6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Em û Hirç

Kê dîtî ye, kê bihîstiye li aliyê me hirç hebin? Di şevên zivistanê de bav û kalên me, dema çîrokên wan diqediyan, îca behsa hirçan dikir. Na filan dere, bêvan wextê min keriyê pez dibire şevînê , hema ji nişkê ve qeratiyek li me qelibî, keriyê pez her yek bi aliyekî ve pekiyan û çûn, bû ewte ewta se û kûçikên me, xwe dane pêşiya ew qeratiyê ku ber bi me ve dihat. Di nava wê kelecanê de hemû tirsa min belav bû û çû. Dema ez hinekî ber bi wî qeratiyî ve çûm, min dît kudika hirçê ye, ew qeratî di tariya şevê de weke du hespan xuya dikir. Dema wan mezinên me wisa behsa serpêhatiyên xwe dikir, ez ji tirsana di binê lihêfa xwe de dihejiyam, xew ne diket çavên min. Nizam hirça ji ku hatiye, min kudika wê bi her du destê xwe ve ber bi wê ve ajot. Digotin û digotin. Lê qet ne difikirîn ku em behsa van hirç û teba dikin, gelo zarokên me natirsin? Qet em nedihatin bîra kesekî.

Em êdî mezin bûn di nava wan çîrokên şevan de. Dîsa bûye bihar, me berê xwe daye zozanan, her kesî konên xwe di nava gul û gupikan de vegirtine, şingeşinga qîz û bûka ne, ev çend mehên bihar û havînê wê pir xweş derbas bibe. Di hêla zozanên me de qet qirş û qal tune bûn, dema em bar dikin zozanan hinek dar û ber bi xwe re tînin, bi wan îdara xwe dikin ku heta kermeyên di mozirgana dewaran de ziwa bibe.  Apê min ê mezin, tu carê xwarina li ser agirê kerma çê dibe nedixwar, digot ez xwarina li ser agirê daran hez dikim.

Rojekê mezinê me gotin; sibe zû, beriya ku tav derkeve, divê hûn herin Geliyê Çeto darê çekemê berhev bikin û bînin. Sibê zû em rabûn, me pişta xwe şidand, werîs berbendê xwe girêdan û berê xwe da Geliyê Çeto.

Dema ez ber bi wan geliyan ve çûm, her tim ew çîrokên mezinên me dihat bîra min. Gelo li vir jî hirçek derkeve pêşiya me, em çawa xwe jê xilaskin?.  Di nava hişê min de ew hebû û pirtepirta dilê min jî nedisekinî. Hema ew dem bû, em li ber komek darên çekemê sekinîn, min destê xwe avêt kuçilê darê, min dît tiştekî reş li aliyê din ê darê xwe dirêj kiriye û raza ye.

Ew dem dengê min qut bû, dema hevalên min li rûyê min nihêrîn, hemûyan bi hev re gotin çi bû?. Min bi destê xwe cîhê hirçê nîşanî wan da û ez beziyam, wana jî da du min, bû qîje qîja me û hewar hewara me, em çawa gihiştin malê, ew se û kûçikan çawa beriya hemûyan xwe gîhandin me nizanim.

Du re ew bêhna me ya ku miçiqî bû, hêdî hêdî hat ber me. Ji tirsan zar û zimanê me nedigeriya ku em bêjin me hirç dît. Jixwe ne hewce bû ku em bêjin, hemû kesan ji dûr ve qeratiyê hirçê dîtibû.

Min got hun min bikujin jî ez careke din ji bin vî konê reş dernakevim. Ew tirsa min besî min bû, di navberê de dem derbas bû, hinekî tirsa min şikest lê ne weke berê. Hirç ji me tirsiya û em jî ji hirçê tirsiyan.