Şemî, Hezîran 19, 2021

Duriyana dîrokê: Herran

Agîd Yazar
Keştiya Alalû

Gava dibêjin Herran, tenûra himhimî, havînên zer-kizirandî, erda qemirî ya terk terkî tê bîra mirov. Rûyên mirovên qemer, yên qermiçandî, dev û rûyên bideq, yên raza dîrokê di xwe de dihewînin tê bîra mirov.

Rawestegeha pêxemberan, malvoniya ji gerokan re, baregeha ji artêşan re û rêpêxistina bazirganan tê bîra meriv.

Geh şîrqeşîrqa şûr û mertalên artêşên giran, geh xingexinga zengêlên refên kerwanan, geh jî qiçeqiça roja havînên sincirandî, her û her di guhê benîademiyan de kiriye zingezing û zingînî ji guhê min jî hat. Niha dor hat êdî ez zingîniya di kerika guhê min de olan dide, ji we xwînerên ezîz re rave bikim. Te dît, bi qasî zanebûna xwe!

Gava em dadigerin nav sûrên Herranê, colek zarok derdikeve pêşiya me. Zarokan em xistibûn dorpêça xwe. Nola masiyên gola H.z Îbrahîm. Gava mirov kulmek dan davêje navê, çawa xwe di ser hev û bin hev re dikin, aha wan zarokan jî wanî dikirin xilexil û xwe di ser hev û bin hev re dikirin. Edetî mirov dixistin nav fikaran. Tam di wê hênê de, texsiyek toros ber bi me ve tê. Ajokarê torosê, xwe li kelîkortên çolbeyariyê dixist û dihat. Rebena torosê dilicimî û hildipekiya. Te yê bigota qey bi hêlingokê dilîst. Toros hat got zinq, li ber me sekinî û bi nuqurçik stop kir. Gava zarok çav li ajokarê texsiyê dikevin, dibin nola noka li kevir û her yek bi deverekê de direve. Paşê ajokar, me difermîne binê kon. Konê reş ê nizanim çendik û çend stûnî. Kon, li ber avahiyên kovikî yên Herranê hatiye vegirtin. Em jî qehweyek tahl a mirra vedixwin û em dest bi gera xwe ya li Herrana qedîm dikin.

Wateya navê Herranê

Bajarê Ebla yê antîk, li herêma Idliba Sûriyê ye. Gava arkeologê îtalî yê bi navê Paolo Matthiae di sala 1974’an de li vî bajarê antîk ê Eblayê dest bi kolandina arkeolojîk dike, li arşîveke şaristanîya Someran a dêwasa rast tê. Arşîva derketibû li ber ronkahiya rojê, ji hezaran keval/tablet pêk dihat. Kevalên derketibûn, dîroka wan entegreyî 4250-4500 sal beriya niha dikir. Wan kevalan, dîroka gelek tiştên nedihat zanîn aşkera kiribûn. Navê bajarê Herranê jî di wan kevalan de hatibû nivîsîn. Navê Herranê bi nivîsên mîxî, wekî Ha-ra-an, Har-ra-na û Heran-û hatibû nivîsîn. Ev navên hanê yên bi Somerî dihat wateya “kerwan, rêwî, duriyan…” Navê Herranê, bi hişmendiyeke kurdî, motacî lêkolîna etîmolojiya wateya wê ye.

Lewra bi dehan peyvên kurdî yên nêzî vî navî hene. Jixwe êdî hatiye piştrastkirin ku Somerî jî qewmekî zagrosî ye û baskekî ji pêşiyên kurdan e. Lema jî gelekî xwezayî ye, zimanê Somerî li zimanê kurdî rûnê.

Em Herranê ji nêz ve binasin

Herran, di cîhanê de kêm ji wan bajarên ku hîn jî şên û ava ye. Ango hîn û hîn jî cih û meskenê benîademiyan e. Nîştecihên Herranê, ji sê pa jê dudu ereb, payek jî jê kurd in. Gelê ereb, hema hema tevdek li derdora 250 sal berê, bi mebesta guherîna demgrafiyayê, ango erebkirina erda kurdan, Osmaniyan ew anîne li Herranê bi cih kirine.

Heta niha kolandineke arkeolojîk a bi rêk û pêk nehatiye kirin. Lema jî digel avakarên vî bajarê dîrokî baş nayê zanîn jî, lê dîsa tê texmînkirin ku ji hêla pêşiyên kurdan ve hatiye avakirin. Lewra dîroka Herran tê de hatiye avakirin, di wê demê de tenê pêşiyên kurdan yên wekî Hûrrî/Xorrî-Mîtanê li vê herêmê dijiyan.

Sûrên bajarê Herranê, derdora 4.5 dirêj in û ji 187 bircan pêk tê. Bi qasî tê zanîn, şeş deriyê wê hene. Navê van deriyan wekî deriyê Bexda, Reqa, Mûsil, Rom, Heleb û deriyê şêr tê zanîn.

Di nav sûrên hilweşyayî de, kelehek heye. Kevirên vê kelehê, miqîm ji şikeftên Bazdayê enîne. Ev şikeftên Bazda, derdora 15 km dûrî Herranê ne. Di rewşa xwe ya niha de, artêşek dikare li gel tanq û topên xwe, xwe tê de veşêre. Ew qas dêwasa mezin in.

Şopên gelek şaristaniyan li vê kelehê tê dîtin

Di nav wê kelehê de, avahiyên wekî, perestegeha Sîn-Samaş heye. Girêdanek çawa di navbera Sîn-Samaş û Mîtra de heye, ev yek motacî lêkolînê ye. Lê li gorî ev dever navenda hukumdariya pêşiyên me yên Mîtanî ye û tê zanîn Mîtanî û Hîtîtiyan bi hev re peyman girêdane. Di vê peymanê de, bi navê mezinahiya Mîtra sond xwarine.

Wekî din hemama di serdema Romayê de hatiye avakirin, kaniya dîrokî û tunel hatiye dîtin. Ev kaniya dîrokî, dişibe kaniya medreseya Qasimîyeyê ya li Mêrdînê.

Şêweya avakirina vê kaniyê, jidayikbûna mirov û mirinê sembolîze dike. Ev sêwirandina hanê ya niwaze, aydê dahênerê/mûcîdê kurd, Ebûl-Îz El-Cezîrî ye. Ebûl-Îz El-Cezîrî yê Kurd, di cîhanê de tekane mûcîd e ku cara ewil wî robot û alavên xwe bi xwe dixebitin çêkirine. Divê neyê jibîrkirin ku ev mûcîdê kurd, ji Leonardo Da Vîncî re bûye îlham.

Her wiha di nav avahiyan de, li ser tahtekî xêza lîstika bi navê “mang’qelê” jî hatiye dîtin. Ev lîstik, li vê herêma Rihayê di demên kevanar de gelekî berbelav hatiye lîstin. Tê gotin ev lîstika hanê, xwedî stratejiyeke xweser e û dayika lîstika dame-kişik tê hesêb.

Navê lîstika “mangqelê” di nav destana Dewrêş û Edûlê de jî derbas dibe. Di destpêka destanê de, dengbêj wiha dibêjin: …Edûlê ji Dewrêş hez dike. Dewrêş jî ji Edûlê hez dike. Lê kesek pê nizane… Rojekê Dewrêş û Çîloyê Îzolî bi hev re bi lîstika mangqelê dilîzin. Dewrêş, halanekê di xwe hildide dibêje, ez kilê çavê Edûlê me!… Çîloyê Îzolî jî yeka xwe dibêje…

Destan, bi van gotinên dengbêjan yên lihevhatî wanî berdewam dike.

Hêjayî gotinê ye ku dera ev destan lê hatiye gotin û Herran bi ser heve ve ye. Di navbera wan de 100 km an heye yan na.

Sultan Silhedînê Kurdî li Herranê ye

Her çiqas beriya siltan Silhedînê Kurdî, şopên Emewiyan li Herranê tê dîtin jî, lê esil Silehedînê Kurdî mora xwe li bajarê Herrana dîrokî dixîne.

Gava siltan Silhedînê Kurdî dixwaze Amedê ji destê Begê Artûkî derxîne, tê li Herranê bi cih dibe û pilansaziya vegirtina Amedê li Herranê dike.

Siltan Silhedînê Kurdî, bi şêwirmendê xwe yê zîrek û zanamend, Mele Îsayê Hekarî û mîrên kurdan, zivistana xwe li Herranê derbas dikin. Bi derbiharê re vedigerin Amedê û bajarê bav kalê xwe, ji destê Artûkiyan rizgar dike.

Bi vî awayî serdemeke nû ya Eyûbiyên ji eşîra Rewdiyan ku ev jî yek ji wan eşîrên kurd e, dest pê dike. Di vê serdema nipînû de, gelek avahiyên nuwaze jî tên avakirin. Yek ji wan avahiyan, lêzêdekirina hinek beşan li zanîngeha Herranê ye. Her wekî tê zanîn, ev zanîngeha Herranê, li gel zanîngeha Nisêbîs/Nisêbînê di cîhanê de wekî zanîngehên yekem tê zanîn. Hîn jî gelek beşên vê zanîngehê li ser piyaye. Nexasim jî lûla wê ya çavdêriya raçavkirina liv û tevgera stêrkan, ango lûleya resetxanê, di wexta li ser hemd û hêla xwe bû, 70 metre bilidahiya wê hebûye. Di roja me ya îro de jî, hîn jî beşeke ji 33 metreyan li ser piyaye. Tê zanîn ku gelek şagirtên paşê bûne feylosof û alimên zanistê, di vê zanîngehê de perwerde bûnin. Paşê ev feylosof û alimên zanînê, berhemên feylosofên girekan li zimanê erebî werdigerînin û di pêşketina felsefeyê de, dibin xwedanê risteke mezin.

Di serdema siltan Silhedînê Kurdî de, Herran jî nola gelek herêmên din, serdema xwe ya zêrînî dijî.

Ji sûra Herranê jî tekane deriyek zexm maye li ser piya. Ew derî, deriyê hêla Helebê ye û ji birayê Silhedînê Kurdî re hatiye nezirkirin. Li jora derî kîtabeyek tê dîtin. Li ser kîtabeyê nivîsiye, El Melîk El Adîl. Adîl, navê birayê siltan Silhedînê Kurdî ye.

Jixwe ji navê xwe jî gelekî eyane ku ev binemala kurd, gelekî adîl bûne. Ew çend mêrxas, xwedî edalet û adîl bûne, heta neyarên wan jî ji wan re rêz girtine. Mêrxasî û edaleta siltanê kurd û birayên wî, bandoreke mezin li ser xaçsorên ku siltan Silhedînê Kurdî ew efû kiribûn û ew şandibûn welatê wan Ewropayê.

Bêgoman Mele Îsayê Hekarî, di kemilandina siltan Silhedînê Kurdî ye, xwedanê risteke bêhempa ye. Mixabin ev zanamendê zîrek, heta niha bi qasî heq kiriye, ji hêla Lurdan ve nehatiye naskirin û şerefyarkirin.

Xwînerên ezîz. Di vê xelekê de heta ji min hat, min şopên pêşiyên me ji nav şopên miletên din da alî û pêşkêşî bala we kir.

Herran bajarekî werê ye, li ser devê duriyana hevirmêş a dîrokî ye. Lewma jî di nav demajoya dîrokê de, her buhustek erda wê, di bin simên hespê barbaran de hatiye vestrandin. Heke ez qala van şerên li derdora Herranê qewimiye bikim, cih di rûpelê de namîne.

*Berdewama şer û cengên dêwan, di beşa tê de ye… (didome)