19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erdhejokên piştî erdhejê

Hesen Hemkê

Di hemû erdhejan de pêştî erdheja mezin li pey wê bi rojan bi hezarên erdhejokan çêdibin. Her çendî ew erdhejok ne weke ya mezin taluke be jî lê tirsa û xofa ku erdheja mezin di dilê mirovan dihêle, tirseke mezin bi mirov re çêdike.

Li kêleka van erdhejokan jî erdhejên bihabûn û zêdekirina bihayan laşê mirov dihejîne û aqilê mirov dilerizîne.  Mixabin ev erdhejokên bihabûnê ne wek yê erdheja ne, yê eredhejan me got pêşî erdheja mezin û li pey erdhejokên biçûk tên.

Lê erdhejên bihabûnê pêşî yên biçûk tên û her ku diçe yên mezintir li pey wê tên.  Bi taybetî jî erdhejokên ku li kiriya xaniyan ketiye.

Bi taybetî jî xaniyên serbixwe yên ne avahî.  Xaniyên serbixwe li Amedê ji xwe berê kêm in îca yên hene bûn efyûn û man. Ne kesek êdî dikare wan bikire û ne kesek dikare wan bifiroşe û her ku diçe ev erdhejokên bihabûnê zêde dibin. Li ser bextê Macid Yûsif be dibêje ji xwe rewşa van erdhejokên bihabûnê li Sûriye û Binxetê jî gihaye asteke mezin û heke wiha berdewam bike dê bandora wê bibe weke ya erdhejeke 10 pile û li bin guhê xelkê bikeve.