4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hîzbûlah dê ji bo 2 parlamenteran piştgiriya Erdogan bike

Partiya Hur Dava ku tê zanîn nêzî Hîzbûlahê ye di hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2023’yan de li Êlihê û Wanê di berdêla parlamenterekî de biryar da ku piştgiriyê bide Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan.

Partiya Hur Davayê (HUDA PAR) ku tê zanîn nêzî Hîzbûlahê ye, di hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2023’yan de li Êlihê û Wanê di berdêla parlamenterekî de biryara piştgiriya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin HUDA PAR a ji Amedê ji rêza ewil parlamenterî xwest li ser bertekên bên nîşandan û dijderketina rêxistina AKP’ê ya bajêr li Êlih û Wanê li ser parlamenterekî li hev kirin. Hate gotin ku baskekî di nav Hîzbûlahê de li dijî vê derketiye û tê diyar kirin ku wê nîqaşên navxweyî zêde bibin.

Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglû piştî civîna Lijneya Rêveberiya Giştî ya partiya xwe ya îro li Amedê pêk anî, li ser mijara tifaqê civîna çapemeniyê li dar xist. Yapicioglû da zanîn ku di civîna xwe de biryar girtine ku wê di hilbijartina serokkomariyê ya 2023’yan de piştgiriya namzetê Tifaqa Cûmhûr Tayîp Erdogan bikin û anî ziman ku hevdîtinên wan ên têkildarî hilbijartina parlamentoyê berdewam dikin.”