26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DYA jî dê Komkujiya Ermeniyan nas bike

Piştî ku zêdeyî sedsalekê di ser komkujiya ermeniyan re derbas bû ku derdora milyon û nîvek mirov tê de hatibûn kuştin, rêveberiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) xwe amade dike ku di bîranîna 106’an a qirkirina eremeniyan de wan bûyeran wekî komkujî binav bike.

Tê gotin ku dê serokê DYA’yê Joe Biden der barê mijarê de roja şemiyê, ango di salvegera 106’emîn a komkujiyê daxuyaniyekê bide û wan bûyeran wekî komkujî binav bike.

Beriya niha derdora 29 welatan ew bûyerên Komkujiya Ermeniyan wekî komkujî binav kirine. DYA jî piştî ku nakokiyên di navbera wan û hikûmeta tirk de zêde bûn, bi taybetî jî di mijara nêzîkatiya Tirkiye ya ji Rûsyayê re û kirîna fûzeyên S-400 de ev nakokî gihan asta lutkeyê.

Li ser vê yekê Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Ara Îvaziyan jî wiha nirxand: “Heke Amerîkayê jî komkujiyê nas bike dê ev yek bibe wekî ronahiyeke exlaqî ji bo gelek welatên din”.

Betalkirina firotina balafirên F 35

Ji aliyekî din ve DYA bi rengekî fermî ji Tirkiyeyê re ragihandiye ku wan bi rengekî fermî Tirkiyeyê ji bernameya balfirên F-35 hatiye derxistin.

Li gorî daxuyaniya berpirsekî Pentagonê di sala 2006’an de Tirkiyeyê tevî 8 welatên din li ser peymanekê imze kiribûn, lê niha ew peyman hatiye nûkirin,  8 welatên mayî peymaneke nû imze kirine û tirkiye ji derveyî wê peymanê hatiye hiştin. Welatên ku li ser peymana balafirên F-35 ji nû ve lihev kirine û imze kirine ev in: Amerîka, Ingilîstan, Holanda, Kanada, Awustralya, Norwec û Danîmarka.