26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa normalîzekirinê ya li Hewlêrê

Serdem Silo

Gelê kurd li başûrê Kurdistanê salvegera birîna xwe derman dike. Birîn birîna raferandûma 25 Îlona 2017’an e ku di encamê de başûrê Kurdistanê nêzî ji sedî 51’ê erdnîgariya xwe winda kir û rûpelekî nû bi Bexdayê re vekir. Her wiha der barê hilbijartinên ku tên payîn di 10’ê cotmeha bê de bêne lidarxistin, kanaleke Israîlê di vê dema hesas de encamnameya konferansa ‘Vegerandin û Aştî’yê weşand û tê de hate gotin ku ‘iraqî dixwazin têkiliyên xwe bi Israîlê re normalîze bikin.’

Navenda Pêwendiyên Aştiyê ku li New Yorkê ye konferansek di bin navê ‘Konferansa Aştî û Vegerandinê’ de di 24’ê vê îlonê de li paytexta başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê organîze kir. Di konferansê de bêhtirî 300 kesayetên siyasî yên ıraqê; ji sunnî û şiî û efserên berê û kesayetên eşîran beşdar bûn.
Damezirînerê ‘Navenda Pêwendiyên Aştiyê’ Joseph Broad ku sponsoriya konferansê dikir got ku beşdar ji 6 parêzgehan (Bexda, Mûsil, Selaheddîn, Enbar, Diyalî û Babil) li Hewlêrê kom bûn.

Li gorî Kanal 12 ya Israîlê piraniya welatiyên Iraqê dixwazin têkiliyên xwe bi Israîlê re normalîze bikin. Piştî ku nûçe di dezgehên ragihandinê de belav bû, kesayet, partî û hevbendî û heta hikûmeta Iraqê û parlemantoya Iraqê jî li pey hev daxuyaniyên şermezarkirina vê konferansê dan û beşdarên vê konferansê weke xayîn bi nav kirin.
Dadgeha Bilind a di nav de Wîsam El-Herdan (Fermandarê El-Sehewat li Iraqê) jî hebû, li Iraqê fermana girtina kesên beşdar da û daxuyaniya daxwaza normalîzekirina têkiliyan xwend. Her wiha karmenda wezareta çandê Seher Kerîm El-Taî ya ku di birêvebirina konferansê de dixebitî û hin kesên din jî tev di nav de hebûn.

Fermana girtinê her wiha parlamanterê berê Mîsal El-Alûsî jî digire nava xwe. Ew beşdarî konferansê nebûbû lê ew yek ji wan kesan e ku piştî dagirkeriya Amerîkayê ya di sala 2003’an de ‘Iraqa nû’ ava kir û piştî ku gelek serdan li Til Evîvê re kirin ew bi dilgermî dixwaze têkiliyên bi Israîlê re normalîze bibin.
Nakokiyên di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de hê jî bi dawî nebûne û berdewam in. Di wê demê de ku kurd û giştî welatiyên Iraqê amadekariyên lidarxistina hilbijartinên pêşwext ên parlemantoyê dikin, da ku bibe rûpeleke nû di nava her du aliyan de, li Hewlêrê konferansa ‘normalîzekirinê’ hate lidarxistin û vê yekê hişt ku alozî ji berê girantir bibe. Welatiyên Iraqê jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK (û desthilatiya li başûrê Kurdistanê weke xayîn bi nav dikin.

Lidarxistina konferansê beriya hilbijartinan bi hefteyekê pêk hat û bi taybet welatiyên kurd dixwazin bi riya van hilbijartinan vegerin herêmên madeya 140’î ya destûra Iraqê (herêmên bi nakok). Li ser asta leşkerî jî di navbera Bexda û Hewlêrê de lihevkirinên leşkerî pêk hatin ku li van herêman rê li ber vegera pêşmergeyan vedike. Lê ji ber vê konferansa hatiye lidarxistin têkiliyên di navbera Bexda û Hewlêrê de vegeriya xala sifirê, bi taybet komên alîgirên Îranê naxwazin pêşmerge vegerin.

Konferansa ‘normalîzekirinê’ ku li Hewlêrê hatiye lidarxistin dê heta asteke bilind bandorê li encamên hilbijartinan bike. Nexasim li herêmên girêdayî madeya 140’î ya destûrê Iraqê dê bandor bike. Hêzên kurdistanî li van herêman ji 20 namzetan bêhtir in. Her wiha serweriya kurdan li van herêman weke beriya 2017’an tune ye.

Ev konferans ji aliyê PDK’ê ve weke diyariyeke li ser sêniyeke zêrîn pêşkêşî kom, partî û hevbendiyên alîgiriya Îranê dikin, hate kirin. Bi taybet herêmên girêdayî madeya 140’î ya destûra Iraqê hatin pêşkêşkirin. Nemaze ev kom li van herêman serwer in. Dibe ji ber vê mijarê aloziya têkiliyan di navbera kurdan û hêzên şîî de li Iraqê dijwartir bibe. Her wiha ev rewş ji partî û hevbendiyên alîgirên Îranê re veguherî derfetekê da ku propagandaya xwe ya siyasî di van hilbijartinên bê de bikin.

Çavdêr difikirin ku PDK bi hembêzkirina konferansên wiha hin deverên din ên başûrê Kurdistanê winda bike, ji ber ku welatiyên Iraqê gelekî hesas li mijara normalîzekirina têkliyan bi Israîlê re dibînin. Welat niha di nav ‘şerê bilokan’ de ye. Ji ber wê jî doza têkliyên bi Israîlê re yan jî şerê li dijî wê wekî dozeke navendî tê dîtin û gelek alî di vê mijarê de jî bi nakok in.