Rojnameya Heftane

Dûr bi nûr

Yek bi nav salan de çûbû û êdî her roj pitepita dê û bavê wî bû ji bo ku bizewice. Sibe nîvro û êvarê mijara sereke bûbû zewaca wî. Carekê ev mesele bi hevalekî xwe re parve kir. Hevalê wî got binihêre kuro wekî min li xwe nekî. Heke tu zewicî bi keçeke cîranê xwe re bizewice.

Tu neçî kesekî xerîb nexwazî. Heke ya tu bixwazî ji taxa te be û cîrana te be hewceyî telefonê nake, hûn dikarin ji şaneşînê jî bi hev re biaxivin.

Lê heke dûr be dê mala te bi telefonan xera bike û tu nema bi fatoreyên telefonê re digihîjî. Wekî din jî heke cîran be wê dê û bavê we jî hevdu nas bikin. Di navbera wan de problem zêde dernakevin.

Heke we li hev nekir jî û xwedê neke we hev berda, dîsa wê zarokê te li taxê bin û tu dikarî bi hesanî her roj wan bibînî.  Îcar min jî xweliya heft gundan li serê xwe kir û min cîrana xwe anî. Êdî ez nema di ber mêvandariya mala bavê wê de digihêm. Bav diçe dê tê, bira diçe xuşk tê.  Êdî li me bûye hesret ku rojekê em taştê, firavîn an jî şîva xwe bi tenê bixwin.  Îcar nebî nebî hûn jî bi vê şîretê bikin, çiqasî dûr be ewqasî bi nûr e.