Tuesday, September 28, 2021

Dengbêjî antîbiyotîk e

Dengbêjî giyanê demê ye, giyanê deng e, sewta dîrokê û zimanê kurdî ye. Dengbêj dahênerên deng in, çîroka dîrokê vedibêjin; dikêlimin û dikemilînin. Yên biyanî gava behsa kurdan dikin, kurdan bi bîr tînin, eseh qala dengbêjan dikin. Kurd gava ji hev re behsa awaz û kilaman dikin eseh behsa dîwanên dengbêjan dikin. Dîroka kurdan dîroka dengbêjan e. Heta niha gelek jin û mêran bi dengbêjiyê dengê xwe li dinê hiştine. Kesên ku bikaribin dengê xwe li dinê bihêlin qe dimirin!
Dîroka kurdan dîroka Evdalê Zeynikê, Reso, Şakiro, Mihemed Arif Cizrawî, Şeroyê Biro, Meryem Xan, Sûsika Simo, Fatima Îsa, Kawis Axa, Karapetê Xaço, Eyşe Şan, Aslîka Qadir, Keremê Kor e. Bi rojan bêjmerî naqede. Ev kevneşopî her di nav kurdan de berdewam e, mîna xisletekê, mîna razekê ye.

Di nav kurdan de gelek dengbêjên nû xuya dibin, bi terz û şêwazên xweserî xwe û heyama xwe dengbêjiyê dikin. Yek ji van dengên dîrokê jî Îsmaîlê Çigrim e. Çigrim, bi temenê xwe yê ciwan û zîrekiya xwe mirov ji xwe re hejmekar dihêle.

Dengbêjekî ciwan ji Serhedê

Îsmaîl Çigrim ê 18 salî li gundê Dêrika Ewranê ya navçeya Gimgimê ku bi ser bajarê Mûşê ve ye ji dayik bûye. Wekî tê zanîn, Serhed bi dengbêjên xwe navdar e. Îsmaîl dibêje: “Ji 14 saliya xwe vir ve ez dengbêjiyê dikim” û lê zêde dike, “Berê dengê min nexweş bû, gava min stranekê, kilamekê digot, yên derdora min ji min direviyan. Min di telefonekê de dengê Şakiro seh kir, pir kêfa min ji dengê wî re hat. Ez rabûm, min bi dengê xwe yê nexweş dest bi dengbêjiyê kir.”
Çîrok û efsaneyên dengbêjan pir balkêş in. Jê dipirsim, ka serhatiyên te yên bi vî rengî hene an na? Îsmaîl dibêje: “Hema hema. Carekê ez çûbûm Diyarbekirê, ser ziyareta Hz. Silêman. Min li wir dua kir û got ‘ya rebî tu dengekî wisa bidî min bira tenê li dengbêjiyê were, li kilamên din neyê jî dibe’. Piştî wextan min dît ku li dengê min êdî tê guhdarkîrin, tê ecibandin. Kêfa miletê ji dengê min re dihat êdî. Vê jî qewetek da min.”

Îsmaîl li ber destê kesî fêrî dengbêjiyê nebûye, ya wî behremendî û şiyaneke xwezayî ye. Mektebê naxwîne lê dengbêjî mekteba wî ye, ew bi xwe xwe hîn dike.

Dengbêjî antîbîyotîk e

Çigrim dengbêjekî zîrek e, hewl dide jiyana xwe û dengbêjiyê bi hev re bimeyîne. Dema behsa dengbêjiyê dike baweriyekê dide meriv: “Dengbêjî ji bo min antîbiyotîk e. Serê min bêşê ez li ser serê xwe dibêjim, êşa min derbas dibe, çokên min biêşin ez li ser wan bibêjim derbas dibe. Her kesek ji bo ku bêhna wan bê ber wan, aram bibin tiştên cuda dikin, ez jî dengbêjiyê dikim.”

Bajar bi bajar digere

Dengbêj Îsmaîl bajar bi bajar digere û kilaman dibêje. Li Kurdistan û Tirkiyeyê , hema li kolanan, li kafeyan rûdinê, destê xwe dibe ber guhên xwe û dilobîne. Li ser vê îsmaîl dibêje: “Dengbêjiya min bertekek e. Ez dixwazim bi dengbêjiyê serî rakim. Lewra dengbêjî nîşaneya herî xurt ya hebûna min e. Ew sînorê cîhana min xêz dike” û wiha dewam dike “ez dibêm qey, li cîhanê gelek kes hene ku qet guh nedane dengbêjiyê, ez dixwazim vî dengî, vê awazê û van çîrokan li nav miletan, li nav her kesî bigerînim, belav bikim. Ku ji destê min bihata minê hoparlor bi cîhanê ve bikira û min ê dengbêjiyê bi her kesî bida guhdarîkirin.”

‘Dengbêjî ne karê kalan tenê ye’

Îsmaîl dema ku behsa dengbêjan û dengbêjiyê dike di hin mijaran de zivêr dibe û dibêje: “Dengbêjî ne karê kalan tenê ye. Ne karê mêran tenê ye. Ciwanek, jinek jî dikarin dengbêjiyê pir serkeftî bikin. Tu kes bi cil û bergê xwe, bi rû û rûçikê xwe kilaman nabêje, bi zar û ziman û hestên xwe dibêje.”

Mijareke mayîn a ku Îsmaîl jê aciz dibe mijara xwedîderneketina çanda dengbêjiyê ye. Bi pêşbîniyeke zelal rewşa dengbêjiyê dinirxîne: “Çawa ku ji bo stranbêjan konser tên dayîn, bila ji bo dengbêjan jî konser bên çêkirin. Bila miletê me ji bo wan tiştinan ava bikin. Bi mala dengbêjan tenê nabe. Ez naxwazim dengbêjî wekî çandeke kevn di nav me da bimîne, yanî bila nebêjin dengbêjî di berê de maye. Dengbejî ne kalê me û bavê me ye ku dema ew mirin, em jî bibêjin wele ji holê rabûn û çûn. Dengbêj dimirin lê dengbêjî nemir e, tu carî derbas nabe. Ji ber ku qîmet nadinê û guhdar nakin dengbêjên nû jî dernakevin.”

’Dengbêjî ne deng e gotin e’

Dengbêjê ciwan dibêje: “Di dengbêjiyê de tiştê girîng ne sewt e, gotin e. Di dengbêjiyê de divê meriv ji deng bêtir guh bide gotinan. Lewra dengbêjî beriya her tiştî çîrokekê dibêje. Piştî te meqam zeft kir, êdî gotin te dikşîne nav xwe. Di stranên din de tenê milet guhê xwe dide deng. Ser meselê, hin kes hene bêyî ku ziman bizanibin, li stranên biyanî guhdarî dikin, distrên. Lê binihêre, ji naverokê, çîrokê bêhtir, deng xwe dide guhdarkirin.”

Ji 20’î zêdetir kilamên wî hene

Îsmaîl dengbêjekî jêhatî ye û hilberîner e. Li gelek dengbêjan guhdar dike, kilamên Şakiro û Huseyno dibêje, kêfa wî ji deng û şêwaza dengbêj Muxtar re tê. Tevî vê yekê Îsmaîl bixwe jî kilaman çêdike û dibêje. Heta niha ji 20’î zêdetir kilam çêkirine. Dema ez jê dipirsim, kilamên te li ser çi ne, wiha dibêje: “Ez zêde li ser evînê nanivîsim, kilamên min bi piranî li ser şer û şînê ne. Van salên dawîn min kilamek jî li ser Efrînê çêkir.”

‘Em hunera jinan ji wan didizin’

Di dengbêjiya kurdan de tim bala min kişandiye jin bêtir kilaman li ser evîn û şînê çêdikin, mêr jî bêtir li ser şer û pevçûnan çêdikin. Lê jê seyrtir, gelek dengbêjên mêr hene, kilamên ku ji aliyê jinan ve hatine çêkirin dibêjin. Min dixwest ez ji dengbêjên mêr bipirsim ‘ka dema ew hin kilamên xwe ji devê jinekê dibêjin çi hîs dikin û çima vê tiştê dikin. Ez pirsa xwe ji dengbêjê ciwan, ji Îsmaîl dikim. Ramanên xwe wiha tîne zimên: “Mirov dema kilamekê bi dengê jinekê bibêje çêtir e, lewra hest li ba wan xurtir e. Jin li gorî mêran kûrtir dijîn. Xem, bextewarî û kelecaniya wan kûrtir e. Em mêr zêde tev li jiyanê nabin. Bi vê yekê re, em mêr radibin vê tiştê jî ji jinan didizin. Ew hunerekê dikin, hildiberînin lê ji ber ku berhemên wan ji yên me kûrtir û tîrtir in, em radibin wê tiştê jî ji wan didizin. Wekî gelek tiştî, me ev tişt jî ji wan standiye.”

‘Divê dîwanên me kêm nebin’

Walter Benjamîn di gotara xwe ya bi navê Çîrokbêj; Ramanên li ser berhemên Nikolay Leskov de dibêje: “Guhdarê çîrokekê, mêvanê çîrokbêj e, xwînerê çîrokê jî dikare di vê dîwanê de cihekî ji xwe re peyda bike. Lê heçî xwînerê romanê ye, ew xwînerê herî tenêmayî ye.” Ji bo ku em demildest guh bidin dengê Îsmaîl, li çîrokên wî guhdarî bikin û em dawî li vê tenêtiya xwe bînin, em axiriya gotinê didin Îsmaîl; ji bo dengbêjên wekî xwe ciwan wiha dibêje: “Berê dengbêjan diavêt ber hev. Zemanê berê ev lec û reqabet pir xweş bûn. Lê niha em bi endîşe û bi teherekî din lê nêzîk dibin. Ez naxwazim ku ev reqabet me ji hev dûr bixe. Divê em jî bikaribin bi berdewamî dîwanên xwe deynin.”