5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD’ê bal kişand ser 44 jinên girtî yên nexweş

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê di çalakiya vê hefteyê ya “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa 44 girtiyên jin ên nexweş û hat xwest bên berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 572’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa 44 girtiyên jin ên nexweş ku li girtîgehên Herêma Marmarayê girtî ne.

Parlamenterên HDP’ê û gelek parêzvanên mafê mirovan tev li çalakiyê bûn û pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Bila jinên girtî yên nexweş bên berdan” hatin vekirin û dirûşm berz kirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy daxuyanî xwend.

Ersoyê diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê hezar û 273 girtiyên jin ên nexweş hene û ji van girtiyan 450 girtî bi ser 65 saliyê re ne û pêdivî û cudahiyên fizîkî, biyolojîk û derûnî yên jinên li girtîgehan li ber çavan nayê girtin.

Ersoy bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş û li girtîgehên Bakirkoy, Sîlîvrî, Kandira, Gebze, Bûrsa û Duzceyê yên Herêma Marmarayê yên rewşa wan giran jî di nav de 44 jinên girtî yên nexweş hene.