26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Erebê Şemo: Dahênerê romana kurdî

Ugur Dursun Adsız

Îro salvegera 43’yan ya wefata nivîskarê romana ewil ya kurdî Erebê Şemo ye. Erebê Şemo ji malbateke şêxên êzîdiyan bû. Şemo di 23’ê çiriya pêşîn a 1897’an de li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de, di bin desthilatiya Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. Berî  43 salan, di roja 21’ê gulana 1978’an de, Erebê Şemo koça dawî kir. NivîskarTêmûrê Xelîl ji bo Erebê Şemo di nivîseke xwe de wisa dibêje: “Erebê Şemo bi salan di hepsên Sîbîrîyayê de maye, xwe bi xwe ra çîrokên kurdî gotine ku zimanê dayika xwe ji bîr neke. Erebê Şemo 7 zimanan bê kêmasî zanibû: kurdî, ermenî, tirkîya osmanî, rûsî, gurcî, almanî û azirî. Erebê Şemo û V.Î.Lênîn hev dîtibûn û li ser rewşa kurda bi hev ra peyivîbûn. Elfabaya kurdî-latînî ya pêşin Erebê Şemo û Îsahak Morogûlovê (Asûrî) di sala 1928’an de amade kirine. Wana sala 1929’an bi wê elfabayê pirtûka kurdî ya bi latînî ya pêşin li cihanê çap kirin bi sernavê ”Xo-Xo Hînbûna Xwendina Nivîsara Kurmancî”.([1])

Elfabeya Îsahak Morgûlov û Erebê Şemo

Sala 1927’an hikûmeta Ermenistanê (Komîsaryata ronkaye û perwerdê) ji bo hazirkirna elfebayê kurdî ya nû qirar qebûl kir.  Elfabeya nû gotî li ser tîpên latînî bihata demezirandin. Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê  Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov dest bi amadekirina elfabeya kurdî ya bi tîpên latînî kirin û di sala 1928’an de karê xwe bi dawî anîn. Pirtûka “Xo-Xo Hînbûna Xwendina Nivîsara Kurmancî” bi wê elfabeyê hat çap kirin. Ji sala 1930’î, ji 1ê nîsanê jî bi wê alfabeyê rojnameya Riya Teze dest bi weşana xwe kir. Erebê Şemo herwiha yek ji damezrênerên rojnameya Riya Teze bû.

Çend Berhemên Erebê Şemo

Şivanê Kurmanca, romana Kurdî ya ewil e. Romana Kurdî bi vê berhemê dest pê kiriye. Şivanê Kurmanca, di sala 1931’an de ji aliyê Erebê Şemo ve bi Rûsî tê nivîsandin û heman salê tê weşandin. Ev berhem bi navê Rûsî Kurdiskî Pastûx (Şivanê Kurd) li Lenîngradê, ji aliyê Weşanên Moloday Grandya ve tê çap kirin. Pirtûk 64 rûpel in. Di sala 1935’an de Erebê Şemo vê pirtûkê ji nûve û bi kurdî dinivîse. Pirtûk di heman salê de li Êrîvanê, ji aliyê weşanxaneya hikûmetê ve bi tîpên kirîlî tê weşandin. Roman ji 155 rûpelan pêk tê Şivanê Kurmanca em dikarin bibêjin wek serpêhatiya Erebê Şemo ye. Ew pirtûk rêyek nû vedike ji bona edebiyata kurdî.

Jiyana Bextewar, romana Erebê Şemo ya duyemîn e. Di sala 1959’an de hatiye weşandin. Şemo, di romanê de bi hûrgilî çanda kurdên Kafkasyayê nîşan dide. Di romanê de gelek erf û edet, şîn, şayî bi hûrgilî hatine nivîsandin.([2])

Dimdim, romana Erebê Şemo ya sêyemîn e. Di sala 1969’an de hatiye weşandin. Di romanê de Şemo, bi temamî ji vegotina binezm destbernedaye. Wî, di rûpelên romanê de cî daye gelek helbest û stranên der barê mijarê de. Bi vî awayî wî him berdewamiya vegotinê pêk aniye him jî xwendevan ji tama vegotina binezm haydar kiriye. Balkêş e ku di vê romanê de Erebê Şemo gelek kilam û helbest jî bi kar aniye.([3])

Hopo, romana wî ya dawî ye. Di sala 1969’an de hatiye weşandin. Şemo, di romana Hopo de cî daye gelek adetên kurdan. Xwestiye ku jiyana wan a civakî bide nas kirin. Wî di vê romanê de jiyana civakî bi kitekit girtiye dest. Ji rabûn û rûniştinê bigire heta şîn û şahiyan qala her tiştî kiriye.([4])

Jiyana Erêbê Şemo

Erebê Şemo di biçûkatiya xwe de, di dibistanê Rûsan de wek xedeme dixebite.  Li wê dibistanê bi alîkariya mamosteya dibistanê  hînî nivisandine dibe. Mamosteya dibistane dibîne ku Şemo gelek jêhatî ye, wî digirê dibistanê û ew dibe xwendewanê dibistanê.

Erebê Şemo jiyanek çetin derbas dike û gelek caran li malen dewlemendên rûsan, ermenan û gelên din dixebite û mecbûr dimîne zimanê wana hîn bibe. Gora Eskerê Boyîk Erebê Şemo 8 zimanan gelek baş dizanîbû: kurdî, rûsî, ermenîkî, tirkî, yewnanî, azerîkî, almanî û gurcîkî.

Leşkerên rûs dema gundên kurdan digerin rastî Erebê Şemo tên û dibinîn ku  Erebê Şemo  kurdî, tirkî, rûsî û ermenîkî baş dizane, wî wek werger digirin arteşa rûsan. Wê demê kesên wisa pir kêm bûn. Erebê Şemo ji sala 1914’an heya 1916’an di arteşa rûsan de xebata wergêriyê di navbera rûs û gelên din de dike.

Piştî xebata artêşê ew diçe navçeya Sariqamişê û wê derê di çêkirina riya hesinî de du salan dixebite. Di nava xebatkaran de rastî  gelek hevrêyên bolşevîkan tê û fikrên bolşevîkan di dile wî de rêyeke nû vedike û ew beşdarî karên wan yen siyasî û rêxistinî dibe.([5])

Şekil 1 Wêne ji Candan Badem, Belgeya emdambûna Erebê Şemo a Partiya Bolşevîkan

Tê dîtin ku Erebê Şemo di sala 1918’an de bû endamek Partiya Bolşevîkan. Di kartê de Erebê Şemo niştîmaniya xwe wekî kurd nivîsandiye.

Erebê Şemo di nava partiyê de gelek çalak dixebite û car caran di şeran de bîrîndar jî dibe. Wek mînak li derdorê Stavropolê ligel Gvardiya Sor beşdarî şerê bajariyê dibe. Du caran birîndar dikeve. Di sala 1918’an de li navçeya Dîgorê di nav kurdên êzidî de ji bo bolşevîkan xebatan dike. Di heman salê de dibe endamê Partiya Komînist a Rûsyayê. Ew çend salan li Bakû, Moskova û Tiblîsê ji bo komînîstan berxwe dide. ([6])

Sirgûniya Erebê Şemo

Dr. Eskerê Boyîk di pirtûka xwe ya bi navê “Çend dîdem ji edebiyeta kurdên Ermenistanê” de behsa sirgûnkirina Erebê Şemo dike û dibêje.

Sala 1937’an de Erebê Şemo li Pêtrogiradê (Lênîngirade) girtin û sirgûnî Sîbîryayê kirin. Piştî 20  salên zehmet e dûr û dirêj, (pey mirina Stalîn ) sala 1956’an, wî wa gotî “efû” dikin, dibêjin ku tu sûcê wî tune bûye, neheqî lê hatiye kirin. Ji wir vedigere Ermenistanê, Yêrêvanê. Dîsa dest bi jîyana wî ya siyasî, civakî û efrindariyê dibe. Çi ku salê sirgûniyê winda kiribû, şev û roj dixebitî ku wê valahiyê tije bike. Mala wî nava bajarê Yêrêvanê, ciyê herî rind, li kuça ser navê ronakbîrê ermenan Xaçatûr Abovyan bû. Heta niha jî li ser dîwarê wî tamî, ji bo hurmet û bîranîna nivîskarê mezin kevirekî mermerî guloverî bedew lê xistine û li ser bi zimanê rûsî nivîsare: “Vê malê da ji sala 1963’an heta 28 1978’an nivîskarê kurd û xebatçîyê civakî Erebê Şemo, Şamîlov jîyaye.”([7])

Di vî malî de din nava salên 1963-1978’an de nivîskar û pêşeng Arab Şamoeviç Şamilov jiyan kir.

Mirina Erebê Şemo

Di hejmara 9’ê ya rojnameya “Roja Welat” de derheqa mirina Erebê Şemo de bi navê “Nivîskarê Mezin Erebê Şemo Çû Ser Heqiya xwe” nivîsek tê weşandin. Li wir behsa jiyana Erebê Şemo tê kirin û piştî mirina Erebê Şemo cih didin çend gotinên sersaxiya Erebê Şemo hatine gotin. Piştî mirina wî endamê Nivîskarên Yekitiya Ermenîstanê G.B Garibcanyan wisa dibêje: “Ereb Şamilov dengbêjê dostiyan cimata ermenî û kurdan bû ruhê wî ji kûraya xweliyê Ermenistanê hatibûn.”

Berhemên Erebê Şemo;

Şivanê Kurmanca, Dimdim, Jiyana Bextewar, Hopo, Berbang, Koçekê Derewîn, Hikayetên Gelê Kurd, Kurdên Elegezê, Pirsa Derheqa Feodalizmê Nava Kurda da, Terîqa Rêvolûsiya Oktyabrê, Çirûskên Şoreşa Oktobirê, Kolxoz û Kara Wê Ji Gundiyan re, Şerê Tarîlka, Kurdên Ermenistanê, Emrê Lenîn.

Şekil 2 Wêne Ozkan Oztaş

Helbesta ku ji hêla Erebê Şemo ve hatiye nivîsadin, bi sernavê “Strana Kurdan ji bo Destûra Soviyeta Nû” di hejmara yekem a kovara “Destkeftiyên Me” de li Yekîtiya Soviyetê de tê weşandin. Yek ji  damezrînerê wê kovarê Maksîm Gorkî ye.

[1] Netkurd.com

[2] DI ROMANÊN EREBÊ ŞEMO DE FOLKLORA KURDΠ  (tez)

Ebubekir GÖREN Rûpel 34-35

[3] DI ROMANÊN EREBÊ ŞEMO DE FOLKLORA KURDΠ  (tez)

Ebubekir GÖREN Rûpel 39-41

[4] [4] DI ROMANÊN EREBÊ ŞEMO DE FOLKLORA KURDΠ  (tez)

Ebubekir GÖREN Rûpel 42-44

[5] DI ROMANÊN EREBÊ ŞEMO DE FOLKLORA KURDΠ (tez)

Ebubekir GÖREN Rûpel 18-19

[6] BERAWIRDKIRINEK LI SER ŞIVANÊ KURMANCA Û SÊBAREYA MAKSÎM GORKÎ (tez) Ferhat Yılmaz Rûpel 18-19

[7]Çend dîdem ji edebyeta Kurdên Ermenistanê”  Eskerê Boyîk Rûpel-21-28