spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Egîdekî muzîkê: Evdilmelek

Mefer Kurdil

Ji perçeyê welatekî bindest ber bi bindestiyeke din ve, welat yek e lê dest pirr in li ser. Ji Amûdê ber bi bakur ve û ber bi paytexta welatekî xerîb ve, ji sala 1968’an heta sala 1992’yan ’emrekî bi kurdî, egîdekî pirrnav û hinekî jî bênav, dengekî bi bask ê li tu bajaran bi cih nedibû û hey difiriya.

Evdilmelek Şêx Bekir, li Enqereyê li zanîngeha Hacettepeyê dest bi xwendina tibê dike ji aliyekî jî bi ew dengê xwe yê bihuştî distrê. Ew û hevalên xwe “Koma Amed”ê ava dikin û albûma ewilîn derdixin bi navê “Kulîlka Azadî”yê bi keda destan derdixin û belav dikin dîsa dibe teyrek ev deng û li welêt digere.

Cara pêşî strana “Çaw Bella”yê ew werdigerîne kurdî û li nav stranbêjên kurd û kurdan bi nav û deng dibe.

Salên ji xortaniya me mişt bêriya welêt difûriya û bêhna hezkirina deşt û çiyayan. Dengê “Rindê”ya wî li ber guhên me bû, dengê “Lê Kejê” û gelek stranên din. Sewteke weke mîna li serê çiyayekî bayekî hênik di ber guhên mirov de derbas bibe; weke di tîbûneke bi sedsalan de mirov çav li kaniyeke avê bikeve.

Ew Melekek bû di Enqereyê de hilnehat baskên xwe vekir û ber bi Stenbolê ve firiya. Li wir bû “Melek Şengal” ne di tu bajaran de hildihat û ne jî tu nav têrî wî dikirin. Kerbeke kevnar bi xwe re digerand bajar bi bajar. Li Stenbolê di NÇM’ê de cih girt, bi “Koma Çiya” re xebitî, stranên weke sirûdan ji Koma Çiyayê re nivîsand û beriya bixwîne li benda derketina albûmê nema ji Koma Çiyayê ber bi refên çiyayan firiya û got: “Bes e”

“Çar dor hawîr rengê xwîn e

welatê min bi kul û birîn e”

Di dawiya sala 1991’î de derket û çû, gelek tişt li dû xwe hiştin, gelek xebat. Ew di refên çiyayan de êdî bûbû “Dr. Cûma”. Di nîsana 1992’yan de baskên “Dr. Cûma” şikestin firîna wî ya bedenî piştî wexteke kin, hate sekinandin lê dengê wî hîn li çiyayên Kurdistanê olan dide . Bi “Mizgîn”iyê:

“Mizgîn li we hevalno

Gelê kurd li ser piya ye”

Li dû wî hevalên wî belgefîlmek hazir kir, ji ber piştî mirina wî bi gelekî derengî ev fîlm hate çêkirin, navê “Zêmara Derengmayî” lêkirin. Evdilmelek egîdek bû ji muzîka kurdî re. Agirê di muzîka komên kurdî de vexistiye hîn venemiriye. “Kulîlka Azadî”yê ye, her sal di meha nîsanê de vedibe û bêhn dide.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê