6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Duh dîlên DAIŞ’ê bûn îro Şengalê diparêzin

Hêza Şengalî ya ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûye ji bo Şengalê wiha got: “Niha jin û ciwanên Şengalê civaka êzidî û Şengalê diparêzin û bi fikr û felsefeya Rêber Apo jiyanek nû ava dikin.”

Bi pêşengiya Rêxistina Sîwan a Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) û Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan li Parlamentoya Ewropayê konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de fermanên ku li ser êzidiyan pêk hatin bi taybet jî fermana 74’an a di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat, hatin vegotin û li ser avakirina rêveberiya xweser, rewşa Şengalê, veger û êrîşan jî axaftin hatin kirin.

Di konferansê de bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ya Laheyê hat kirin ku trajediya civaka êzidî hatiye jiyîn weke jenosîd bi awayeke fermî nas bikin û tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Her wiha ji bo parastina ewlekariya gelê êzidî, mafên jinan û parastina çandî banga lezgîn hat kirin.

Hêza Şengalî ku şahidê Fermana 74’an a li ser êzidiyan e jî tev li konferansa li  Parlamentoya Ewropayê bû. Em der barê serpêhatiyên wê û konferansa ku pêk hat de bi Hêza Şengalî re axivîn.

Hêza Şengalî di destpêka axaftina xwe de têkildarî armaca Konferansa Jinên Şengalê ya li Ewropayê pêk hat de wiha axivî: “Em bi boneya balê bikişînin ser komkujiya Şengalê tev li vê konferansê bûn. Di konfransê de kiryarên DAIŞ’ê yên li dijî civaka Şengalê hatin axaftin. Ji bo komkujiya li dijî Şengalê pêk hatiye bê qebûlkirin em hatin vir. Di konferansê de êrîşên dewlata tirk hatin ziman. Di vê konferansê de hat xwestin ku sazî, rêxistin û hêzên li Şengalê ve ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve bên qebûlkirin. Dîsa hat xwestin ku komkujiyên li ser gelê Şengalê hatine kirin bên qebûlkirin.”

Êrîşên dewleta tirk

Şengalî di axaftina xwe de komkujiya ku pêk hat bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Dema pêşmergeyên PDK’ê parastina Şengalê dikirin, civaka êzidî bi komkujiyê re rû bi rû hat hiştin. Aliyê ku diviya bû bihata parastin, nehatin parastin. Ji ber ku wê demê civaka êzidî nehat parastin îro zarokên vê civakê parastina civaka xwe dikin. Divê parastina civaka êzidî ji kesên din re neyê hiştin. Divê civaka êzidî xwe bi xwe biparêze. Divê karibe sazî û dezgehên xwe ava bike. Divê hêza parastinê ya Şengalê bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Îro gelek dewletên Ewropayê komkujiya li dijî gelê êzidî pêk hatiye qebûlkirin. Lê îro dîsa dewleta tirk êrîşî ser civaka êzidî dike. Ji ber vê yekê herî zêde êrîşên dewleta tirk ên li dijî civaka êzidî û Şengalê bû rojeva konferansê.”

‘Jinên êzidî firotin dewletên din’

Hêza Şengalî qala xwe û serpêhatiyên xwe jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, Şengal hem di milê îdarî û hem jî di milê parastinê de di bin parastina PDK’ê de bû. Em îro nikarin bibêjin wê demê pêşmerge reviyan û parastin nekirin. Malbata Barzanî û DAIŞ’ê li ser maseyekê plan çêkir û bi awayekî fermî Şengal firotin DAIŞ’ê. Berê civaka êzidî û Şengalê baweriya xwe bi PDK’ê dianî. Di sala 2014’an de civaka êzidî hat firotin û Şengal radestî DAIŞ’ê hat kirin. Piştî êrîşa DAIŞ’ê hinek çûn dewletan, hinekan berê xwe dan çiyayan. Li aliyê din bi hezaran jin û zarok ketin destê DAIŞ’ê. Ez jî yek ji kesên dîl hat girtin û ket destê DAIŞ’ê bûm. Wê deme DAIŞ’ê îşkence li kesên ku dîl girtiye dikir û dikuşt. Jinên êzidî yên hatin revandin bi tecawiz, îşkence û nêzîkatiyên pir xerab re rû bir û man. Ez jî bûm şahidê van kiryarên DAIŞ’ê. Jinên êzidî firotin dewletan. Ez salekê di destê wan de mam û ji destê wan rizgar bûm.”

Taciz, tecawiz û îşkence

Hêza Şengalî ji bo rizgarkirina xwe ya ji destê DAIŞ’ê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Jinên êzidî li Iraqê hatin firotin. Li Reqayê hatin firotin. Reqa paytexta DAIŞ’ê bû. Wê deme bi hezaran jinên êzidî derbasî Reqayê kirin.  Ez jî yek ji wan bûm ku min derbasî Reqayê kirin. Jinên êzidî li Sûka keçikên  êzidî dihatin kirîn û firotin. Ez jî di nava wan de bûm. Min wekî jinek êzidî di destê dijmin de nikaribû tiştekî bikim. Di deste wan de her tişt li ber çavên min reş bû. Jiyan li ber çavên min reş bû. Me digot divê em jinên êzidî an li hemberî vê rewşê dawî li jiyana xwe bînin an jî rêyek rizgariyê bibinin. Gelek caran hewldanên min çêbûn ku ez dawî li jiyana xwe bînim. Tacîz, tecawiz, îşkence û jiyanek pir dijwar bû. Jiyan li me heram kiribûn. Jiyan li pêş çavên me reş bû. Ji ber vê yekê gelek caran em ketin nav hewldanan ku dawî li jiyana xwe bînin. Me tu carî bawer nedikir ku rojekê em xwe ji destê van hovan rizgar bikin.”

Hêza Şengalî got ku ew şevekî ji mala ku lê dîl hatiye girtin reviyaye û wiha got: “Şevekê ez bi dizî ji mala wan derketim û min berê xwe da malbatek li Reqayê. Malbat kurd bû. Min malbat nas nedikir. Lê malbatê derî li min vekir û piştre ez radestî hêzên parastinê kirim. Berê jî gelek caran keçikên êzidî reviyan û xwe avêtin malbatan. Lê malbatan ew dîsa radestî DAIŞ’ê kirin. Min ev yek jî da ber çavan. Ji ber ku min mirin jî dabû ber çavan. Ji xwe ez rizgar nebûma jî dîsa kuştin, îşkence û lêdan hebû. Ji ber vê yeke min her tişt da ber çavan. Lê malbatê ez radestî destê DAIŞ’ê nekirim û azad kirim.”

Şengal bi hêza xwe tê birêvebirin

Hêza qala rewşa Şengalê jî kir û got: “Me bi êş ji Şengalê derketin, lê em bi kêfxweşî li Şengalê vegeriyan. Piştî ew qas jinên êzîdî hatin kuştin û rastî îşkence û tecawizê hatin em vegeriyan Şengalê. Dema em vegeriyan Şengalê gerîla û hêzên parastinê Şengalê ji destê DAIŞ’ê rizgar kiribûn û bi fikr û felsefeya Rêber Apo Şengal bi rê ve dibirin. YPG û YPJ’ê hatin Şengal rizgar kirin. Piştre jin û ciwanên êzidî hêza xwe ava kirin. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo rêveberiyek ava kirin. Piştî YPG û YPJ’ê hêza xwe paşve kişandin û Şengal radestî ciwanên Şengalê kirin. Niha jin û ciwanên Şengalê Şengalê û civaka êzidî diparêzin û bi fikr û felsefeya Rêber Apo jiyanek nû ava dikin. Sazî û dezgehên Şangalê, Meclisa Gel û  Rêveberiya Xweser xwe bi rêve dibin. Hêzên parastinê yên wekî YŞJ û YCŞ’ê îro Şengalê diparêzin.”

Hêza Şengalî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewletên Ewropayê komkijiya li ser êzidiyan qebûl kiriye. Lê êrîşên dewleta tirk a li ser civaka êzidî û Şengalê didomin. Ji sala 2018’an heta îro her sal pêşengekî Şengalê dikin hedef. Sazî û dezgehên Şengalê dikin hedef. Li dî hêzên parastinê êrîşan pêk tînin. Em hemû jinên êzidî û jinên li zidanan li ber xwe didin û jinên li gorî fikr û felsefeya Rêber Apo li ber xwwe didin em silav dikin.”