6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza Kobanê: Armanca sereke girtina HDP’ê ye

Danişîna 8’emîn a Doza Kobanê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê yên berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin. Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin.
Siyasetmedarên girtî tên darizandin û li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û endama Desteya Rêveberiya Navendê (MYK) HDP’ê ya berê û nivîskar Gulfer Akkaya li eywana danişînê amade bûn. Siyasetmedarên din ên girtî jî ji girtîgehê lê bûn bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Demîrtaş hêcet nîşan da û beşdarî danişînê nebû.
Piştî tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir. Gulfer Akkaya di danişînê de axivî û diyar kir ku bi van dozan siyaseta jinan tê astengkirin û têkoşîna wan li dijî zilm û serweriya zilaman a li ser jinan e. Akkaya da zanîn ku ew ji ber têkoşîna û parastina mafê jinan tê darizandin û ew vê darizandinê û sûcdariyên li ser xwe qebûl nake.
Akkaya destnîşan kir ku ev dozek siyasî ya bi fen û fût e û li welat ji damezrandina Komarê vir ve meseleya kurd heye û ji ber ku wan ji vê meseleyê re çareserî xwestiye ew niha tên darizandin. Akkaya da zanîn ku divê kurdbûn û xwestina aştiyê nebe sûc û ev tişt anî ziman: “Ev doz dozek komplogerî ye û armanca sereke ya vê dozê ew e ku HDP were girtin, rêveberên wê werin girtin û hêviya jiyana nû ya bi hev re bê tunekirin. Li hember me sûc tê kirin. Demokrasî ji bo me hemûyan ferz û pêdivî ye.”
Piştî axaftina Akkaya dadgehê navber danişînê.