Friday, October 22, 2021

Erdogan û Pûtîn bêyî hev nikarin bikin

Felemez Ulug
Xweşkanî

29’ê meha îlonê roja çarşemê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Soçiyê li hev civiyan. Piştî serdana Erdogan ya Amerîkayê ev hevdîtin û çawaniya hevdîtinê ji aliyê gelek kesan ve dihat meraqkirin. Hevdîtinê nêzî 3 saetan dewam kir. Di vê hevdîtinê de mijarên hatin destgirtin, nêzîkatiya aliyan ji hevdîtinê re û piştî civînê nedayina daxuyaniya çapemeniyê ji gelek aliyan ve tê nirxandin.
Divê em bizanibin ku li herêmê pêdiviya Rûsya û Tirkiyeyê bi hev heye. Her çendî di navbera wan de hin nakokî hebin jî ev nayê wateya ku wê ev nakokî li ser têkiliyên wan ên stratejîk bandoreke neyînî çêbike. Lewma mirov dikare van nakokiyên ku niha derketine wek nakokî ango wek nelihevkirina demkî bibîne û binirxîne. Lê ger ev nakokî kûrtir bibin wê demê dibe ku li herêmê li ser hin pêşveçûnên siyasî jî bandora wê hebin.
Erdogan di pêvajoya desthilatdariya xwe de hertim hewil da ku bi têgeha pan-turkîzm, neo-osmanî û pan-îslamîzmê çar aliyên cîhanê li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne û bi vî awayî xwe bike hêz. Bi vê nêzîkatiyê Tirkiye ji Sûriyeyê heya Qerabaxê û gelek cihên din xwe li ser hin aliyên siyasî ferz dike. Yek ji van aliyan jî Rûsya ye.

Dewleta tirk di vê siyaseta xwe ya kirêt de hewil dide xwe li herêmê bi cih bike. Lê divê em bizanibin ku dewleta tirk ji roja hatiye avakirin heya roja me, hertim alîgir û hevalbendekî welatên rojavayî bûye. Lewma nêzîkatiyên wê yên xwe wek hevalbendên rûsan didin nîşandan jî heya astekê derbasdar in. Her çendî ev hevdîtin li gor kevneşopiya dewletê tên lidarxistin û li gor xwe hin wateyan didinê jî di hin mijaran de nikarin bibin yek.
Di heman demê de, di mijara peywendiyên di navbera Rûsya û Sûriyeyê de jî pirsgirêka sereke dewleta tirk e. Bi herêmên dagir kiriye, piştgiriyê dide komên çeteyan û kûrkirina krîza li herêmê ya ku Tirkiye tê de xwedî rolekî sereke ye. Ev ji aliyê Rûsyayê ve baş tê dîtin. Bêguman Rûsya jî li gor berjewendiyên xwe nêzî mijarê dibe. Lê diyar e ku ji bo Moskovayê, Şam ji Enqereyê nêztir e.

Rûsya hewil dide ku li herêmê destê rejîma Esad xurt bike. Ji bo dawî li krîza heyî bê anîn pêdiviya Rûsyayê bi rêvebiriyeke xurt a Şamê heye. Li qadê, yên li pêşiya vê helwesta Rûsyayê dibe asteng jî dewleta tirk û komên wê yên çeteyan e. Rûsya êdî di ferqa vê de ye.
Jixwe Erdogan bi awayekî aşkera got ku: “Aramiya Sûriyeyê bi têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê ve girêdayî ye” ev ji nirxandinê wêdetir lixwemikurhatinek e ku çendî aramiya herêmê têk birine.

Wekî din mijarên siyaseta derve ya rûs-tirkan tenê bi Sûriye û Qerebaxê re sînordar namînin. Afganistan jî wek mijareke sereke derdikeve pêş. Wê di demeke nêz de hilbijartin li Lîbyayê bêne kirin. Encama van hilbijartinan her du welatan jî ji nêz ve eleqedar dike. Di mijara jinûveavakirina Lîbyayê de her du welat bi hev re di nav pêşbaziyekê de ne. Rûsya û Tirkiye ji bo di bazara ku ji Afrîkayê re vedibe li qadê destê hev lawaz bikin kozên xwe bi kar tînin.

Welatên Rojavayî jî ji bo pêşveçûna Rûsyayê ya di qada navneteweyî de lawaz bikin, Tirkiyeyê bi kar tînin. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye, li gor siyaseta NATO’yê ya global tevdigere. Her çendî bi kirîna fûzeyên S-400 ji vê nêrînê hinekî dûr ketibe jî di bingeha xwe de dewleta tirk ne di wê hêzê de ye ku bi temamî NATO’yê bide hemberî xwe. Bi vê mijarê ve girêdayî mirov dikare helwesta Amerîkayê wek helwesta NATO’yê bibîne.
Ji ‘hevdîtina Erdogan û Pûtîn di çi astê de derbas bû’, ‘wek encam çi derket’ zêdetir, ji niha û şûn ve wê stratejiya her du welatan çi be ew girîng e. Wek me li jor jî got ne Erdogan dikare bê Pûtîn bimîne ne jî Pûtin dikare bê Erdogan bimîne. Ji ber ku pêwîstiya her duyan bi hev heye, her çendî di hin mijaran de dijberî hev bin jî mijarên wan nêzî hev in û ji hevûdu ne kêm in.