spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dosyaya Eren polîtîkayên bêcezakirinê nîşan dide’

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê her şemiyê li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê ya Amedê çalakiya runiştinê pêk tîne. Îro jî li gel berf û sermayê çalakî di hefteya 676’an de berdewam kirin û daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan di çalakiyê pankarta “Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin” vekirin. Di çalakiyê de malbatan wêneyên windayan rakirin û xwestin winda bên ditîtin.

Ewilî Serokê Şaxa Komeleya  Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê Abdullah Zeytûn diyar kir ku bi salan in ji bo faîlên nediyar bên dîtin û darizandin têdikoşin û got: “Me careke din dît ku dadgeh ne serbixwe û nebêalî ne.”

Faîlê 19 kesan derneketin dadgehê

Zeytûn bal kişand ser bêhiqûqiya dewketê û wiha anî ziman: “Karmendên dewletê yên ku faîlên kuştina 19 welatiyan in, tevî ew qas delîlan jî nehatin darizandin û nehatin cezakirin. Hem dernexistin dadgehê hem jî ceza nekirin. Ev polîtîkayên bêcezakirinê careke din nîşanîme dide ku kujer nayên cezakirin. Dadgeh bi sekna xwe dibêje ‘Ez li ba faîlan nim’.”

Dewlet xwe li ser înkarê ava dike

Zeytûn Rojnameger Hrant Dînk û kalê 70 salî Ramazan Turan jî bibîr anî û wiha berdewam kir: “Dewletê heta niha avabûna xwe li ser înkarê ava kiriye. Di rêgezên xwe yên sereke de polîtîkayên înkarê heye. Netewe û nijadên cuda tune dihesbîne. Ên ku li dijî vê feraseta înkarê radiwestin jî hedef nîşan didin û ji holê radikin. Yek jî wan kesên hatin qetilkirin jî Rojnameger Hrant Dînk bû. Em hemû kesên ku li dijî vê îdolojiya înkarê canê xwe dane bibîr tînin. Do girtiyê 70 salî Ramazan Tûran ê di hucreya yek kesî ya girtîgehê de dima, jiyana xwe ji dest da. Em mafên jiyanê diparêzin û em dengê mafên jiyanê ne.  Hûn jî bibin denge mafên jîyanê.”

Piştî Zeytûn Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku xizmê Îlyas Erene jî wiha axivî: “Em bi salan e li windayan digerin. Lê winda nayên dîtin. Li vê erdnîgariyê di her malê de windayek heye. Di salên 90’î de gelek kes binçavkirin û gotin ‘me netîdiye’. Îlyas Eren jî yek ji van kesan e. Encama dosyaya Îlyas Eren nîşana polîtîkaya bêcehiştinê ye. Me gelek dosyayê xizmên windayiya şand Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME’ê gelek caran binpêkirina mafên jiyanê tespîd kir. Lê ev nebû çareserî. “

Çîroka Îlyas Eren 

Îlyas Eren li gundê Dêlîtê yê Pasûrê mezin bû. Bavê 8 zarokan bû. Karê cotkariyê dikir. Di sala 1993’an de leşkeran gundê wan şewitandin. Piştre derbasî Pasûrê bû. Ji bo ku Îlyas bibe cerdavan dewletê ter tim zext lê dikir û gef lê dixwar.

Îlyas Eren di sala 1990’î de hat binçavkirin. 20 rojan di bin çavan de ma. Di binçavan de gelek îşkence dît. Piştre hat berdan. Ji ber îşkenceya lê hat kirin, gelek nexweşî pêre çêbûn. Eren di 11’ê adara 1997’an de ji ber mala bûrayên xwe biguherîne hat Amedê. Piştre ji bo biçe Pasurê çû termînalê. Seat li dora 13.00’an 4 polîsên bi cilê sivîl ew bi zorê xistin erebeyek reş û revandin. Malbata Eren diyar kirin ku erebeya Eren revandiye erebeya cerdevanekî Pasûrê ye. Malbat, li gel hemû serlêdanan hêj tu agahî jê negirtine.

Birayên Îlyas Eren Hanîfî Eren ji bo aqûbeta birayê xwe bipirse serî li Dozgerê Komarê yê Amedê da. Dozger E. Alper ji bo Îlyas Eren ji Dadgeha Ewlehî a Dewletê agahî xwast. Lê di 24’ê sibata 1998’an de DGM’ê bi nivîsekê got ‘Derheqê Îlyas de tu agahî tune ye’.”

DMME’yê di sala 2003’an de ji bo binpêkirina mafê jiyanê Tirkiye mahkûm kir. Piştî biryara DMME’ê Tirkiyeyê tazmînat da malbata Îlyas Eren. “