26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HDP: Parastina me dê bibe parastina demokrasiyê

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, destnîşan kirin ku parastina bikin dê li Tirkiyeyê bibe belgenameya bingehîn a têkoşîna demokrasiye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), der barê doza girtinê ya li dijî xwe li oteleke teqsîma Stenbolê bi hiqûqnasan re civîn li dar xist. Civîn ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê ve hat sazkirin, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (ODH), Dadgerê berê yê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Riza Turmen, parêzerên siyasetmedarên ku di çarçoveya Doza Kobanê de tên darizandin û gelek hiqûqnas tevlî civînê bûn. Alîkara Serokê Giştî yê Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî (FIDH) Parêzer Reyhan Yalçindag, Parêzer Tûrgût Kazan û hin parêzer jî bi awayekî online tevlî civînê bûn.

‘Me gelek caran pêvajoyên wisa derbas kirin’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bal kişand ser zextên li dijî HDP’ê û wiha got: “Em di pêvajoyeke zor û zehmet de derbas dibin. Êrişên li dijî HDP’ê bi doza girtinê re bi awayekî lez û bez didomin. Di vê doza dîrokî de pêşniyar û nirxandinên we hevalên me yên hiqûqnas ji bo me girîng e. Ev pirsgirêk berê gelek caran hatiye serê me. Me gelek caran ev pêvajo derbas kirin. Girtina partiyan di mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê de derbên giran in. Wê tu feydaya doz vekirinê ji demokrasiya Tirkiyeyê re tunebe. Ev dozeke siyasî ye. Lê em dizanin ku di hêla hiqûqî de gelek tişt dikarin bên kirin. Ji bo ev partî neye girtin em dikarin bi hev re çi bikin nîqaş bikin.”

‘Em bi dozek siyasî re rû bi rû ne’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî diyar kir ku bi dozeke siyasî re rû bi rû ne û wiha got: “Operasyonên li dijî HDP’ê ne hiqûqî ne. Bi dehan caran di hiqûqa navneteweyî de jî derbasî qeydan bûye. Kampanya ku beriya vekirina doza girtinê dihat meşandin di mêjiyê me hemûyan de ye. Tenê kampanyayeke siyasî nemeşandin. Gefê li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind xwarin û bi zimanê şantajê li dijî civakê polîtîka kirin. Ne pêkane ku sûcdariyên tundiyê û dabeşkirinê li HDP’ê bên kirin. Rewşeke wiha ne mijara gotinê ye. Ne pêkane ku Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind  delîl bibîne. Hincet û delîlên ku çêkirine jî divê tu kesî qanih nekin. Ev doz tenê li HDP’ê nehatiye vekirin. Ev doz li hêviya aştî û azadiyê hatiye vekirin. Em dixwazin pêvajoya dozê bi hemû hêzên demokrasiyê re bimeşînin. Armanca civîna me jî ev e.”

Sancar, da zanîn ku têkildarî girtinê ewil li Dersimê civîyan û wiha got: “Ji çar aliyên Tirkiyeyê elewî hatibûn civînê. Me bi wan re pêvajoya dozê nîqaş kir. Em dixwazin êrîşên li dijî HDP’ê û demokrasiyê defin bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hêza me têra vê yekê dike. Dozgerê rasteqîn ê vê dozê desthilat e. Parêzerên vê dozê jî gel bi xwe ye. Tişta herî girîng ku vê dozê vala derbixe têkoşîna civakî ye. Em bibiryar in ku têkoşîna hiqûqî bi awayekî bihêz bi rê ve bibin.  Tev bi hev re em dikarin vê dozê vala derbixin. Lewre parastina me dê bibe belgeya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê. Em ê belgenameyê bi hev re amade bikin û di dîrokê de qeyd bikin.”

Sancar, di dawiya axaftina xwe de rexneyên Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) Zuhtu Arslan ku di panelekê de kiribûn bi bîr xist û wiha axivî: “Gotinên gelek rast gotiye, em jî tevlî van gotinan dibin. Lê mixabin dema ku lêkolîna doznameya duyemîn a girtina partiya me hatiye kirin, Dadgeha Destûra Bingehîn girêdayî vê nema ye. Em hêvî dikin ku dema ku biryara xwe ya dawîn bidin girêdayî nerînên xwe bimînin.  Tişta ku wêrekiyê bide dadgeran jî têkoşîna demokrasiyê ya bihêz e. Ev hevdîtin ji bo pêkanîna van armancan hatiye lidarxistin.”