3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûyê hovîtiya dewletê derket holê

Di sedsala 21’an de dema ku maf û azadiyên bingehîn pêş ketin û bûn hişmendî, bi ferzkirina modela rêveberiya otorîter, welatiyan ji mafê wan dûrxistin ne karê akilmendan e! Ên ku vê rewşê dipejirînin divê careke din li dîrokê vegerin û bifikirin.

Di heremên erdhejê de zanînên ku heta niha ketine dest, wêneyên ku heta niha hatine dîtin û weşanên ji hêla rojnamegeran ve di cihê bûyerê de hatiye weşandin dide xuyakirin ku heta roja duyemîn tu mudexaleyê dewleta tirk nehatiyekirin. Ji bilî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên dilxwazên herêmî piştî du rojan bi hatina  tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji qada navneteweyî hewl dan ku xebatên xwe dîtbarî bikin. Lê dîsa jî tiştên ku ketin ber çav ji dijmanihiyê pê ve neçû û niha ji hêla gel ve dewlet kujer e.

Divê mirov bipirse bê ka çima dewlet hêza xwe ya ku wekî ‘bêhempa’ pênase dikir hilweşand û di bin kavilan de hişt?

Di vê erdhejê de wêneyê têkçûna dewletê dîsa cihê xwe girt. Lê ne tenê di vê erdhejê de têk çû, bi polîtîkayên yekmirovî di xebatên perwerdî, tenduristî, hiqûqî, aborî, civakî, parastinî û hwd. de jixwe têk çûbû. Ya rast ev e ku edî ev pergal ji hewcedariyên jiyan û civakê re nabe bersiv.

Mafê jiyanê tê binpêkirin

Em bi bîr bînin ku Danezana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya di 10’ê Kanûna 1948’an de bi peymaneke hevpar hate erêkirin. Ev  danezan di 27’ê Gulana 1949’an de di Rojnameya Fermî ya bi hejmara 7217’an hatibû weşandin. Ji wê demê heta vê demê bi hezaran dozên binpêkirinên mafan hene lê tu bersiveke ciddî nehatiye dayîn.

Herî dawî erdhejeke weke komkujiyeke hate jiyandin, bi deh hezaran kesan jiyana xwe jidest da û bi sed hezaran kes birindar in, her wiha bi milyonan kes bê mal û şelpeze bûn. Pratîkên dewleta AKP-MHP’ê ya ku xwe ‘qerase’ pênase dikir dîsa ji kujeriyê wêdetir neçû.

Du mînakên berçav

Dengên ku li dijî wan derketin jî hewl didin ku ceza bikin. Ligel gelek mînakan yek jê  hemşîreya bi navê B.A ya ku tenê gotibû: “Semsûr  ev 3 roj in ji qederê re hatiye hiştin. Ev 3 roj in  di bin xirbeyan de ji serma û birçîna mirov dimirin. Ka serokomar li ku ye çima nayê vir? Bila were vir bê ka rûyê wî wê bigire yan na? Li Semsûrê cîgir û rêveberê payebilind tune ne.” Ji ber van hawaran polîs çûn mala wê û rapor girtin. Bi îdiaya “Heqaret li Serokomar kiriye û gel tehrîk kiriye” der barê hemşîreyê de doz hat vekirin. Dîsa piştî erdhejê gelek dîmenên îşkenceya polîsan di medyaya civakî de hate parvekirin û welatiyek bi navê Ahmet Gureşçî bi hinceta diziyê birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Altinozû ya Hatayê. Li vir derb û îşkence pê kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Ev du mînakên ku me da ne yên yekemîn in û bi vî awayî wisa xuya ye ku wê ne yên dawî bin jî. Em tenê li ser dîmenên ku heta niha ketine dest jî biçin bi zelalî em ê bibinîn ku dewleta tirk ne li gorî qanûnên xwe û ne jî li gorî qanûnên ango hevpeymanên navneteweyî tevdigere. Pergela dewletê niha bi şiklekî rejîmeke tîranî, totalîter û nîjadperest e. Edî divê baş were dîtin ku ev pergala sedsalê ji bo civakê tu çareserî ava nekir, her ku çû jiyan xetertir kir û têk çû.