Thursday, September 16, 2021

Ên ji azadiyê bawer dikin dê tu carê ranewestin

Eylem Şoreş

Em gelek caran qala astengî û êrîşên dewleta tirk ên li hemberî kurdan û bi taybetî li dijî jinan dikin. 5’ê nîsanê careke din êrîşî aktîvîstên li Amedê kirin. 22 jin di encama vê êrîşê de hatin binçavkirin, 6 jê bi îdîaya endamtiya rêxistinê hatin girtin. Lê di vê êrîşê de, xala esasî ne girtina jinan û îşkencekirina wan e. Ev qirkirina siyasî di bingeha xwe de nîşandayîna sînoran e. Hikûmetê heya niha fêm nekir ku êrîşên li dijî jinan dê têkoşîna wan sînordar nekin. Berovajî wê, çiqasî êrîş li jinan tê kirin rêxistinbûna wan û hêza wan zêdetir dibe. Di vî warê de, em dikarin bal bikişînin ser helwesta hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî. Di heman hefteya ku 22 jinên li Amedê hatin binçavkirin û girtin de, Şevîn Alaca ji girtîgehê hat berdan. Helwesta wê mînakek ji berxwedana jinan e. Bi kurtasî hevşaredara Qersê got; “Ez ê serî netewînim û ji devera mayî dewam bikim.”

Me ev helwest ji destpêka salê vir ve bi gotinên cuda her û her bihîstiye û xwendiye. Jinên hatin girtin, binçavkirin û jinên li derve ji bo hevalên xwe têdikoşin, bi rêbazên cuda heman tiştî dibêjin. Lê ew tenê nabêjin, her wiha ew heman têkoşîna xwe li qadên berxwedanê jî didin nîşan. Hikûmet di roja Newrozê de, di roja berxwedana kurdan de biryara xwevekişandina ji peymana Stenbolê dabû. Ji vê rojê vir ve, jinên li Bakur û Tirkiyeyê derdora xwe dihejînin. Jinan bi hemû çalakiyên xwe heya niha diyar kir ku ew ê ji bo mafên xwe yên bingehîn têbikoşin û vê têkoşînê jî rojane li qadan nîşan didin. Ev hemû bi hev re ne tesaduf in. Hema bi carekê jî biryarên bi vî awayî nayên dayîn. Li ku derê çirûskên berxwedanê xuya bikin, hewl dide li vê derê bixe. Bûye weke mêşekî gêj ku dengê wî li ber guhan dibe sedema acizbûnê. Êdî nizane li ku bide û yekser cihên berbiçav hedef digire. Jinên ku li qadê dengê wan bilind dibe jî ji xwe re weke hedefeke hêsan diyar kiriye. Lê her carê ji bîr dike ku jin her çiqas êrîş bi ser wan de tên, hincetên berxwedanê jî mezintir dibin. Ew dibêjin me serkeftin li kolanan bi dest xist û em ê li kolanan biparêzin.

Di çalakiyên li dijî xwevekişandina Peymana Stenbolê de yekitiya jinan bi awayekî zelal derket holê. Hewldanên sînornîşandayîna hikûmetê jî ji vê yekê tê. Bûyera penaberên ji Îranê jî di nav van kiryarên hikûmetê de bal kişand. Ya balkêş ev e; ji ber ku vizeviza mêşê bêencam dimîne, jinên penaber tên hedefgirtin. Der barê 4 jinên îranî de ku bi hinceta tev li çalakiya Peymana Stenbolê bûne, biryara dersînorkirinê hat dayîn. Trajediya mirovahiyê ye. Ew aktîvîstên jin li welatê xwe jixwe bi mirinê re rû bi rû man û li ewlehiyê geriyan niha jî ji ber ku dengê xwe bilind kirin dewleta tirk bi rêyeke din cezayê îdamê li wan dibire. Dibe ku destê xwe yekser pê re qirêj neke lê dersînorkirin jî tê heman wateyê. Jixwe şîroveya îdamê diyar e. Qetilkirina fermî ya dewletê ye! Heke em niha careke din li rewşa heyî ya jinên herî dawî hatin binçavkirin û girtin binihêrin, aktîvîst çi li hundir çi li derve li ser lingan in û serî natewînin.

Ger em wan mijaran di tabloyekê de bînin cem hev, xwîn, tundî û mirin derdikeve pêş. Lê ger em bi çavek din lê binihêrin em, azadî, aramî, têkoşîn, demokrasî û berxwedanê dibînin. Ger em bi çavekî din li tabloyê binêrin serkeftina jinan ji niha ve xuya dibe. Wê tu êrîş ji li ber wan nebe astengî, ev tenê meseleya bijartinê ye. Ma belasebep nayê gotin her zayîn bi êş e, bêguman zayîna azadiyê jî ya herî bi êş û bi bedêlên giran e lê em ê ji bîr nekin emrê mêşan jî tenê di navbera 28 û 40 rojî de ye.