistana bilind a Edaletê, li zanîngeha Anadoliyê Fakulteya İİBF, xwendiye. Li Zanîngeha Kocaeli beşa Huquq û li zanîngeha Anadolîyê beşa Civaknasî xwendiye. Di rojnameyên wekî Yeni Yeşam û gazete Duvar de dinivîse. Li Bursa’yê parêzeriyê dike. Endamê Lijneya Rêveberiya Partiya Çep a Kesk e.