26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevkariya PDK-Tirkiyeyê di raporên SETA’yê de

Têkiliyên dewleta tirk û yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hevkariya wan a di şer de ku li beramberî gerîlayên HPG’ê pêk tê bi belge, dokûment û mikurhatinên hin kesan tê dupatkirin. Dewleta tirk şeva 23’ê nîsanê operasyoneke berfireh a leşkerî li hemberî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê da destpêkirin. Berî operasyonê û di pêvajoya operasyonê de tevger û çalakiyên PDK’ê dan xuyakirin ku di van operasyonan de, lihevkirinek di navbera rêveberiya PDK’ê û hikûmeta Erdogan de hatiye kirin. Berî van operasyonên Tirkiyeyê jixwe PDK’ê bi hikûmeta Bexdayê re li hev kiribû û hewl dida li hemberî Şengalê hin polîtîkayên xwe bide ferzkirin.

Der barê vê lihevkirina PDK û Tirkiyeyê de rojane belge derdikevin. Mijara firotina darên herêma Behdînanê û lihevkirina bi Cengîz Holdîngê re belkî lihevkirina herî piçûk be. Li ser hevkariya Tirkiyeyê ya bi PDK’ê re di nav cimaeta şerê taybet a tirk de jî hin mikurhatinên nû derketin holê. Navenda lêkolînên şerê taybet a hikûmeta Erdogan û Bahçelî ku wekî Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî (SETA) jî tê nasîn ji roja roj ve li hemberî siyaseta kurd nirxandinan dike û bi vî awayî hin aliyên kurd arasteyî hevkariya bi Tirkiyeyê re dike.

Li gorî SETA’yê dewleta tirk li başûrê Kurdistanê, li herêma Serêreş ê li nêzî baregeha sereke ya Barzanî ya li Pîrmamê li dijî PKK’ê koordinasyoneke hevpar a şer ava kiriye. Her wiha di rapor û nirxandinên endamên SETA’yê de bi aşkerayî behsa hewldanên PDK’ê jî tê kirin ku di nav kurdan de amadekariya derxistina şerekî dike. Di bin banê SETA’yê de gelek lêkolînerên ku şerê taybet bi pêş dixin dixebitin. Di raporên SETA’yê yên di sala 2020-2021’ê de bi hûrgilî behsa vê hevkariya PDK’ê û Tirkiyeyê tê kirin.

Li gorî berpirsê pêwendiyê derve yê SETA’yê Murat Yeşîltaş di navbera PDK û Tirkiyeyê de ji aliyê îstîxbaratê, leşkerî û dîplomatîk ve koordînasyonek pêş ketiye. Li gorî Yeşîltaş PKK ji van liv û tevgerên PDK’ê aciz e. PDK û Amerîka bi ser PKK’ê ve diçin da ku derdora herêmên PKK’ê dorpêç bikin. Di vî kiryarî de destê PDK û Amerîkayê li pişta Tirkiyeyê ne. PDK bi arastekirina dewleta tirk li hemberî kampên gerîlayên HPG’ê ketiye nav liv û tevgerekê û di vê çarçoveyê de gavên pratîkî avêtine. Her wiha hat diyarkirin ku PDK ji hêla lojîstîkê ve jî xizmetguzariya Tirkiyeyê dike û li ser rêya kampên gerîlayan nuqteyên kontrolê yên ji hêzên Zêrevanî û Gulan pêk tên, tên danîn. Bi vê yekê tê armanckirin ku deverên tevgera PKK’ê ji çend eniyan ve bên asêkirin. Her wiha di axaftina Yeşîltaş de hat aşkerakirin ku di demên pêş de dibe ku operasyoneke hevpar jî li hemberî PKK’ê bê kirin ku PDK hevkarê vê operasyonê yê li herêmê ye.

Nirxandinên ku li eniya tirkan tên kirin bi hemû delîl û palpiştên xwe ve diyar dikin ku PDK di şerê Tirkiyeyê yê li hemberî gerîlayan de hevkarê Tirkiyeyê ye. Di van nirxandin û raporan de sedemên vê hevkariyê jî tên destnîşankirin lê belê ya ku herî zêde derkive pêş ‘tirs’ bi xwe ye. Li gorî SETA’yê tirsa PDK’ê ya herî mezin ew e ku PKK li başûrê Kurdistanê jî bingeha xwe xurt bike û binesaziyeke siyasî li wir jî ava bike. Hêz û qeweta PKK’ê ya li başûrê Kurdistanê dê rûpoşê PDK’ê demildest aşkera bike û PDK, malbata Barzanî dê ji destkeftiyên xwe yên şexsî û malbatî bêpar bimînin. Ji ber vê tirsa xwe PDK di xwe de dibîne ku biçe bi serdestê kurdan hemûyan re hevkariyê bike ku nexasim jî bi Tirkiyeyê re.

Her wiha tirsa Tirkiyeyê bi xwe jî ev e. Tirkiye ji raya giştî ya PKK û ya kurd ditirse, ji piştevaniya navneteweyî ya ji bo gelê kurd ditirse. Ji bo vê yekê jî bi hemû rê û rêbazên xwe yên heyî û nivarkirî şerê xwe yê taybet bi pêş dixe. Armanca Tirkiyeyê hemû deskeftiyên kurdan e. Lewma dema ew berê xwe bide Lîbyayê jî ji bo Kurdistanê ye, dema berê xwe bide Ermenistan û Afganistanê jî armanca wî tevkujiya kurdan e.

Di raporên SETA’yê de xalên ku derketine pêş ev in:

-Tirkiye bi PDK’ê re di nav koordînasyoneke şer de ye ku dixwazin li hemberî PKK’ê pêş bixin.

-Hewlêr di şerê Tirkiyeyê yê li hemberî PKK’ê de şirîkekî girîng ê sereke ye. Ji bo operasyona bi navê ‘Pençe’yê Enqere dixwaze bi Hewlêrê di nav dan û standinê û hemahengiyê de be. Tê xwestin ku bi pêşengtiya Nêçîrvan Barzanî encamên erênî ji vî şerî bê bidestxistin.

-Di demên pêş de aloziya di navbera PDK û PKK’ê de dibe ku PYD/YPG’ê jî vegire nav xwe. Heke PYD/YPG jî beşdarî nav vê aloziyê bibe û ev hewldanên Tirkiyeyê bi ser bikevin ev yek dê di têkoşîna dijî PKK’ê de bibe pêşketineke mezin.

-Tevgera hevpar a pêşmergeyan ya bi TSK’ê re (artêşa tirk) mîna vexwendina şer tê nirxandin. Dorpêçkirina kampên PKK’ê ji aliyê pêşmergeyên Zêrevanî ve girîng e. Divê koordînasyona di navbera PDK û Tirkiyeyê de mezin bibe.

-Hêzên taybet yên bi ser PDK’ê ve li hemberî gerîlayan zextên xwe zêdetir dikin û bi vî awayî PKK tengav dibe. Ji bo vê yekê jî PDK di têkoşîna li hemberî PKK’ê de dibe hevkarekî girîngtir. Ya muhîm ew e ku Tirkiye bi hemahengî û hevkariya li gel pêşmergeyan hewl bide PKK’ê ji herêmê derbixe.

-Wekî encama zext û arastekirina Tirkiyeyê PDK êdî zêdetir hevkariyê bi Tirkiyeyê re dike. PDK gavên pratîkî li hemberî PKK’ê diavêje. Lewma aloziya di navbera PDK û PKK’ê de her ku diçe zêdetir dibe. PDK dê îstîxbaratê bi Tirkiyeyê re parve bike û ji bo rêyeke hêsan li ber Tirkiyeyê vebike dê rol û erka xwe bileyîze.