27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamên hevdîtina Erdogan û Putîn

Roja 29 îlonê li bajarê Soçî yê Rûsyayê hevdîtinek di navbera serokkomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan û Vladimer Putîn de pêk hat. Di serî de nakokiyên her du welatan ên dawî li Sûriyeyê gelek dosyayên din di hevdîtinê de hatine nîqaşkirin.

Her du aliyan piştî civînê tu daxuyanî der barê naveroka hevdîtinê de bi çapemeniyê re par ve nekirin lê hevoka dawî ya di navbera Putîn û Erdogan de wiha bû:  Em ê di têkliyê de bin.”

Piştî hevdîtina ku 3 seatan dewam kir, Putîn li pêşberî çapemeniyê got: “Spas ji bo serdana te. Ew serdaneke gelekî bi sûd bû. Em ê di nava têkiliyê de bin.”

Erdogan jî tenê got ku hevdîtina wan serkeftî bû û tiştek din lê zêde nekir. Hêjayî gotinê ye ku piştî belavbûna nexweşiya Covîd 19 ango ji sala 2019’an de ev cara pêşî ye ku her du alî rû bi rû li hev rûdinên.

Tevî gelemşe û nakokiyên di navbera her du welatan de li Sûriyeyê, Lîbyayê û Azerbeycanê dûrketina Tirkiyeyê ya ji NATO’yê û nakokiyên bi DYA’yê re, piştî kirîna fûzeyên rûsî ên S400, têkliya di navbera wan de berdewam dike.

Li gorî Kremlînê, civîn tenê di navbera Putîn û Erdogan de pêk hat, şandeyên her du welatan tenê beşdarî parçeyekî dan û standinan bûn. Tê zanîn ku Erdogan bi xwe re Serokê Îstixbaratê Hakan Fîdan û du alîkarên xwe yên dîwana serokatiyê Fahrettin Altun û Îbrahîm Kalin biribûn Soçiyê.

Putîn destnîşan kir ku di vê serdanê de dê dosyayên nakok bên nîqaşkirin û wiha got: “Dan û standinên di navbera me de carinan zehmet in. Lê belê encamên erênî bi xwe re tîne. Saziyên me yên pispor fêr bûne ku her tim çareseriyên li gorî berjewendiyên her du aliyan bibînin.”

Serokê Rûsyayê Pîtîn behsa hevkariya di navbera Moskov-Enqereyê de jî kir û wiha got: “Di aliyê navneteweyî de heta asteke mezin em bi awayekî serkeftî hevkariyê dikin. Mebesta min derbarê rewşa Sûriyeyê de û peywendiyên me yên têkildarî Lîbyayê de ye. Navenda Rûsî-Tirkî ya taybet bi şopandina agirbestê li ser sînorê Azerbêcan-Ermenistanê, bi awayekî aktîv kar dike. Gelek dosyayên bi girêk hene, ez we li Rûsyayê pêşwazî dikim ji ber ku her tişt bi rêya telefonê nayê nîqaşkirin.”

Li gorî çavkaniyên ji Rûsyayê, her du aliyan di serdanê de gelek mijarên têkildarî lihevkirinên berê nîqaş kirine, mekanîzma ji bo aramkirina rewşa Idlibê danîne û bingehên lihevkirinên nû li wê herêmê plan kirine.”