26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

El-Kazimî êrîşên Amerikayê şermezar kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku balafirên şer ên DYA’yê li dijî liv û tevgerên Heşdî Şebî li herêmên sînor û di nav axa Sûriyeyê de êriş pêk anîn. Di encamê de teqîn nêzî sînorê Sûriye -Iraqê çêbû û hat zanîn ku di encama van êrîşan de 5 kes hatin kuştin

Avahiyên kar û embarên çekan ên li Sûriyeyê û yek jî li Iraqê ku komên wekî Hizbullah û Seyid Şûheda bi kar tînin, hatin bombebarankirin.

Berdevka Pentagon Cesika Maknolti di daxuyaniyekê de diyar kir ku her derbeyek armancên xwe pêk anîn û da zanîn ku ew niha bandorên operasyonê dinirxînin.

Iraq red dike ku bibe qada hesabxwestinê

Serokwezîrê Iraqê Mustefa El-Kazimî îro êrîşên hewayî yên Amerîkayê yên li dijî navendên girêdayî Îranê li ser sînorê Sûriyeyê şermezar kir û da zanîn ku ev yek binpêkirina serokatiyê ye û wiha got:”Ew binpêkirineke ber bi çav ji serokatiya Iraqê re ye. Iraq red dike ku bibe qada hesabxwestinê.”

El-Kazimî di dawiya daxuyaniya xwe de banga rawestandinê û dûrketina ji hemû cûreyên şer kir.

Berdevkê Fermandarê Giştî Lîwa Yehiya Resûl jî daxuyanî da û got: “Em êrişa hewayî ya Amerîkayê ku duh li dijî baregeheke li ser sînorê Iraq – Sûriyeyê hate kirin, şermezar dikin. Ew weke binpêkirineke ber bi çav ji serokatiya Iraqê û ewlehiya niştîmanî ya Iraqê re ye.”