26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navnîşana dabînkirina pirtûkên kurdî Bijarafix

Li bakurê Kurdistanê piştî Pirtûka Kurdî, bi navê Bijarefix pirtûkfiroşeke din a dijîtal vebû. Rêveberê Bijarefixê Daryo, diyar kir ku xwestine bibin nasîner û belavkarê pirtûkên baş ên bi qebare

Li bakurê Kurdistanê piştî Pirtûka Kurdî, bi navê Bijarefix pirtûkfiroşeke din a dîjîtal vebû. Rêveberê Bijarefixê Daryo, diyar kir ku xwestine bibin nasîner û belavkarê pirtûkên baş ên bi qebare.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, bi dehan weşanxaneyên ku pirtûkên kurdî çap dikin hene. Ev weşanxane pirtûkên ku çap dikin, bi rêya pirtûkfiroşan belav dikin û difiroşin. Ji ber pêşketina teknolojiyê, êdî pirtûkfiroşên dijîtal vedibin û li ser înternetê vî karî dikin. Li bakurê Kurdistanê cara yekem Pirtûka Kurdî di sala 2014’an de dest bi vî karî kir.

Piştî Pirtûka Kurdî, bi navê Bijarefix pirtûkfiroşeke din a dijîtal vebû. Bijarefixê roja destpêkê ya salê (2020) bi dirûşma “dabînkarê bijartiyên we” dest bi weşan û firotina pirtûkên kurdî ya li ser înternetê kir. Malper bi zimanê kurdî û tirkî xizmetê dike. Malper ji bilî pirtûkên ku difiroşe, her wiha gotarên bijartî jî diweşîne. Herkesê ku bikeve malperê, heke bixwaze dikare xwe bigihîne van gotaran û li ser malperê wan bixwîne.

Roja yekem a salê vebû

Rêveberê malpera Bijarefixê Darînê Daryo, têkildarî malperê ji rojnameya Xwebûnê re axivî û agahî dan. Daryo, diyar kir ku xwestine bibin nasîner û belavkarê pirtûkên baş ên bi qebare û wiha got: “Bi ya me li gelek pirtûkên ku mohra xwe li wêjeya kurdî xistine neheqî çêdibe û ev jî zirareke mezin dide nifşên nûhatî. Bo vê yekê me bi dirûşma “dabînkarê bijartiyên we” dest pê kir. Helbet li gor referans û xwendinên me ev bijarte dîyar bûne.”

Daryo, da zanîn ku fikra vekirina Bijarefixê di sibata 2019’an de bi wan re çêbûye û ev tişt anî ziman: “Asoxî bi şêwirîna 40-50 kesan me biryar li ser navê Bijarefix da. Piştî ku kakilê malperê hinekî kemilî, me dest bi pratîka wê kir. Di 22’ê nîsanê 2019’an da fermîyeta me hat pejirandin. Piştî fermiyetê, di 7 mehan de karên teknîkî qediyan û malper di roja yekem a 2020’an de vebû.”

Her bijartin heye

Di dirêjiya axaftina xwe de Daryo, li ser navê malperê û berhemên ku bifiroşin jî agahî dan û wiha domand: “Bijarte ango neqandî di qadên cihê yên jîyanê da xwe dide der. Pêşî mirov ji xwe re hevalan dibijêre. Paşê pîşeyekê, di her karî de hema bibêjê ev bijartin heye. Me jî li ser vê fikre, ji dewlemendiya kurdî sûd wergirt û navê Bijarefîx pejirand. Ji bo destpêkê em ê pirtûkên kurdî û yên der barê kurdan de hatine nivîsîn bifiroşin. Lê bo dahatûyê helbet lîsteyeke me ya baş heye. Hinekî bi pêşîdîtîna xwe em dê wan jî bifiroşin.”

Daryo, bal kişand ser eleqeya ji bo Bijarefixê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eleqeyeke razber nîne. Lê li gorî daneyên li ber destên me rojê 250 – 300 kes li malpera me dinihêrin. Heta hinek sîparîş jî çêbûne; ji Cizîr, Enqere, Kanada hwd. Lê hîn firotina me kêm e. Lewra em nû ne.”

Kesên ku bixwazin xwe bigihînîn Bijarefixê û pirtûkan lê peyda bikin, dikarin li vê navnîşanê binihêrin: https://www.bijarefix.com/