4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em îradeya gelan diparêzin; şer pirsgirêkê kurtir dike

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li navenda giştî ya HDP’ê der barê geşedanên dawî de civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay ewil geşedanên der barê Ukrayna de nirxand û wiha got: “Qriza Ukraynayê xirabtir bû. Şerekî dijwar destpêkir. Ev şer aramî û aştiya gelan dike bin xetereyekî mezin. Em dizanin ew şer, şerekî hegemonike, li ser Ukraynayê tê meşandin lê di navbera Rusya û NATO’yê de ev şer tê meşandin. Ev şer, şerê hegemonîke û mixabin pirsgirêkan çareser nake. Pirsgirêkan hîn kurtir û xerabtir dike. Ji ber vê yekê em wekî HDP li hemberî şer aştiyê, li hemberî qrîz û aloziyan jî aramî û îradeya gelan diparêz in. Rêbazên aştiyane diyar e ew jî muzakere, diyalog e. Em cardin Li sazî û dezgeyên navneteweyî em bangewazî dikin; ji bo aştî û aramiyê rolên xwe bilîz in. îradeyên gelan nas bikin, ji bo ku em hertim alîgirê vîna gelan e. Em heya dawî vê vîn û îradeya gelan emê biparêz in.”

Banga Agirbestê

Gunay, banga agirbestê li aliyan kir û wiha got: “Divê Neteweyên Yekbûyî û Teşkîlata Hevkariya Ewlehiya Ewropayê têkevin nava liv û tevgerê. Divê li vir vîna gel esas bê girtin. Divê gel bi xwe siberoja xwe dîyar bikin. Em carek din bang li NY’ê û hêzên navdewletî dikin ku agirbestê îlan bikin. Divê bi lez tedbîran bigirin û têkevin nava tevgere.”

 ‘Em li her derê têkoşînê mezin dikin’

Gunay, li ser kar û xebatên li her qadê didom e jî rawestiya û wiha got: “Wêneyên ku di kongreyê me de derdikevin holê wêneyê hêvî, aştî û tekoşînek mezin e. Me li Îzmîr, Mersîn, Nuseybîn li gelek deveran kongreyên xwe çêkir niha dor li Dîlokê ye, dor li Hatayê ye, Varto û Turgutluyê ne. Gelê me li her derê xwedî li partiya xwe xwedî derdikevin. Ji ber ku HDP li her aliyê hêvî û aştiyê mezin dike. Em ê vê aştiyê, aramiyê û wêrekiyê bi gelê xwe re saz bikin.”

‘Israra tecrîdê israra şer e’ 

Gunay, destnîşan kir ku polîtîkayên şer raste rast bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye û wiha axivî: “Polîtîkayên tecrîda li Îmraliyê bandorek mezin li ser şer dike. Ji ber ku birêz Ocalan di politîkayên aştiya Tirkiyeyê de raleke mezin dilîze. Ev rol ji aliyê hemû gelê Tirkiyeyê ve tê zanîn. Israra di tecrîda bi rek û pêk ya li Îmraliyê tê wateya israra şer.

‘Divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin’

Gunay, anî ziman ku li Tirkiyeyê hiquq û demokrasî tune û wiha lê zêde kir: “Dema em balê bikişînin ser çend daneyên raporê nîşan dide ku hiqûq tune ye. Li gorî raporê herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de tenê çend deqeyan bi telefonê axivîn û bi temamî hiqûq binpê kirin. Ji 2021’an heta niha malbatan 71 caran ji bo biçin devdîtinê serî li dozgeriyê dan. Dîsa parêzeran 202 çaran serî li rayedaran dan, lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin. Li Îmraliyê di 10 salên dawî de tecrîda herî giran pêş dikeve. Em carek din dibînin ku zagonên Destûra Bingehîn, Peymana Mafên Mirovan a Ewropa û hemû hiûqa gerdûnî hatiye binpêkirin. Em carek din bibîr dixin. Birêz Ocalan her tim ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser bike ketiye nava hewldanan. 23 salan her tim ji bo aştiyek demokratik têkoşiya. Bêyî ku sibê dereng bibe, divê bi lez bi Ocalan re hevdîtin bên kirin.”