26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Divê 23 kesên gumanbar bên girtin

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an, alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal kuştibûn. Hevjîna Hecî Esvet Şenyaşar, Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar 35 roj in bi daxwaza “Edaletê” li ber Edliyeya Rihayê nobeta “Edaletê” digirin. Malbat vê sibehê dîsa li ber edliyeyê dest bi çalakiya xwe kir û careke din xwest edalet pêk were.

‘Qey wijdana wan nîn e’

Dayik Emîne Şenyaşar di çalakiyê de diyar kir ku sê kes ji malbata wê kuştine lê li yekî ji wan jî ceza nehatiye birîn û wiha domand: “Kujerên zarokên min bi serbestî li derve digerin. Ez ê ji vir ranebim. Bila min jî bikujin. Bila kesên vê komkujiyê kirine werin girtin. Zarokên min li ber nexweşxaneyê girtin. Bila qeydên nexweşxaneyê derxin. Qey wijdana wan nîne? Ev dewleteke çawa ye? Çima dirust tevnagerin.”

‘Divê gumanbar bên girtin’

Kurê dayik Emîne, Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku bi qetilkirina ferdên malbata wî sûcê mirovahiyê ye wiha got: “Me berê bi dozger re yê li lêpirsînê dinêrî, hevdîtin kir û wî ji me re got 23 gumanbar hatine tespîtkirin. Bila der barê van kesan de tişta pêwîst bikin û werin girtin. Em ê jî ji vir rabin. Heta ku van kesên sûcê mirovahî pêk anîne neyên girtin ez û dayika xwe, em ê li vir bin. Têkoşîna me têkoşîna her kesî ye. Divê her kes xwedî li têkoşîna me derkeve.”