26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

El Cibûrî: Maliyeta her çalakiyek me 30 hezar dolar bû

Beriya çend hefteyan artêşa Iraqê cîgirê serokê rêxistina DAIŞ’ê Samî El Cibûrî girtibû. El Cibûrî di mukuhatinên xwe de behsa gelek sir û razên çeteyên DAIŞ’ê kiriye ku wê demê ew berpirsê malî bû.

El Cibûrî bi navê Hecî Hamid û Ebû Asya dihate naskirin, bi eslê xwe iraqî ye û beriya DAIŞ’ê cihê xwe di nava çeteyên ‘Tevgera Tewhîd û Cîhad’ û ‘Rêxistina El Qaîdeyê’ de jî girtibû. Piştî demeke kurt ji tevlêbûna DAIŞ’ê bûbû cîgirê Ebû Bekir El Bexdadî.

Cibûrî der barê hebûnên çeteyên DAIŞ’ê de wiha dibêje: “Di navbera salên 2014-2018 dema serweriya vê rêxistinê ya li Sûriye û Iraqê de ez demekê berpirsê malî bûm”. Cibûrî her wiha wekî serokê petrolê yê vê rêxistinê hatibû peywirdarkirin.

Cibûrî di mukurhatinên xwe de wiha dibêje: “Me beşek ji petrolê difirote derveyî deverên desthilata xwe û me tona wê bi 180 dolarî difirot”

Cibûrî behsa berpirsiyariya xwe ya maliyê jî dike û wiha dibêje: “ Dema ew peywir dan min 250 milyon dolar û 3 ton zêr di xezîneya me de hebû, piraniya wan pereyan ji firotina petrolê dihate bidestxistin, her wiha ji xenîmet, bac û revandina mirovan jî gelek pere ji me re dihatin”.

Cibûrî dibêje paşê jî wan xwestiye ku pereyên xwe çêbikin anku pereyên ‘Dewleta Islamî’ û ji bo wê yekê wan pereyên ji zêr çêkirine.

Der barê êrîşên xwe yên li dijî artêşa Iraqê de jî Cibûrî wiha dibêje: “ Her çalakiyek ku me dikir maliyeta wê derdora 30 hezar dolarî bû”.